Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beriya Mêrdînê û Êzidiyên wê

 



 Konê Reþ

  Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eþîrên kurdan lê akincî ne; Pînar Alî (Temikî, Koçekî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî (Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê Zirganê û ber bi rojava ve, dibe deþta Wêranþarê, ew jî cihê rûniþtina du eþîrên kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paþê. Gelek kalemêrn herêmê yên ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re gotin: Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 km ta bi rojavayî Serê Kaniyê bi 22 km, jêre dihat gotin Milan, xelecan û deþta Wêranþarê. Wek ku diyar e, herêma Wêranþarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê ji sedê salan ve, cihê eþîrên Kurdên Êzidî û misilma bû.


  Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber xela û cefayê ve, ji ber þerê êlitiyê ku di navbera kurdên Êzîdî, kurdên misilman û erebên misilman yên eþîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji Êzîdiyên herêmê tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe koçber bûn, ber bi rojhilat ve, xwe li çiyayê Þingalê û Kurdistana baþûr girtin, hin ber bi rojava ve çûn, xwe li herêma Mêrdînê û çiyayê kurmênc girtin û gelek ji ber zilm û zorê bûn misilman û yên mayî di beriya Mêrdînê û Wêranþarê de belav bûn.. Xwe di nav eþêrên Kurdên misilman de parastin û bi taybetî di nav Eþîra Milan de, bi herdu beran ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paþê, û piraniya wan roja îro dibêjin em Milî ne… Erê, roja îro gundên wan di nav gundên Ereb û Kurdên Misilman de belav in, lê mixabin pirraniya wan gundan Daiþê bûne kavil..

 
 Wêne: Ez û Hisoyê Hecî Reþo mezinekî Ezidiyên Beriya Mêrdîmê.

Konê Reþ, Qamiþlo, 02.08.2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark