Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: LI NÎVÊ ÞEVÊ

 


Xizan Șîlan

Li tenêtiya nîvê þevên bi tirs û endîþeyên sersem di odeya xwe ya bêdeng de rûniþtibûm. Șewqa finda melûl li navbêra çar dîwarên odê direqisî û min li nav ramanên deryaya xemên kûr avjenî dikir.
Bêhntengiyê henasa giyanê min radipêça. Çar dîwarên odeya keservedanê li min bibûn zilmxane. Ez bibûm dîlgirtiyê hundirê xwe yê ji kulên bîranînan þewitî. Bi awirên vala li derdora odeya xwe ya sar digeriyam. Gelek tiþt di awirên min ên mesûm de bêwate dixuyan. Mêjiyê min li nav ramanên tevlihev gêj dibû.


Kêliyên radibûm ser piyên xwe jî ji wî dîwarî diçûm dîwarê din, tu dibêjî qey min rinda xwe ya kezîzer û çavþîn windakiribû. Min destê xwe dibir ser eniya qurmiçî û diguviþt. Min dixwast tûrikê bi bîranînên xemkêþ hatî dapisandin, ji mêjiyê xwe vala bikim û bavêjim. Bi pêçiyên lerzok min çavên xwe yên bi keder û kelegirî mizdida. Çarþeveke reþ ketibû ber þewqa awirên min yên hesretkêþ û min dixwast veçirînim. Ji ber kul û kederên temenê jar por li min spî û têkilhev bibû. Janêþa bêçare û bêderman hestên þên û þeng tarûmar kiribûn. Taya mirinê ketibû bedena min.
Wek civîkên ku ji ber hêlîna wêranbûyî pûrta canê xwe birûçikînin, min jî carnan mîna dînan di mûyên porê serê xwe re digirt û diþeqand. Tîrêjên þewqa finda odeya min wek agirpêta eþqa nava dilê min bû, wek kelkela þewata kezeb û cîgerê min bû. Tembûra bi dîwar ve dardekirî wek stûyê min bi sêdarê ve hatibû daleqandin bû. Stranên min lal û bêxwedî ma bûn. Dilê li min zîz bûyî di nava xeyalên min de bi kutekut diperpitî. Çêja arezûyên jiyana xweþik li ber toza felekê berba bibûn. Kul û birînên hinavên demsalên min dinalîn. Movikên piþta salên reben þikestibûn.
Li xerîbiya xopan bêhna xwekuþtinê ji pozê min difûrî. Xençereke kuh di qefesa min ya qeliþî re çûbû xwarê. Li nav axîn û gazinan di hilma dûmanê cixarê de qirik li min difetisî. Li ber pencera bendemanê radiwestiyam û min li dengê peþkên barana nîvê þevê guhdar dikir. Çipçipa çilkên baranê li ser cama hilmgirtî deng vedidan. Xwêdana xemgîniyeke kambax ji eniya qurmiçî diniqutî. Rondikên lal ji çavên melûl hûr hûr dibarîn. Min serê xwe danî ser balîfa êþê û kirasê bêxewiyê xwe li bejna þeva min pêçabû. Li nav nivînan çep û rast li ser milên xwe dizivirîm.
Ji parzûna xewa min ya herimî axîn û keservedan dipalîn. Li ber nalînan mijgulên çavên min hevmaçkirin.

Xizan Șîlan
2020-10-16
Stockholm

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark