Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kî qenc e? Û nirîna me.. Ji folklora kurdî

 


Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Rojekê ji rojan Melik  ji şalyarê xwe pirsî;Di baweriya te de,kî qenc e mirovê belengaz yan mirovê dewlemend?
Şalyar got:Xweda temenê te dirêj bike Melikê min,di nirîna min de, mirovê dewlemend ji yê belengaz  qenctir e;ji ber ku  mirovê dewlemend  kane  rindiyan  bi kesan bike,lê mirov nikane sûdê ji kesên belengaz bibîne.


Melik dîsan  li şalyarê xwe vegerand û got:Na!Gotina te ne rast  e,qencî bi peran netên pîvan, ji ber ku qencî ji dilan derdikevirn û tu binêhere çiqas mirovên dewlemend hene, lê ew nikanin  sûdê  li kesên din bikin ,ji ber ku  dilên wan  ne baş in û ew ne dilovan in .
Şalyar bêdeng dibe,lê ew li ser nirîna xwe jî dimîne û baweriya Melik napejrîne,lê Melik  biryar istand ku şalyarê xwe di bin taqekirinê re derbaz bike. 
Melik êvarê kincên  kalemêrekî  parsekir li xwe kirin  û bi awakî ji awayan  rûya xwe peçinê û xwe hilpesart  çûvekî û çû  mala  şalyêr,ewî li deriya şalyêr xist,şalyêr  derî vekir,Melikê parsekir bi şalyêr re got:Ez  kalemêrek im  û ez ne ji vir im,hindik maye ,ez ji birçîna re bimrim û bi ser vê de jî ez bê mal im.
Şalyar li kinc û rûya kalemêr temaşe dike,rûya xwe tirş dike û deriyê li  ser rûya wî  de digre,lê kalemêr li ber Şalyêr digeer û dixwaze ku ew wî derbazî mala xwe bike.Şalyar dîsan bi zimanekî pir xerap li kalemêr vegeran û got:Tu bi lez ji vir here,tu dixwazî bi kinc û lingên xwe yên qirêj û gemarî mala  me jî  genî bikî û bi ser da jî ewî yekser çûv ji dest  kalê  bir û li serê kalê  xist û ew birîn jî kir û bi kalê re got:Eger tu niha ji pêş deriya malê venegerî ,ezê  te li vir bikujim .

Melikê kalemêr  vegerî  û  di rêkeke din de  çû û çû,ew  di riya xwe de dere,ew li  ser rêkê ronahiya çirekê dibîne  û ew xwe li wê ronahiyê digre û dere wê malê .
Ew di rodanka malê re dibîne ku pîrejinek û lawê xwe  ve şîvê dixwin, Kalemêr li deriya pîrê dixîne,pîrê  deriya malê ji kalê re vekir,kalê tavildanê  bi pîrê re got:Dayê tu pêşwaziya mîvanan dikî ?
Pîrê li kalemêr vegerand û got:Erê rast e,mala me pir  biçûk e,lê bi dilşadî  kurê min,fermo  kurê min!Cihê te heye,kalemêr derbaz hundir bû,pîrê solên wî ji lingan derxistin,kalemêr  rûniş,pîrê serê kalê derman kir û paşê ji wî pirsî,tu dixwazî ez çi şîvê ji te re amede bikim? Giyanê min ji te re  qurban e kurê min.
Kalemêr li pîrê vegerand û got:Ez ji pir xwarinan parêz im,lewra ez dixwazim gurçikên berxan bixwim,lê berê jî;lawê pîrê salekê şivan bû,ewî ji ber cevayê xwe ve heft berx ji xwediyê pêz  birine,pîrê di guhê  lawê xwe de got:divê tu nih heft berxan  serjêkî!Lawî pîrê bi lez heft berx  serjêkirin û şîv ji kalemêrê mîvan re danîn,kalê li vê malê xew kir û di roja din de spasiya pîrê kir û ew ji malê derket.
Di roja din de  kalemêrê Melik  hemû peya ,dost û şalyarê xwe  vexwndin  cem xwe û ewî bi şalyarê xwe re got:Têye bîra te ku me berî çend rojan çi digot û min ji te pirsî,kîjan  mirov  baş e,yê dewlemend,lê yê belengaz ?
Şalyar got:Erê,gotinên  me têtin bîra min  û ezman (Xweda )te biparêze, lê ez hîn li ser baweriya xwe me,ez dîsan dibêjim:Mirovê dewlemend ji yê belengaz  baştir e.
Li vir Melik tavildanê ferman daye peyayên xwe ku ew herin wê pîrê mîvanperwer  hûnin cem wî,ew çûn cem pîrê  û bi pîrê re gotin:Melik  te dixwaze.Pîr tirsiya û di ber xwe de got:Belkî mîvanê me li cem Melik  bi xerapî li ser me dengkiriye.pîr û lawê  xwe ve çûn cem Melik û bi rêzdariyek mezin silav dane Melikê xwe.Melik gote wan:Fermo, fermo! Danîşin û ewî bi  beşdarên din re jî got:Hûn jî rûnin û baş guhdarî min bikin !

Melik dîsan ji şalyarê xwe re got:Dêmek tu nirîna xwe naguherî,kî qenc e?Şalyar dîsan bi Melikê xwe re  got:Xweda temenê te dirêj bike!Lê ez dîsan dibêjim mirovê dewlemend qenc e,mirovê bê sermyian nikane qenciyê bike.
Melik  yekser  ji beşdaran re serê xwe açiq kir  û bi şalyarê xwe re got:Erê tu pir  rind î !Ev  birîna ku te li serê min kiriye ,nîşana qenciyê te ye,ma ne weha ye? Ji ber ku tu pir qenc î û ji ber vê jî; gava ez duh bi kincên  kalemêrekî  parsekir hatim mala te,te serê min birîn kir û te ne hêşt ku ez têkevim hundirê mala te.
Melik lîva bersiva şalyarê xwe ne sekinî û yekser ji pîrê pirs kir,Dapîra min,ma tu jî ne belengaz î?
 Pîrê got:Erê! Lawê min ,ez belengaz im .
Melik  dîsan ji dapîrê pirsî,ma ne hemû sermiyana we tenê heft berx bûn? Pîrê got:Erê.
Di pişt re,Melik bervê xwe  ber beşdaran kir û got:Binêrin Ev herdu mirov (dapîr û kurê wê ) qenc in,duh ez li cem wan mîvan bûm û min ji wan re got:Ez dixwazim gurçikên berxan bixwim,lawê vê dapîrê û bi fermana dayika xwe heft berx ji min re serjêkirin.
Melik dîsan ji şalyarê xwe pirsî,bersiva min bide ,vêca kî ji we dewlemend e, tu ,yan dapîr û lawê xwe û kî ji we qenc e?
Şalyar matmayî dimîne û nikane bersiva Melik bide,paşê Melik bi şalyarê xwe re  dibêje:Divê tu kincên lawê vê dapîrê li xwe bikî û yekser herî di mala dapîrê de bijî .Şalyar rabû û dixwast here,lê Melik  dîsan  bi wî re got:Eger mirov dewlemend be,yan belengaz be,lê qencî  ji dil derdikeve,ma ev  ne rast e Wezîro!
xxxxxxxxxxxxxxx
Belkî baştir be jî ku em derûn û asta civakî yên kesayetiyên vê kurte çîrokê bi lez û li gor nirîna xwe bidin diyarkirin .

Em dibînin ku Melik di zanîna civaknasiyê de şehreza ye,ewî kanîbû bi  dûrbînî li pêwendiyên civakî temeşe bikira,lê xûya ye jî ewî  nikanî bû bi çandeke berferhtir û bi riya nimûneyên  berçavkirî dîtina xwe bi şalyarê xwe bawerkirin bida,lewra ew neçar dibe bi cevakêşî rola şanogerekî jêhatî bilîze,ev rastiya jî nirxa kesayetiya wî bilindtir dike.Li li vir pirsek bê vîna me xwe davêjê pêşberî me;Ma gelo Melik pêşda agahdar bû ku ew pîrejina  qenc e û camêr e?Em nizanin!!!
Lê wezîr pir serhişk bû,me dît çawa Melik bi riya nimûeke pelandî nirîna xwe mêlag kir,lê dîsan weîzr nirîna xwe ne guherî,dêmek em kanin bêjin:Asta wî di civaknasî û derûnasiyê de gelek nizim bû û  belkî ewî di  pêkanîna projeyên rojane de jî  gelek caran  tersî Melîkê xwe bû.
Lê dapîra me,diya şivên pir diltenik,camêr,mîvanperwer bû,lawê wê cevaya salan dike qurbana fermana û camêriya  dayika xwe û bê dudilî (7) berxan serjê dike.
Lê em dîsan jî nikanin bêjin  ku dewlemend tucarî nikanin qenciyan bikin, yan hemû dewlemend mîna hev in,yan jî hemû belengaz jî mîna hev in .
Lê em li dawiyê dîsan çareseriya vê pirsgirêkê  ji xwendevanên çîrokê re dihêlin,kanî ew çi dibêjin ????
XXXXXXXXXXXXXXXXXXX

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark