Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Terora mamosteyź me

 


Idrîs Hiso

Mamoste Emar ji parêzgeha Laziqiyê hatibû, li gundê me bibû mamoste, di dema wî de ez pola du yan sêyem bûm, wate destpêka salên notî bû, baž nayê bîra min.
Di wan salan de, hîna jî deverên me xwedan kem û kurtî bûn û mamoste ji bajar û parêzgehên din yên Sûriyê dihatin gundên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji wan jî gundê me Torilyas.


Gundî pažketî û di bin nîrê nezaniyê de dijiyan, mamoste çend baž ba, an çend xirab ba xwedan qedir û qîmetê xwe bû, ji xwe maosteyê ku li zarokê wan nedixist, li ber dilê wan ne baž bû, û digotin ew zarokan natirsîne, zarok jî dê nexwînin, çinku di mejiyê gundiyan de ew bîrok hatibû meyandin, xwendin û zanîn bi lêdan û çavsoriyê dibe. An jî mirov têdighê ku dibistan deszgeheke hikûmî ye û divê lêdan û hêzê bikarbîne, an jî wê ne cihê rêza xelkê be?!!
Bi her halî em ji mamosteyan gelekî ditirsiyan, ji tirsa me ne tenê dersên xwe ji bîr dikirin, lê mirov carinan navê xwe jî jibîr dikir.
Mamoste Emar , xortekî nûhatî bû, her sibeh ji xwe žiyar dibû tê bigota qey serxwež bû, çavên wî sor bûn, kifrî dikirin, wê wextê me ji wî fahm nedikir, me digot qey mamoste ji mafê wî ye çi bêje û çi bike.
Roja ku Emar bi mizacekî nexwež ba, em diketin tirsê de, ji ber li me dida.
Ez dibêjim belkî desthilatdariya Bass ew neçar kiribûn ku ji Laziqiya xwež were wî gundê me yê belangaz û li dawiya dinyê, karê xwe bike.
Rojekê ji rojên Buharê, gihayê zemîn xemilandiye, li her derê gul û çîçek, tilûr jî awazên xwe dibêjin, žaxên daran li ber sira bê dîlan û sema dikin, serê wê sibehê em ji malên xwe derketine, cilên me yên xakî liber me ne, berdilk, kum û folarên me siloganên partiya Bass li ser in, van siloganan reng û dengê xwež ên Buharê têkdabû.
Wê sibehê em gihžtin dibistanê, Emar ji xwe rabibû, me siloganên partiya Bass bi dengê bilind gotin, deng ji žaxên daran, ji civîk û tilûran biliya, her hinek ji wan bi deverekê ve çûn.
Emar ji xew rabûye, çavên wî sor in, bi mêžên ser pozê xwe re žer dike, derbasî pola me bû, deng ji me biliya, bêyî ku silavê li me bike, dest bi dersekê kir û got: Çi kesê ku îro waneya xwe nizanibe wê rastî lêdaneke nebaž were.
Ji tirsa gelekan ji me waneya xwe ya bîrkariyê jibîr kir,kîjanê ku bersiva xwe neda, Emarê terorist bidaran li destê wî da, li keçan da û li kuran jî da, gelekan ji wan zarokên bê guneh bi xwe ve mîz kirin, ava rûndikên wan û mîza wan tevlîhev bû û wî bêbavî bi sixêf û cûniyên bi Zimanê Erebî didan, niza ji kê re didan û me jî wê wextê nizanîbû bê çi dibêje, lê bi tenê pola me wê rojê wek gelek rojên din bibûe odeyek ižkencekirinê.
Gewîlan
01.05.2020z
Rojnameya Kurdistan hejmara 174, 01.06.2020

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark