Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: (Hişfiroş) û nirîna me.. Ji folklora Kurdî

 


Dr.Fhil.Ebdilmecît  Şêxo

Zivistan pir sar bû,berfê wek pêmbê bi topacan  lêdikir,wargeha serdarê bajêr li avrazeke dûz bû û li hawîrdora wê  hemû çiya bi berfê xemlandî bûn.
Di rojekê de;serdarê bajêr û şalyarê xwe yê ji aliyê çepê de bi cilên ne fermî çavdêriyek li bajêr kirin,serdarê bajêr dadmend  û xemxwarê  miletê xwe bû û ewî  herdem dixwast  ku aramî  di nav bajêr de hebe.


Serdar û şalyar di nav bajêr de dimeşiyan,lê tu kesî ew nasnedikirin, ewan dîtin ku hemû deriyên dikanan ji bilî hin awerteyan  hatine girtin.
Serdar û şalyar dîtin ku mirovekî tenê  li ber êgir li dîkanê rûniştiye,serdar bi şalyarê xwe re got:Ez matmayî mame,ku ev mirov  tu tiştî nafroşe, lê ew ji bo çi li vir e?Serdar ji dîkancî pirsî,tu ji bo çi li dîkanê yî  û tu tiştan nafroşî ?Dîkancî got:Na!Ez bi kar im,ez tiştekî difroşim ku tu kes ji bilî min nikane wê bifroşe,serdar ji dîkancî pirsî,tu çi difroşî?Dîkancî got:Ez hişfiroş im.Serdar û şalyar matmayî dimînin,serdar dîsan ji dîkancî pirsî,lê tu çawa hişê difroşî û bi çiqasî?Hişfiroş got:Ez bi qaserî peran hişê difroşim.Serdar zêrek daye dîkancî û got:Kanî hişê bide min!Dîkancî got:Eger tu cigarkêş î ,divê tu berî hertiştî tituna xwe ji darikên biçûk û gemarê paqij bikî û paşê tuyê cixarê xwe vêxînî,lê divê haya te ji pirîskên  agirê cixarê hebe,bila pirîsk ji cixara te nefire,eger pirîskek ji wê bifire,dê şewtandinên mezin  peyda bibin  û gelek  kesên din jî  bê guneh bişewtin.
Serdarê bajêr  ji van peyvên  naskirî  pir bêhnteng  û hungirî bû û ewî bi hişfiroş re got:her kesek  vê dizane ,lê dîkancî dîsan  bi serdêr re got : Bêhna xwe teng meke !Ez bi qaserî peran hişê difroşim.
Serdar dîsan bêhnteng bû û vê carê (10) zêr avêtin  pêşiya dîkancî û got: Kanî bi qaserî (10) zêran  hişê bifroşe min !

Hişfiroş bi serdêr re got:Tu kesî din ji bilî te, xwe ne ceribandiye,tu vî  karî neke!)Ev hişa jî  li gor  perên  te ne.
Serdar pir bêhnteng bû,hindik mabû ku ew dîn bibe,ewî vê carê  bi (100) zêrî hiş kirî,hişfiroş hişek daye Serdêr û got:Eger tu ne xwedan pîşe yî,divê tu pêşeyekê fêr bibî û eger hemû cîhan ya te be,lê divê tu xwedan pîşe bî,eger rojek  were ,dê pîşe  sudê  li te bike.Lê Serdar dîsan  hingirî  û tengijî û bi  gotinên  hişfiroş bawer nekir û ji cem wî çû.
Pir meh derbazbûn,Serdêr rojekê ji rojan porbir xwest cem xwe,porbir hat cem wî û xwest riyê Serdêr kurke,Serdêr dît ku kêrê porbir nûh e,tavildanê gotina hişfiroş(Her tiştê ku bilî te,tu kesî ne  cerbandiye,tu wî karî neke!) hate  bîra wî .Serdêr ji porbir pirskir,ev kêra te nûh e?Porbir got:Erê!Serdêr gote porbir:Riya min ne bire û te çima ev kêra nûh aniye?
Porbir got:Şalyarê te  bi min re got,paşê serdar  ji porbir re got:Divê tu  riyê Şalyêr bibirî,lê Şalyêr pêşniyara Serdêr ne pejirand,lê gava ku Serdar zor li Şalyarê xwe kir,Şalyar dixwast ji hundir bireve,lê Serdar ew girt û bizorê riya wî daye çêkirinê.Piştî demekê Şalyar dimre,di vê demê de  Serdar têgihîşt ku Şalyarê wî dixwast wî û bê ku tu kes bizanibe bi kêrê cehirkirî bikuje.Li vir Serdêr Şalyarê aliya rastê li ser mirina Şalyêr  agahdar kir,Şaliyêr bi Serdêr re got:Divê milet heft rojan şahiyê li darxîne û bila roja rizgarkirina Serdêr bibe cejnek  niştimanî.
Paşê;Şalyarê aliyê rastê bi Serdarê bajêr re got:Divê tu şîreta hişfiroş bigrî û pêşeyekê fêr bibî.Serdêr ji Şalyarê xwe pirsî,ez çi pêşeyê fêr bibim?Şalyêr got:Divê em herdu tevna hevrîşmê hîn bibin,ewa pîşeyeke sanahî ye.Şalyar pêşniyara Şalyarê xwe pejirand û ew herdu bi hev re tevna hevrîşmê bi dizî fêr bûn.Pir sal derbaz bûn,lê ala dadmendiyê li baniya bajêr li ba dibe,milet xwe di xweşiyê de  dibîne û Serdar jî xwe bextewar dibîne.
Di şeveke hêveron de,bêhna daran xweş dibe e,bajar jî pir ronahî dibe,baweşînên bêhngulî di nav bajêr de bêhn vedidin,bêhnên daran xweş dibin û di vê xweşiyê de,Serdar  bi Şalyarê xwe  re dibêje:Divê em li nav bajêr bigerin  û em rewşa milet  binasin. Ew herdu bi kincên  gelêrî                                                         
derdikevin,ta ku tukes wan ne nase,ew li bajêr geriyan,ew gihane  kolana Cihoyan,li wir wan dengek ji ser xaniykê bihîst û ew denga bang dike û dibêje:Min rizgar bikin!Û bi girî  bang  û hawarê  dike û dibêje:Mala min  dişewite, diya min û zarokên min jî mirin.
Serdar û Şalyar ve derin cem wî,ew mirova lingên herduan radimûse û wan li sê odên  dûkirî digerîne û paşê bi wan re dibêje:Ez nikanim  têkevim oda çaran ,di wir de jin û zarokên min  mirin e,ez naxwazim wan bibînim,gava Serdar û Şalyar dixwazin derbaz hundir bibin,yekser vî Cuhoyî ew herdu ji nûşkava  têvedan û ew xistin  binî bîrê ya ku li wê hundirî bû.di pişt re Cuh  li ber devê bîrê  li wan temaşe  dike,bi wan dikene û bi serda jî ew ji şabûna re semayê dike.Serdar û Şalyar bang li wî dikin û ji wî dipirsin,çima te  em xopandin ?Ciho got:Ji ber ku  min hûn naskirin,ez bê aramî li keysek weha digerim ku ez tola gelê xwe ji we bibim,ez dixwazim  hûn  hêdî –hêdî  di bîrê de bimrin,lê Cuho li ber devê bîrê dibhîse  ku Şalyar bi Serdarê xwe re dibêje: Ev çarenûsa me ye,lewra jî  Ciho  bi xwe re dibêje:Ev herdu bi aram û vîn in,ew  ji êşê natirsin û  wan hedyuan di bîrê de dihêle û dere,lê Şalyar jî di bîrê  de pend û şîretan dibêje.
