Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyanî

 


Bavê Zozanê

Kak Silêman Azer li ser rûpela xwe ya Facebook ê çend pirs û gazin kiribûn li ser mihricana helbesta Kurdî ya ku di 22.12 li Essena Almanî  hate li dar xistin.Ez jî wek yek ji endamê komîta emedekar min xwest ez wan pirsên nivîskar Silêman Azer li gorî dîtina xwe zelal bikim.
Raste Keko wek tê gotin  pirs ne fihêt û şermin wisa jî merov bi pirsê dighê xursê, pirs ji mafê her kesîye nemaze eger di cih û dema xwe ya rast de bê pirskirin. Erê pirs celebek ji yê hînkirinê ye wek te jî got wisa jî rexn.


Ji xwe avakirina rast ji vê dest pê dike ,dikarim bêjim yê ku ji rexnê aciz bibe bawerke wê tiştekî bi ser nexe nexasim di warê pelenûs û wêje û helbestê de û hemî cûreyên Edebyatê de . Em wek Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê bi dilekî coş û singek fireh  hemî rexneyan ji hemî kesan ji hemî dezgehan erê dikin lê helbet ku rexna rast ya di cihê xwede be.Lê mixabin û zoraş ew rexna wisa wek şitla rîhanê hîn min ne dîtiye ne bihîstiye ,dîsa mixabin ku hîn rexneye me wisa qels û lewaze.
Keko ji bo pirsa te a yekem ka navê vê rojê çiye Mihricana helbestêye  yan roja helbestêye ,ez wek  yek ji komîta amedekar ewqas dem min ne daye vê pirsê bi qasî ku divim bêjim ku armanca me ji vê komcivînê ewe ku em vî miletê delal va helbestvanên hêja kom bikin ku armanc jê em karin bêjin ku hîn helbesta kurdî heye hîn bedew e hîn xweşike hîn qeşenge hîn girêdayiye bi doza miltê xwe ve .
Dikim bêjim  ku roja peyva şêrîne roja dilbera Feqê Teyraye rojav tifaqa  Ehmedê Xanêye roja pîra torêye ku dikare nanê xwe li ber tîna dilê Meleyê Cizerî bi pejnêne wisa jî roja kîme eza Cegerxwîne...
Ez karim li ser xwe bêjim ku ew cîwaziya wisa mezin li ba min nîne,roja helbestê be yan jî mihrecana  wê be.
Ti zanê kak  te tiştek anî bîra min ,berya 30 salî û bihtir jî, carna em xortê nûhatî û partiya komonist diketin qirka hev de li ser hevoka yan peyva ku bi Erebî dihat gotin(Ezme yan Ezeme)li ser rewşa Sûrî nema baş tê bîramin lê piroblêm di fethê û kesrê de bû,dikim bêjim û ti jî dizanê ku ev roj hate dahînan kirin ji bo Helbestvanê bejin bilind Cegerxwîn ê nemir ku ne gunehe salê carekê em wek rewşenbîr û helbestvan di vê roja biha de mamostê helbestê bi bîr bînin.
Ji bo pirsa te ya didwan hevalo ka ev roj roja kêf û dîlan û şahiyêye yan roja kar û xebatê ye ...
Hêja Silêman bawerim wek hunremendê hêja Şivan Perwer dibêje
Halê me Kurdan eve" kêf û dîlan û şere"
Erê wisaye jiyan nasekinê berdewame  stran  bûye parçek ji jiyana şervanên me jî, wekû yên cîhanên tevayî, mane ji xwe stran bi xwe jî helbeste nemaze hunermendên mey delal ji mafê waye ku ewjî di rojek wisa nazik de hestên xwe bînên ser  ziman ku wan bi xwe xwestin bi erkê xwey netewî rabin wisa jî pişka xwe tevlî vîna gelê xwe bikin û xwe ji vî karê pîroz dûr nekin.
Piştre hemî stranên hatin gotin netewîbûn helbest bûn folkilor bûn.
Erê me kat û demê  vê rojê li paş xist û me da xuyanîkirin ku ji ber çi .Me teva dît bûyêrên xurt û bilez ku hatin serê rojavayê kurdistanê lome me dît ku dive em bi rengekî din xebata xwe berdewam bikin wisa me roja Helbestê sekinand û me çend simînarên bedew li dar xistin di bin navê KA EM ÇIBKIN (Ma Ele''''''''''''''''''''''''''''''''mel) wisa gav bi gav em wek YNRKS me dagîr kirina dewleta Tirk ji welêt re di şopand.
Pirsa Vexwendinê çima bi zimanê Erebî çime çend rengên(Logo) yan hebûn .
Başe hevalo ji xwe armanca pêşî û dawî ji Logo yan, ji vexwendinê nîşankirina cihê simînarê ye wisa jî veqetandina  Roj Kat û demê ye û hew.
Li ser zimanê ku Logo bê hatiye nivîsandin bêguman bi zimanê Kurdiye û bi gelek şêweyan û bersiva pir kesan li ser heman pirsê min li ser Fêsbûkê got ku me vexwendin bi kurdî nivîsîye û eger tenê we ya zimanê Erebî dîtiye nexwe biroblêmek di çavê wede heye..Lê çime  me  bi Erebî jî Logo  çêkirye dibêjim ti bêtara me bi zimanê Erebîre re nîne û xwendina me hemiyan bi zimanê Erebîbû û eger asteng û girêkek hebî û hene jî  helbet wê bi rêjîm û deselata erebî re bê ya ku zimanê me, mafê me, nifûsa me, ji ber ramanên xwe yê tixumperestî,hemî qedexe dikirin.
Disa jî  dibêjim xwezî me Logo bi zimanê Elamanî jî nivîsîbe  mane aramanc jê agehdariye,bihîstin e .Ji xwe ne xeme belê pîwiste jî ku reşenbîrên ereban jî  bi vê roja me agehdar bibin,pir caran jî kesên Ereb jî li civatên me amede dibin wisa jî gotobêjê jî li ser wêje û rewşa giştî dikin.
Lê çime em helbestvanên  xwedî rol û ber bi çav doz nakin..Straneke Ronî Can heye ku ne şaşbim dibêje -Sîlva Almaniya pir mezine  Gelek neyar lê hene -hhhhh .Bawerke hevalo em doza hemî helbestvanan dikin, hemî dost û hevalin hemî cihê rêzêne lê hin dûrin nayên hin karê wan wê rojê çêdibe belkî hin bi  partiyan ve girêdayine  nayîn ji ber ku em saziyek ser bixwene ,hin tên devê derî derbas nabin ,wekî din jî pirê çalakiyên me em dozê li ser nêtê belav dikin ku doz giştiye (Dewa Amê)ye, me derî li ber kesî negirtiye rêzdar Tengezar Marînî timî beşdar e berêz M.Şêxo berî niha beşdar bûye le çime ew kesên din nayên ez jî nizanim qê dixuyê kû dûrin.Tevlî ku hin dost û heval ji dervî Almanya jî beşdar bûbûn.
Ji bo karê Erşîfê pêrejî  pirsa ma em karin karê dezgehî bikin?
Erê em karin karê dezgehî bikin û em dikin jî nemaza me destûra yekîtiya xwe -Rêdan-bi rengekî fermî ji dewleta Alemanî wergirt .Wek her car eger pirobilêmin bên pêşiya me helbet wê ikonomî bin wê mewdanî bin.Bêguman emê wan çareser bikin û her emê bimînin saziyek ser bixwe wisa erkê me yê niştimanî pêre jî mafê  gelê me yê netewî her wê bimîne doz û armanca me ya sereke.
Belê em hewl didin baregehekî fermî ji xwere bistênin pêre jî alavên  pêwîst ji ofîsîre peyda bikin wê çaxê emê karê xwe baş erşîf bikin wisa jî pitrûkê xwe û yên dost hevlan jî emê karibin çap bikin.  Spas.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark