Ebdilmecît Þêxo
-1-
Danîþe!
Bêhnek xweþ ji peyvên te
bi ser min de diherike
destmala piþtzêrî
di navê te de
hemû çûkên buhûþtê
Te
li min civandin
sêmfoniyekê mîna kenîna te
ji min re dikin diyarî
pelên dara evîna min
sernûve geþ dikin.
Danîþe !
Bêhna barana Buharê
çîvçîva çûkên gulistana dilê te
Firiþteyên dilê min serxweþ kirin.
Danîþe!
Were! Em vê carê li bin siya dara
Zeytonê danîþin
çîroka Mem û Zînê
-2-
bi bîra xwe hûnin
silavên bêhn henarî
ji wan re biþînin
û zerkekê ji kûpa evînê
binoþînin .
Danîþe!
Eger þevê em dorpêç kirin
ezê pêçiyên xwe yek bi yek
ji te re bikim mûm û find
sêveke ji pîsîra xwe ji te re
bikim Hêva li çar de.
Danîþe!
Li ezmên binêre!
stêrkek mîna te ye
stêrkek weke min e.
Ya Xweda !
Ev çi lêhatin e !!!
Ez dengê þêrekî dibhîsim
dengê xwe mîna dengê te ye.
Bibhîse!
Dara me çîrokên hevalên serjêkirî
ji me re kirine stran.
-3-
Danîþe!
Serê xwe deyne navbera
herdu henaran
ezê ji te û darên pakrewan re
stranên dildariyê û qehremaniyê
bistirim
û nêrgizek bejin bilind
di dilê te de biçînim
danîþe dilê min !
danîþe !
Efrîn. 2019