Di roja din de  Coh dîsan vedigere cem herduyan ,mîsînek û çend nanên kûfikî dide  wan,bi vî rengî pir hefte derbaz dibin,ew ji ber birçîbûnê bê  hêz dimînin,lê ew herdem bi rizgarbûnê jî geşbîn bûn.
Di rojekê de Şalyar  şîreta hişfiroş  anî  bîra xwe û ewî pêşniyarek li Serdarê xwe kir û got:Em deziyê  hevrîşmê  ji Cuh bixwazin  û emê d bîrê de tevnê bikin.Serdar ji Şalyarê xwe pirsî û got:Ma emê çi sûdê  ji wê tevnê bikin ?Şalyar ew  bersivand:Pir sûd hene, 1-Emê dema xwe bi wê tevnê derbaz bikin .2-Bi vî karî emê xem û derdên xwe jî jibîr bikin. Serdar bi şîreta Şalyarê xwe şabû.
Gava dîsan Cuho vegerî ser bîrê,Serdar ji Ciho pirs kir,tu dengên me dibhîsî?Erê ez dibhîsim.Şalyar tavildanê bi Ciho (Îshaq) re got:Tu ji me re deziyên hevrîşmê hûne ,emê ji te re wê li tevnê xînin û tuyê berhemên me ji xwe re bifroşî.
Îshaq bi Şalyar re got:Eger ez ziyanê ji tevnên we  bibînim ,ezê we di bîrê de hîn pirtir biwestînim.Şalyar got:Erê ,bila weha be.
Di roja din de Îshaq ji wan re  deziyên hevrîşmê  anî û ew berdan bîrê,di roja din de ewî dîsan dezî anî,lê berî ku ew mîsîna avê  û nên berde binî bîrê ,ewî ji herduyan pirsî,we karê xwe  ya duh  kuta kiriye? Û berhemên xwe bidin min !Serdar û Şalyar  berhemên karên xwe  dane Îshaq,ew pir şabû û bawer kir ku ew herdu zanin vî karî bikin.
Di pişt re ewî misîna avê û nan berda binî bîrê,paşê ew dîsan çûye bazarê û hevrîşma xwe li wir  bi nîv zêrî difroşe,ew ji şabûna re hindik mabû dîn û şêt bibe,ji ber ku ewî ji karê xwe ya dirûnê di rojê de nîv zêr kar dikir.
Dîsan Îhsan di roja din de li bîrê vegerî û  ji girtiyên xwe re dezî anî û bi wan re got:Min kar kir û vaye min ji we re dîsan  dezî aniye,lê hûn tiştekî din ji min dixwazin ?Şalyar got:Erê!Em  mûmekê ji te dixwazin,ta ku tu wê li ber devê bîrê ji me re vêxînî,ta ku em jî kanibin  karên xwe  baş bikin .
Di roja din de Îshaq  mûm jî ji wan re anî û ewa li ber devê bîrê vêxist û bi vî rengî karên wan û firotana hevrîşmê  (39) rojan  berdewam kir.
Piştî demekê ;Şalyar  kaxezek  biçûk  nivisî û ewa di nav giloka tevna xwe  de veşart,ewî di wir de nivisîbû:Eger kê ev kaxeza xwend,bila ew karmendên  dewletê  agahdar bike  ku Serdar  û Şalyar li cem Îshaq  di bîrê de ne û pêwîst e Îshaq were girtin,lê bila wî ne kujin,ta ku em jî  kanibin wî bidin ber dadgehek dadmend .
Îshaq giloka  dêzê bir cem  bazirgên ,bazirgan ew kaxeza vedît,lê Îshaq jî dît ku bazirgan wê kaxezê dixwîne,ew bûye mîna çûka serjêkirî,ewî xwest  kaxezê ji dest bazirgên  bistîne,lê ewî nikanîbû.
Asayişê wê demê hatin û Îshaq girtin û ew birin cem xwe ,lê bazirgan ew kaxeza  daye cigirê Serdarê bajêr û ew jî ji xizm û mirovên Serdêr bû.

Cîgirê Serdêr  û leşgerên xwe ve  û tev bazirgên ve çûn mala Îshaq,li ser bîrê,ewan hebisciyên xwe  bi werîsê ji bîrê derxistin ,şêniyên bajêr  herdu hebiscî  rakirin  ser milên xwe  û bi vî rengî  şahiyek mezin di bajêr de  li darket,milet heft rojan  aheng  lidarxistin û Îshaq dane ber dadgehê û ew li navbenda bajêr li hember dîkana  bazêrgên  li sêdarê xistin  û bi vî rengî dîsan aramî  li bajêr peydabû.
xxxxxxxxxxxxxxxx
Derencam  û sudwergirtin ji vê çîrokê
------------------------------  
Li gor baweriya me,rola hişfiroş di ronakbîrkirina Serdêr û Şalyarê bajêr  pir bilind bû:1-Ewî  bi  hişê xwe û  bi çend kurtepeyvên  giring û balkêş sûdek mezin daye heru berpirsiyaran,Serdar û Şalyar bi saya şîretên hişfiroş kanîbûn Îshaqê Ciho bixapandina û xwe ji zîndana wî rizgar bikirina.
2-Herweha jî ev herdu mezinên bajêr baş têgihîştin ku rola pîşeyê di jiyanê de çiqas bilind e,ewa ne tenê kane mirovan dewlemend bike û ne jî ew tenê kane hemû aliyên civakê pêşda bide,lê ew hîn dikane mirovan ji tengasiyê  jî rizgar bike .
3-Em texmîn dikin  ku ew heru serdarên bajêr dixwazin hîn hişê  ji hişfiroş buhatir bikirin û  ew poşîman nabin,ji ber ku kurtehevokekê tenê jiyana herduyan dirêj kirin.
4-Hişfiroş  zanîbû ku ew di civakek şûnketî de dijî û kesên hişmend gelek kêm in,lewra ewî xwastiye bi peyvên hindik û şîretên kêrhatî  nexwaşiyên civaka xwe derman bike.
5-Serdar dîsan sûd ji vê gotina hişfirş dîtiye(Divê tu tiştê  ne cerbandî nekî )Me dît çawa ewî riya xwe berî Şalyarê xwe çênekir,lewra  Şalyarê wî destpêkir û paşê ew mir,dîsan  Serdar  li gor gotina hişfiroş xwe ji mirinê rizgar kir,lê me dît ku Şalyar ne dixwast riya xwe berî Serdarê xwe çêke,lewra guman pir mezin bû ku Şalyar bi Serdarê xwe re ne rastgo û

dilsoz bû û ev diyardeya neyênî ta roja îro jî li nik pir serok û cigirên serokan berdewam e.
6-Lê em  diyardeyek pir neyînî  jî di vê çîrokê de dipelînin,ango;Serdar û Şalyar jî ne pir rewşenbîr in,niştecîyek yanê;hişfiroş kanîbû waneyên kêrhatî bidana serokên bajêr,di vir de pirsek xwe davêje holê,çawa ew bûne mezinên bajêr?Lewra di nirîna me de,ew herdu ji çîna bilind û derebegiyê  bûn.
6-Gava ku ew herdu ji zîndanê azad dibin,gelê bajêr gelek şadibe û ji wan re li bajêr ahengê lidardixînin,di vir de em nizanin ma gelo,rast gel ewqas ji wan hezdikir,lê ew jî mîna serdema me,xwe û berjewendiyên xwe diparastin !?
Li dawiyê em dîsan dibînin ku folklor herdem çavkaniyek civakî  dewlemend e,ewa bi rastî jî hemû aliyên jiyana civakê di xwe de dicivîne,lewra jî emê dîsan bêjin:Folklor  awêna gelan e.
  xxxxxxxxxxxxx

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark