Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: WELATO

 


Osman Îso

ji  xwîna  pakrewanan
giyanên axa me
tene bi tene
dûr û kûr
zîl dane
dilopên pîroz ji kaniyên zaroka
keserên dilșikest î ji hinavên dayika
heft asîman li ezber kirine   û
li ser baxê  ronahîya bi  kul
pal vedane


*******
AAAAx Welato
deryayên  cîhanê digrîn li ser te   
çilpik  bi çilpik
di nav xuya sekranê  de
lal , șor û șîn bûne
******* 
AAAAx Welato 
Gundên bi ser kavilên xwe de dinalin
îro
Di nav rûpelên  tariyê de
tev ji bîrbûne
erêêê   erêêê Welato
******* 
zinarên  çiyayên Lêlûn
yên di çavên
berbanga cîhanê de
roj hildane
 û lêmiștên  îskender
  û bablîskên hovane
kedî kirine
der bi der
îro dișewitin
 li benda te 
lal bûne
AAAAX Welato
Hurç , hov û  rovî
Li  nav daristanên  te
Kom bûne
hevdên riya yên  dirêêêêj
bûne mar û li nav  șikêrên te
belav bûne
qurșînên êlî û olî 
li  ser  sîngê te
gur bûne
lê leheng bûne lehî û kember
û mirin ji wan re bûye ava kewser 
 awazên berevaniyê bûne bilbul
li aso belav bûne
û di bin bêhna kulîlkan de
sînorên ji siya xwe vediciniqin
 serxweș û winda bûne
********   
AAAAxWelato
dîroka me kayîkê dike
ramanên stewir mêrxazan
winda dike
tamarên zanînê hil dike
milet ji hev cuda dike
****** 
erêêê Welato
AAAax Welato
tenê perçebûn
di nav te de
her dimre
di xwîna me de
zîl dide 
û serî bi hêz hil dide
û dilê  kurda
dax dide
dax dide
dax dide 
AAAX Welato
19 – 4 – 2014


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark