Dîrokeke dagirtî û pêžerojeke gež
Di çardehê Cehzerana sala 1957an de û berî bi 63 salan hejmarek ji pêženg û tekožerên kurd yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê ( Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî ) damezrandin ji bo rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û xewn û hêviyên gelê kurd di welatekî Demoqrat de pêk bîne, Lê pižtî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu welatan Sûriyê û Misirê de çêbû wê demê dest bi girtina xebatkarên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemî heval û dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji Lêxistin,kehrebe û kotek û ižkenceyên hovane, Lê vîna gelê kurd û Hižmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan celadan bi hêztir bû, Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiya me biryarek stand bi vêxistina Agirê Newrozê li sêsid û žêst gundî kurdaxê da ku neyarên gelê kurd zanibin ku kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî, Ji wê rojê de hižyarbûna netewî di nav gelê me de dest pêkir.
Li ser Asta Nižtimanî ya Sûrî
Pižtî
sala 1970 partiya me zêdetir di nav tevgera nižtimanî ya sûrî de xebitî
û bi rolekî çalak di nav meydana siyasiya sûrî de cih girt û bi taybetî
di dema damezrandina (Ragihandina Žamê) de û wiha xebata xwe berdewam
kir di meydana nižtimanî ya sûrî de , Lê pižtî ku bayê guherînê bi ser
Rojhilata Navîn de hat partiya me daxwaza li darxistina kongirekî
nižtimanî kurdî kir û bang li hemî aliyên tevgera kurdî kir ji bo li
darxistina kongira kurdî.
Li ser Asta Netewî ya Kurdî
Ji
roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê di
çardehê Cehzerana sala 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna
kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , Û bi dirêjahiya salan ji jiyana
xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di pižtgiriya tekožîna gelê
kurd li Kurdistana Bažûr , Bakur, û Rojhilat de , û di vê derbarê de
kedkariyek mezin daye , Herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna
peywendiyên du alî bi tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re li ser bingeha
rêzgirtina gelê kurd û doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û
herdem tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li
Kurdistana Sûriyê û ji bo pêkanîna xewn û hêviyên miletê me di welatekî
Demoqrat û Azad de , Lewre Partiya Pêžverû bi dirêjahiya salan rastî
gelek dûjin û astengiyan hatiye û gelek êž û azar dîtine ji çavsorî û
zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me û herî zêde hovîtiya wan bi
kadir û hevalên me re ji kehrebe , kotek û ižkenceyên giran ji aliyekî
ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve ,
Herwiha di jiyana me ya Partîzanî de û di gelek qonaxên xebatê de žerê
me hatiye kirin carekê bi behaneya Markisiya Lênînî û carekê jî di bin
navnîžana Berzanî û Berzanîzmê de, Tevî ku dijminê me bi tundî žerê me
dikir , Lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî
nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî, û li hember vê yekê
li gor karîn û zanîna xwe Partiya Pêžverû herdem bi vîna gelê kurd û bi
rêbaza xwe ya hižmend xebat û tekožîna xwe berdewam kiriye ji bo Azadiya
gelê kurd û parastina xaka kurdî.
Hevalên xebatkar û cefakêž
Bîranîna
63 saliya damezrandina partiya me li me dibe mêvan Bûka welatê me
Herêma Efrînê û Serê kaniyê û Girê sipî hîn di bin agirê dagîrkeriyê de
ne, Dewleta Tirk bi hovîtî û çavsoriya xwe berê xwe da gelê me yê
Azadîxwaz û mirovhez û bi direjahiya 58 rojan bi hemî çekên xwe yên
giran berdewam bû di topbarankirina bajarê Efrînê de , Li beramberî vê
bêtarê Patiya Pêžverû xwedî helwestên wêrek û bîrbir bû li pêž dost û
dujminan û bi taybetî žermezarkirin û nebeždarbûna me di kongireya
(Sotžî) de û gelek pêžinyar û destpêžxeriyên din hatin kirin wek :
Radestkirina Herêma Efrînê ji Dewleta Sûriye re da ku rê li ber
dagîrkerên Tirk were danîn ji ber ku Herêma Efrînê Herêmeke Kurdî-Sûrî
ye , Herwiha pêžinyarkirina vekižîna hêzên Ypg ji aliyekî ve û vekižîna
hêzên Tirkî ber bi sînorê dewleta xwe de ji aliyekî din ve û avakirina
rêveberiyeke sivîl ji xelkê herêmê re , Lê mixabin kes bi Hawara me
nehat û pižtî pêncî û hežt rojan hêzên dagîrkeriya Tirkî û çete û
çolaxên bi navê artêža nižtimaniya sûrî (Artêža Azep) têne naskirin di
bin silogana (Elah û Ekber) de derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û dest
bi talankirina vê herêma bêrdar kirin.
Di vê çarçewê de û di
derbarî vê rewža awarte û hestiyar de ya ku di ser welatê me re derbas
dibe Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd Du kongir girîng û çarenûsî
kongirê Çardemîn û Pazdemîn li darxist , Di herdu kongiran de jî bi
helwestin wêrek û biryarin pêžketî û bi pirojeyeke rêzanî nuh li gor
nêrîn û rewža gelê kurd li Kurdistana Sûriyê bi derket û herî zêde li
ser du xalên bingehîn rawestî : Ber bi Sûriyak Demoqrat û yekgirtî dûrî
tund û terorê.
Yekîtiya Helwesta Kurdî di vê dema nazik û hestiyar de û avakirina biryara rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Li ser Asta Kurdistanî
Pižtî
63 salan ji kar û xebata partîzanî , Partiya Pêžverû pabende bi rêbaza
xwe ya netewî di pižtgîriya Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de, û bi
vîna gelê xwe di xebata xwe de berdewam e , û Tekožîna xwe di ber
berevaniya doza kurdî li Kurdistana Sûriyê dike û herwiha partiya
pêžverû bi rolekî girîng radibe di nêzîkirina hêzên kurdî de û di
xêzkirina siyaseta kurdî de di nav tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de.
Bi
hatina vê roja pîroz û žadî Ez bejna xwe li ber giyanê damezrener û
sekreterê partiya me Mamoste Ebdilhemîd Derwîž û hemû pêžengên ku rêya
xebatê ji mere vekirine diçimînim.
Herwiha ez germtirîn silav û
pîrozbahiyan li hevalên xwe di Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî de
dikim Herwiha ez hemî heval , dost û xebatkarên partiya me silav dikim û
cejina tevahî gelê Kurd pîroz dikim û Hawara xwe dighînin hemî
rewženbîrên me kesên Partîzan û Serbixwe û ez dibêjim ber bi xebatek
zêdetir ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û pêkanîna xewn û hêviyên gelê me
di welatekî Azad û Demoqrat de.
Bijî bîranîna (63) saliya damezrandina P.D.P.K.S
Sed silav li giyanê heval Ebdilhemîd Derwîž û li giyanê hemî hevalên me yên damezrener
Sed silav li giyanê Pakrewanên Partiya Pêžverû û li hemî pakrewanên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê
Mirin ji neyarên gelê Kurd re
Serkeftin ji doza Netewî ya Kurdî re
13 / 6 / 2020
Hižmend žêxo
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê