Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Belê Wilo ye Mîrê Min!

 


Konê Reþ
 
  Bi min xweþ e, piþtî 76 salan, ez vî gotarê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, yê bi navê (Ma ne wilo ye?) careke din ji we re raxînim ber çavan, da ku em li hin þîret û pendên wî vegerin û þiyar bibin.. Min ev gotarê wî, ji rojnameya wî (Stêr), hejmara 3`an, sala 1943`an girtiye. Ev rojnameya wî li Beyrûtê bi zimanê Kurdî û Fransî dihat diweþand. Ji ber giringiya gotinên wê, min xweþ dît ku pêþkêþî we bikim û ez bi xêr û hûn bi selametî. Fermo bixwînin:


Ma ne wilo ye?
 (.. Gava qedrê yekî digrî, bîne bîra xwe, ko tu jî mîna wî mirovek î; û xwe di pêþiya wî de zirav me ke. Qedrê mirovên hêja tête girtin; û mirovên hêja, mirovên mezin in; lê ne hewce ye ko emê xwe bikin ebd û xulamê wan. Yê ko canê xwe hêj nedaye welatê xwe, divê dest ji xebata welatê me kiþîne...
 Heke tu beg an axayek î; tu çi mirovî; ji halê gundî an koçerên te, tête seh kirin; heke ew têrin; maline paqij de rûdinin, cilên pak li xwe dikin û hinik xwendin û nivîsandinê dizanin, tu mirovekî pir qenc î; heke gundiyên te, an xelkê eþîra te birçîne, belengaz in, xaniyên pîs de rûdinin; nezan in, tu mirovekî pir xerab î, di pêþiya Xwedê û milet de, berpirsiyar î; û bizane ko tu ji dizan kêmtir î; ji ber ko diz, diz e; û hew; lê tu xwe dikî mezin û hema xwîn û goþtê welatiyên xwe dixwî û vedixwî; û heke te ji xwe pirsî ez bi kêrî çi têm; tu ê bibînî ko tu bi kêrî tiþtekî nayî û di nezaniya xwe de, gora kur û neviyên xwe dikolî; û wê demê divê tu hiþyar bibî, tobedar bibî; û bibî xulam û xidmetkarê milet û welatê xwe; yê ko ev çend sal in kal û kalikên te bi xwedî kiriye û îro jî te bi xwedî dike..
 Her wekî tu nezan î, û ji destê te tu xebat nayê, tê bibî perîþan û þerpeze; milet ne guhanên çêlekan e; te ewî dot; lê êdî bes e; divê êdî tu bikêrî vî milet û welatî bê).
  Belê wilo ye mîrê min! Te kêm gotiye, zêde negotiye.. Gotinên te bi serê xwe rast in.. Hê jî, em ji ber jana ezezîtî û nezaniyê dinal in.. Hê jî, hewcedariya me bi kesên mîna te heye.. Rehma Xwedê li giyanê te be

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark