Konê Rež Cemîlê Seyda; ev ê bi nav û deng, yê ku di sala 1925an de beždarî di žoreža Žêx Saîd kir û pižtî beravêtina žorežê, wek gelek hevalên xwe, xwe li nav kurdên Binxetê girt.. Fransîzên ku di Sûriyê de desthilat bûn ew jî, wek pirraniya welatpêrêzan kurdan li Sûriyê, dûrî sînorê Tirkiyê kirin û li Žamê ew kirin bin rûnižtina zorê de.
Min ji gelek kalemêrên herêmê ev çîroka Cemîlê Seyda û çûna wî û hevalên wî ji Binxetî bo Serxetê/ Bakurî Kurdistanê ji bo alîkariya û serhildana Dêrsimê.
Dibêjin: Di dawiya Bihara 1937an de dema ku serhildana Dêrsimê bi
serokatiya Seyid Riza dest pê kir, Cemîlê Seyda digel Evdilrehîm birayê
Žêx Seîd, Selahedînê Seydxan, Sedîq û Selîm du mezinên ežîra Heyderan,
Emîn ji Stwrê û 10-15 neferên din digel Litfî Çawîž- (Hin dibêjin; navê
wî Huseynê Sawirlî bû û ew ajanê mîtê Tirkan bû)- ji Beriya Mêrdînê,
gundê Herem Rež, odeya Hisênê Axayê Asaad axayê ežîra Temika karê xwe û
derbasbûna Serxetê kirin.. Dibêjin; Berî ku bilivîn û berî xwe bidin
Bakurî welat Hisên Axa ji wan re gotiye; We barekî giran daye ber xwe..
Cemîlê Seyda lê vegerandiye: "Ma bela ew rezên me bixwin û em di nav
tirabîlkê de bin..?!"
Dibêjin; derbasî tikiyê bûne.. Pêleke baž di
nav xaka bakurî Kurdistanê re mežiyane da ku xwe bi serhildana Seyd Riza
ve bigihînin.. Lê mixabin bi rêde, ew hevalê wan, yê bi navê Huseynê
Sawirlî an Litfî Çawîž ku ajanê Tirkan bû, li wan mikur hatiye û di
encam de, di nav wan û ležkerên tirko de žerekî dijwar derketiye.. Ta ku
Cemîlê Seyda û hevalên xwe hatine kužtin û žewitandin.. Û dengbêjan
staran avêtine ser, nexasim Evdilo dema ku di stirana xwe de dibêje:
"Lo axayo lo Axayo! Çend cara min ji te re got; pižta xwe nede Litfî Çawîž, xayine, hevalê tirkayo.."
Dibêjin; berî ku Cemîlê Seyda bê kužtin, wî Litfî Çawîž an Huseynê Sawirlî kužtiye û heyfa xwe û hevalên xwe jê hilaniye..
Herwiha dibîjin; dema ku derbasî Serxetî bûne, bi roj xwe vedižartin û
bi žev dimežiyan ku xwe bi meqseda xwe bigihînin.. Ževekê xwe li odeya
mezinê gundekî girtine da ku gezek nan bixwin. Derbasî odê bûne, dîtine
xwediyê wê di ser žîva xwe de ye, silav lê kirine, lê wî hema bi serê
zimanê xwe bersiva wan vegerandiye û ji wan re negotiye derbas bibin û
kerem bikin..! Serê xwe kiriye ber xwe de û xwarina xwe xwariye.. Cemîlê
Seyda û hevalên xwe ji hev re gotine; Welleh heqê wî kužtine.. jê
geryane û di rêka xwe de derbas bûne.. Pižtî nîvsaetekê, dengê qupînekê
hatiye û ew gule li pêž wan ketiye, bi dengê guleyê re dengek hatiye
wan; Vegerin! Xwarina we li ser agire.. Wan lê vegerandiye; tu kî ye? Ji
wan re gotiye; ez ew ê ku berî niha hûn çûbûn mêvaniya wî û ji we re
negot; kerem bikin..! Dibêjin Cemîlê Seyda jê re gotiye; Willeh heqê te
guleyek bû.. Ma pižtî çi em ê vegerin.. çima te wilo kir û çima niha tu
wilo dibêje?! Mêrik lê vegerandiye; Gava hûn hatin delxeya xalê min î
pîs li min xistibû.. Pižtî hûn bi rê ketin, delxeya xalê min î baž hate
min.. Bi Xwedê wa xwarina we li ser agire, ya hûnê min bikûjin ya hûnê
vegirin.. Dibêjin; pêre vegeriyane û xwarina xwe li mala wî xwarine.
Qamižlo 18/6/2020