Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Hîn

 


Osman Îso
 
Di hembêza welatê me de
Kulîlk û bêhn
nameyên evînê
ji hev re bi rê dikin
di çavên hev de xew dikin
û hîn evîndarên hevin


****
Geyayên
gund û bajarên wêrankirî
hîn bi hêz in
ruyên zemîn  nepirçek dikin
Serên xwe ji ronahiyê re hil didin
û hîn zîl didin
****
Stêrkên me
hîn di dilê tarîyê de þax didin
û çavên hêviyan kil didin
****
Bêhna axa sewdayî
ji lêvên baraneke dînok
Hîn...
bi raman û xeyalên min re
govenda eþqê li dar dixwe
û awazên genim î û zêtûnî
mîna çavên EFRÎNÊ
di xwîna min de saz dike
û li aso belav dike
****
Paþila zarokan
Hîn
nanê sêlê hembêz dike
û bi berxikên xemgîniyê û belengaziyê re
lîstikan bi deziyê sibehên xunavî
û hurgiliyên çiya û newalan re dirêse
û eger zarok westiyan
û pêrçemokên birçîbûne
dilê wan jar kir
Zarok rûhenarên nanê sêlê
bi pelên pîvazan fodil dikin
û tev kenekî sadeþêrîn
desmala xwarinê li ba dikin
****
Biharên Kurdistanê
ji kenê
Leyla Qasim , Rewþen ,
Ferînaz,Arîn
û Avêsta
hîn pêlikên xwe dixemlînin
****
Xecxecok
bi biskên biharê re
hîn li ser sîngê bêderan
dilîzin û bi orzelkan guhên
buhara  bextewer þa dikin
û dilê Adarê bi þeyê þahiyê
þe dikin û êþan rêþ dikin
Çîçekên þevê
Hîn
keriyên tarîyê
li pêþ þivanan lal dikin
****
Berbang
Hîn
bi sîmfonîya dengê dîkan
ji nav gulîstana mijangên te
hêþiyar dibe
EFRÎNA me
****
Zivistana dîn û
êzing û betrola zêrîn
û cotkarê dilbirîn
Hîn dildarê hevin
****
Bîranînên penaberan
Hîn
bi basikên hêviyan
li hêlînên xwe digerin û
li xewnên xwe sîwar dibin
û vedigerin
****
Hîn
Heft bilbilên qeþeng
hest û hestiyên min
bêhnxwaþ û germ dikin
****
Hîn û hîn û hîn
Ax ,dar ,dîwar
û çîçekên behîvan  miçiqîne
bendewarin
li benda me ne


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark