Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Rewþenbîrên kurd: Radeskirina Selîmî welatkujî ye! Edalet ji bo Þehîd Mistefa Selîmî!

 


Komek rewþenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd, derbarê þehîd Mistefa Selîmî nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê kirin û daxwaza lêkolînê derbarê keysa Selîmî de kirin.
Rewþenbîr û nivîskarên kurd, Mehdi Zana, Kone Reþ, Veman Linevai, Þeyhmus Ozzengin, Bubê Eser û Laleþ Qaso, derbarê girtiyê kurd Mistefa Selîmî de ku çend roj berê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq kirin.


Di wê nameyê de rewþenbîrên ragihandiye: “Birêz Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq, wek ku cenaba te jî dizane, Mistefa Selîmî yê ku wek endam û pêþmergeyekî PDK a Rohilatê Kurdistanê bû, di Nîsana sala 2003an de ji bal pasdaran ve hatibû girtin û li girtîgeha Seqizê bi cih bûbû, Mistefa Selîmî piþtî 17 salan, di 17ê meha Adara sala 2020an de ji girtîgehê direve Baþûrê Kurdistanê û li bajarokê Penciwînê xwe teslîmî asayiþê YNKê dike.”
Herwiha di nameyê de tê gotin, “Mistefa Selîmî piþtî ku li herêma Silêmaniyê rojekê binçav dimîne, ji bal heman asayiþê ve, sed mixabin radestî pasdarên Îran dibe û pasdar jî di demeke kurt de, bi cezayê sêdarê dawiyê li jiyana vî mêrxasê Kurd tînin!”
Rewþenbîrên jurd tekez dikin, “Sosreteke mezin e ev! Bêbextî û xiyanet e. Navê vê welatkujî ye. Pêþmerge welat e û welatkujiyê rûda ye! Miletê kurd xemgîn, welat xemgîn, Kurdistan xemgîn e! Em wek ronakbîr, pêzan û rêzanên, alîgir û dilxwazên doza kurd û Kurdistanê, vê xiyaneta mezin þermezar dikin, ji  Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi dilekî þikestî daxwaza ku bi hemû hêza xwe ve li ser vê karesata kesnedîtî raweste, asas berpirsên karesatê derxîne holê û teslîmî edalet û yasayên Kurdistanê bike!”

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark