Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hatiya nivîsandin Xeleka(2)

 


Bavê Zozanê

Ji xwe berê min soz dabû xwendevanên heja ku xelekeke din li ser helbesta Hatiye nivîsandin ya helbestvanê nemir Mihemed Elî Hiso binvîsim ji ber ku min nexwest ez gotar xwe ya pêþîn ewqasî dirêj bikim. Dixwazim  bînim bîra we ku hinganê liser du parçan ji helbestê min  nivîsîbû:


Hatiye nivîsandin

Hatiye nivîsandin
li guliya porzerê
li kenarê birînê
liser qevda xencerê
liser lêvên þehîda
li keviya cegerê

Li ser dil þax vedaye
mîna kul û keserê
li ser tîrêjin rokê
ku davêjê pencerê
weka reha frêzê
belabûye li her derê

Niha va ez dikim li ser parçekê tenê ,perçê dawî ji helbestê berdewam bikim, vêce du sê parçe dimînin emê wan bi hêlin ji xeleka sisyan re

Xwedê Kurdistan çêkir
þaþ maye li hemberê
eger xwedê bimrê jî
dîsa wek carê berê
wê Kurdistan kat bidê
ji nêv kul û  keserê

Wek berê ku di gotara pêþîde min da xuyanîkirin ku helbestvanê me Mihemed Elî Hiso gelekî bawerî bi çîrok mîrokê olperstan,bihiþt ,dojeh, wisa jî ew tiþtên din jî ne tanî, dikarim bêjim ku dîn û îmana wî welatê wî bû ,bi sedên helebestan di vî warî de nivîsandine .

Vêce di vê helbesta xwede û ji hiskirina xwe a bala ji welatê xwere ji Kurdistsna xwere ,hemberî xwedê disekinê ,wisa jî ewî mîna mirov dibîne ,ji xwe mebesta wî ne xwedê ye belê dixwaze ji dil û can eþkere bike ku Kurdistan her heye û wê her bimîne ,ti carî jî namirê,kî bimre bela bimre ta xwedê jî be..

Dibêje ku ew welatê ji nîv kul û keseran kat bidê ew welatê ku bi xwîna xort û keçan bê avdan tu kes ta ku niza kîbe jî nikare wê gula sor biçilmisîne,erê dive ku carekê tevlîhevîyek çêbibe, dive ku þaþîtiyek werê holê lê Kurdistan her û her wê kat bidê ji nê kul û keserê.

Dixwazim bêjim ku helbestvan Mihemed Elî Hiso bi qasî keda kiribû ji bo welatê xwe ,biqasî  zilm û zora ku hatibû serê wî, bi qasî helwestên wî yê mêranî çi di zindanan de çi li hemberî polîs û mebahisan ,bi qasî ku berjewendiyên welat di ser yê mal û zarokên xwere digirt ,ew qasî ew di jiyana xwe de nehate  insafkirin jiyanek bi zor û kotekî bihûrand bi belengazî û perîþanî lê wisa jî serê xwe ji kesî re ne danî hemî zarokê xwe dane xwendin ne wisa tenêjî belê ew wek qurbanan  pêþkêþî welat jî kirin ew welatê ku xwedê þaþ maye li hemberê .

Divim bêjim ku helbestvan  Mihemed Elî Hiso di 4 meha Avdara 2016 li Qamiþlo çû ser oxira xwe ku temenê wî dor 86 sal bû li goristana Hilêlîkê hate veþartin.


Hêjaye gotinêye ku helbestvan Mihemed Elî Hiso  navê dîwana xwe a yekem Nalîn  li ser navê keça xwe þehîda Kurdistanê danî, wisa jî lawî wî Lat li ser wan çiyayên berz û bilind hate birîndar
kirin. Divê em jibîr nekin ku helbestvanê me li gundê Girê Moza li navçeya Amûdê sala 1930 çêbûye .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark