Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gera Li Pey Þopa Dr. Nûrî Dersimî

 


Konê Reþ

   Di rojên 10-11-12/02/2009an de, bi serdaneke taybet çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc; (Deþta Cûmê, Þikakan, Ciyayê Lêlûnê û Navçeya Þêrewa), da ku hin pêzanînan li dor kurdên me yên resen Êzidîyan kom bikim. Di vê geþt û gerê de, çav bi gelek kesan ketim, bi gelek kesan re axifîm û min pirsa gelek kesan û tiþtan ji wan kir.. Di nav re jî, min pirsa hin navdarên kurd yên ku xebat û bizav di ber kêþeya gelê me de kirine; malê xwe û canê xwe di rêka welatê birîndar de winda kirine, ji wan kir.. Bêguman Dr. Nûrî Dersmî yek ji wan bû.. Di encamê vê geþtê de jî, min konê xwe di ser rojên Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî yên dawî de li Helebê vegirt.


   Dr. Nûrî Dersimî; Yê ku yekî bingehîn bû ji lehengên serhildana Dersimê a 1937an. Piþtî têkçûna serhildanê di dawiya sala1937an de û bidarvekirina bihiþtî Seyid Riza serokê serhildanê û her deh hevalên wî, Dr. Nûrî Dersimî ji neçarî û bi halekî xerab xwe gihand Sûriyê, bajarê Helebê. Û wiha her 36 salên xwe yên dawî li Helebê, di nav kurdên çiyayê Kurmênc de derbas kirin.
  Berî ku Dr. Nûrî Dersimî di roja 22/08/1973an de koça dawî bike, wî qewîtiyên xwe (wesyet), li dost û hevalên xwe yên nêzîk kiribû wek; Dr. Mihemed Cafer, Þêx Mihemed Þêx Îsmail Zade û hin din ku, roja bemire qewîtiyên wî bi cî bînin; yek ji wan qewîtiyan, ku wî li çiyayê Kurdaxê, di goristana þêx Henan de veþêrin, da ku her sibeh bayê çiyayê Dersimê bi ser de bibare.. A din ku darbesta wî di ber qunsilxaneya tirkan re derbas bikin.. a dawî ku, ew kîsê AXA çiyayê Dersimê, ku di bin palgeha serê wî de bû, di gorê de jî, di bin serê wî de deynin.. Û gotin; dema ku Dr. Nûrî Dersimî di sala 1973an de koça dawî kir, me ew qewîtiyên wî, wek ku wî dixwest pêk anîn.. Lê mixabin ji ber zilm û zora rêjîmê di wan salan de, gelek kes bi me re beþdar nebûn, newêrîbûn, ditirsiyan.. Bi helkeftina ku di roja 22/08/2020an de, 47 sal di ser koçkirina vî lehengê Kurd Dr. Nûrî Dersimî re derbas dibe, min jî, ev helbest wek bersiv lê vegerandiye:

Lehengo Nûrî Dersim!
Bijî Çiyayê Dersim
Jiyana te î dijwar
Va em bi zêr dirêsim

Bi saya kesên wek te
Bihiþt bibe mala te.
Xweþ silava bigihîn
Wan þehîdên rêka te;

Seyid Riza û Þêx Seîd,
Wan sofiyên wek Egîd
Xwîn rijandin bi merdî
Bi azadî, bûn mirîd

Bo rêka te î dijwar
Va em jî dikin hawar
Navê te diparêzin
Ji bihar, ta bi bihar

Ji Qamiþlo û Efrîn
Gul, kulîlka datînin
Ser gora te ezbenî
Dersimê bibîr tînin.

Konê Reþ/  Qamiþlo

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark