Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Festīvala xelata Qedrī Can

 


Bavê Zozanê

Di roja 8.8.2020 tebaxa du hezar û bîstan de li bajarê Essen ê li dewleta Almaniyayê
Yekîtiya gižtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê festîvala xelata Qedrî can li dar xist ku D.r Brahîm ê Mehmûd bi zelalî li ser kar û berhem û jiyana nivîskar Qerdrî Can axivî
Ji xwe di serî de kurê Qedrî Can ku ew bixwe jî li festîvalê amadebû hol û mihrecan tevlî ewî temenê xwe yê mezin, bi žewq û ronîkir,hêjaye gotinê ye ku pirtûkxana bavê xwe a zengîn û dewlamend diyarî yekîtiya gižtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê kir.


Kesên ku hatin xelatkirin ev bûn:
1.Mueyed Teyib (xelata helbestê) wergirt.
2.Fettah Tîmar (xelata Tor û wêjevaniyê) wergirt.
3.Edîb çelkî (xelata Lêkolîn ê) wergirt.
4.Heyder Omer (xelata Rexnevaniyê) wergirt
5.Zagros ê Haco (xelata Ziman ) wergirt.
Festîval ji rexê tilvizyona Rudawê ve bi rengekî zindî hate wežandin.

Qedrî Can kiye
Nivîskar û helbestvanê kurd Qedrî Can li gundê Dêrikê çêbûye ya girêdayî bi qeza Mêrdîn ê ve ku li bakurê Kurdistanê dikeve.

Navê wî Abdulqadir Ezîz Can e.
Navê dayika wî Eyžê ye.

Lê li ser sala zayîna wî tevlîheviyek heye,nivîskar Mehemedê kurê Ozon û Feratê Cewerî di pirtûka xwede Huner û Wêje ji wežanên Nûdem ê çapa yekê Stokholim 1996 wisa dibêjin ku Qedrî Can sala 1919 an de hatiye ser ruyê goka zemînê.

D.r Îzedîn Mistefa Resûl dibêje ku sala zayîna nivîskar Qedrî Can 1916 ye,dixuyê ku D.r Resûl ev zanyari ji pirtûka xanim Rewžen Bedirxan wergirtiye ku hêja Rewžen Bedirxan di pirtûka xwede (Pelin ji wêjeye Kurdî) sala 1916 wek sala zayîna nivîskar Qedrî Can tekez dike.

Rojnamevan Hesen Qaye di rojname(Dîmûqratîk)de sala 1911 wek sala zayîna nivîskar Qedrî can nîžan dide.

Nivîskar Edîb Nadir di gotareke xwede di kovara(Metîn)de,dibêje ku nivîskar Qedrî Can di sala 1911an de çêbûye û 9.8.1972 çûye ber dilovaniya xwedê.

Profîsorê hêja Qenatê Kurdo di pirtûka xwed e(Mêjewa wêjeya Kurdî) bi firehî li ser nivîskar Qedrî Can dibêje wisa jî li ser çîrok û helbest û nivîsên wî di sekinê, lê sala zayîna wî diyar nake.

Du palpižt du dîkoment hene ku sala 1911 an wek sala zayîna hêja Qedrî Can pižtrast dike, ya yekem palpižta girêdana kufletbûnê ye ango hevjînbûnê ku sala 1911 wek sala zayîna wî têde hatiya nivîsandin,ya didiwan di  palpižta xwendina wî de li Qonayê ku sala 1911 wek sala zayînê di karta amojgehêde hatiye qeyd kirin,tomarkirin.

Lê eger em li çîroka nivîskar Qedrî Can ya bi navê   (Pažgotin) vegerin ku di sala 1943 nivîsiye,ew bi xwe di çîrokê de dibêje( ku berya 25 salan birayê min çavê xwe girtiy- hîn jî dibêje-wê çaxê ez zarok bûm ,temenê min dor 6-7 salî bû.)vêce eger Em bi rengê matametîkê li çîrokê meyzekin û em bîst û pênc salan vegerin bi žûnd e ku mirina birayê wî Fethî wê di  sala 1918 çêbûbe wisa jî  temenê zaroktiya wî hinganê ku 6-7salî bû ,em jê bikujin dêmek wê sala 1911 sala raste be wek sala çêbûna nivîskar Qedrî Can

Dêmek gitina Ozon û Cewerî ku sala 1919 tekes dikirin žaž e ,wusa jî ya D.r Resûl û ya Rewžen jî ku sala 1916 nîžan dikirin.

Jiyana nivîskar Qedrî Can ya wêjeyî
nivîskar Qedrî Can ji ber kar û xebata xwe ya netewî ,zû dev ji welat qeriye ji ber ku hîn temen 17 salî bû deselata Tirkî feremana bi darvekirina wî deranî lome mecbûr ma ku dev ji xwendina xwe ya di warê mamostatiyê de li amojgeha Qoniyê berdê,wê çaxê ku di sala 1928an de bû,ewî û hevalekî xwe berê xwe dane bin xetê rojavayî Kurdistanê ku hêja Helbestvanê mezin Cegerxwîn dibêje li Amûdê min pêžwaziya du xortên xwedî -Lîs e- kir,helbet ew bixwe nivîskar Qedrî Can û hevalê wî  Režîdê Kurd bû.

Li binxetê nivîskar Qedrî Can zû xwe hînê zimanê Erebî kir ,selakê tenê di ziman de bû pêrfêkt lome berê xwe da amojgeha Selemiyê ku bajarokek e girêdayî ye bi parêzgeha Hema ya Sûrî ve, di bežê- mala mamosteyan-de xwend, li wir du salan xwendina hîkirina karê mamostatiyê tewa kir
Li Entakiye karê mamostayê  kir pažî zivirî Amûda rengîn ,li wir jî karê xwe berdewam kir ta sala 1942 bû rêvebirê dibîstanê.
Pižter çû Žamê li tara kurdan mamostatî kir,ji ber karê wî yê netewî deselsta Firansî ew veguhastin žaryariya zanînê wek karmend li wir karkir ,bihtirî wisa jî ew ji karê zanînê û ji karê xwendinê bi tevahî dûrkirin,vêce ew veguhastin rêvebiriya gižtî ya karmendan li Žamê.

Li wir jî çalakiyên xwe berdewam kir ,tevlî komela -Dilxwazên azadiyê- bû..

Ji xwe em karin bêjin ku ew nixuriyê kovara Hewarê bû ku ji sala 1932 an de dest bi nivîsadinê di kovara Hewar ê de kir wisa jî Ronahî û Roja nû pêvî wan jî.

Hebesta nivîskar Qedrî Can- Riya taze- di sala 1936 an de di Hewar ê de hate wežndin ku dengek mezin wê çaxê da ji ber bi rengekî nûjen nivîsîbû,ew helbest wek piraniya helbest û prosayên Qedrî Can bi zimanekî kurdî xurû û resen hatiye nivîsandin û reh û kokên nûxwaziyeke rasteqîn hembêz dike

 Hin Helbestvan û Rexnevan dibêjin ku helbesta riya taze helbesta nûjen ya yekeme di wêjaye Kurdîde ewê wek kêlikekê di nêv bera helbesta kilasîk û modern de dibînin,çawa ku cotyaran zeviyên xwe bi kêlikan ji hev diveqatandin wisa helbesa nivîskar Qedrî Can- Riya taze- herdû žêwê helbestê ji hev cuda dike:
Ew perdeya rež tarî
Ko ji ževên rež diyarî
 Min
Ji rûyê xwe kižand
Li ber çavê xwe çirand
Û avêt
Avêt pižt sed çiyayî
Nava hezar deryayî
Min gemara guhê xwe bi
 Zememeke nûh žûžt     
û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kužt
Ji xwe Gula sor hunermendê hêja Ciwan ê Haco bi deng û awazê xwe strandiye ku helbest bi xwe ji gotinê nivîskarê bijin bilind Qedrî Can e:
Gula sor
Hilbû jor
Bîn da dor
Gula sor ..Gula sor
Li paž çiyayê Qaf žên bû
Alem jê re vîn bû.

Ji bo em jibîr nekin nivîskar Qedrî Can hevalê Osman Sebrî bû ku di kovarên heyî de dinvîsandin wisa jî hevalê Mihemed Selîm beg û Ceger xwîn û Qedrî Cemîl paža û hevalê xwendinê Režîd ê Kurd bû.
Sala 1931 nivîskar Qedrî Can wek endam li  konigrê Xuyabûn ê amede bû.

Di sala 1957 çû Mosko paytexta yekîtiya Sofyata berê,wek endam bû di žandeka lawên kurd de, bo hevpar bin di Mihrecana žežan de ya lawên Cîhanî .

Li wir serdana  serdarê hêja Mela Mistefayê Barzanî kir û helbestek bedew bi navê-Serdarê Kurda Berzanî-diyarê serok kir:
Serdarê Kurdan..Berzanî
Berzanî..Berzanî
Di cenga welat de
Di meydana xebat de
Pehlewan
Qehreman
Tuyî
Bûyî
Hîmî Kurdistan.

Berhemên Qedrî Can
Di sala 1957 wek pirtûkek helbestan çêkir.
Pirtûka alfêbêya kurdî ji bo hînkirina ziman damizrand.
Jimarek baž ji çîrokan nivîsiye
ku nivîskar Qedrî Can bi xwe dibêje ku ew çîrok  wek pelên ku ji pirtûka jiyana min hatine çirandin , îro perçyên wanî rizyayî belav dikim: Guneh,Sor,Rojên derbas bûyî,Nêçîra Berazan,Bihara Dirikê,Roviyê xapînoker, û hd
 Di warê wergirandinê de nivîskar Qedrî Can karekî bê hampa kir ,xepatek dûr û dirêj û buha avakir 
-Romana Erebê Žemo(Živanê Kurd) wergiand  zimanê Kurdî
-Pirtuka nivîskarê Rûsî Pêtrov -Bajarê Zenbeqan-wergirand zimanê Kurdî
-Ji Erebî jî çêrokên nivîskarê Misrî Mistefa Lutfî Menfelotî wek -Mûyê sipî- wergerand zimanê Kurdî

Xisalên çîrokên Qedrî Can

Hêja Qedrî Can hemî çîrokên xwe  bi zimanê kurdî nivîsîne,ku pihtirî wan li ser jiyan û zarokti û gundê wî Dêrika mazî ne,ew bi xwe ji endamê dibîstana Riyalîstî nûjen tê jimartin.
1.Ziman:
Zimanê ku nivîskar Qedrî Can di çîrokên xwede bi kar aniye zimanekî sadey e ,zelal e,hesan e,resen e,bê çêkirn e normal e xuristiye eynê zimanê bav û bapîrê meye,xwîner di xwendina çêrokê de nawest e.
2.Hûnandin:
Çîroka  nivîskar Qedrî Can bi rengekî Sînamayî hatiye nivîsandin,hêja Yelmaz Gunay têne bîre xwîner,  dema ku  ti çîroka Bihara Dirikê dixwênê tu diramê ku te ew dever dîtine,wek kodakê di  destê wîdeye û wêneyên deverê yek bi yek nažî te dike..
Wisa jî çîroka Nêçîra Berazan ku bi rengekî balkêž her tižtî diyar dikê lepik,gore ,agir, sayê wan,baran ,çek û bergê wan.
3.Hizrê ntewî û yekîtiya welêt:
Apê Qenatê Kurdo dibêje ku nivîskar Qedrî Can cihekî layiq di wêjeya kurdîde standiye ewî wek kesek welat perwer û welat hez nîžan dide
Ji xwe pihtrî çîrokên nivîskar Qedrî Can li ser evîna welatin ku di çîrokeka xwede nižan dide ku darê bi tenê zû tê žikandin li qevdê wan nayê žikandin..Ji xwe nivîskar pir caran ji ber pir sedeman bi rengê dîrek yek ser na nivîse lê remz û nîžanên  nivîskar Qedrî Can ežkerene di çîrokê de ku xewn û xeyala wî welatek serbixweye û  Kurdistanek azad e.

 

 

 

 

 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.63
Bi Tevahī Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark