Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Piştî êrîşa Tirkiyê, ji bo vegerê, penaber daxwaza gerentiyek navdewletî dikin

 


Idrîs Hiso

Berî ku Tirkiyê êrîşa xwe ya terorî ya di bin navê operasyona Kaniya Aştiyê de bibe ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, di nav paneberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de ku li Herêma Kurdistanê dimînin, rojana mijara vegara bo malên xwe di civata wan de mijara serekî bû, ji ber ku wan didît ku devera wan deverek aram e û êdî ji aliyê ewlekarî û abûrî geşepêdanek diyar hebû, û hejmarek mezin ji penaberan vegeriyan jî, pêla vegerê heta rojên berî operasyona terorî ya artêşa Tirkiyê berdewam bû.


Fatima jinek 80 salî ye û ji Dirbêsiyê ye, niha li Kampa Gewîlan dijî, derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê wisa dibêje: “Kurê min, Erdogan û bavûbapîrên xwe xwestine Kurdan tine bikin, devera me arambû, kesûkarên me rojana ji me re digotin; bizîvirin va Rojava xweşbûye ma çima hûn dê bimînin penaber, werin em bi hev re bijîn, me jî rojnane digot em dê nêzîk vegerin ser hal û malên xwe, lê KULTURXURÊN ERDOGAN Û CENDIRMEYÊN TIRK DIXWAZIN ME QIR BIKIN.”
Herwisa got: “Bila Tirk di wê xewnê de bin, Kurd naqelin û heta dinaya hebe em dê kelema çavên wî bin, lê niha ji bo vegerê ez daxwazê li welatên mezin dikim ku me biparêzin da ku em jî vegerin welatê xwe.”
Xada ku di encama êrîşa Tirkiyê de ji bajarê Dirbêsiyê penaber bûye, û niha li kampa Berdereş ser bi parêzgeha Duhokê ve li Herêma Kurdistanê ye, dibêje: “Erdogan û Ertêşa Niştimanî bi kiryarên terorîstî dixwazin herêma me dagîr bikin û me ji rehên me qut bikin, Erdogan û çeteyên wî, ku xwedêgiravî opozisyonin û şerê rêjîmê dikin, berê tivingên xwe dane Kurdan, Kurdên sivîl, mebesta wan ceng û şer e, ne aştî ye wek ew dibêjin.”
Herwiha got: “Dirbsiyê tevî hemû kêmaniyan aram bû, em bihêvî bûn ku hêdî hêdî rewş baştir bibe û geşpêdan pêşvbiçe, di rastiyê de pêşve diçû jî, lê Tirkiyê û çeteyên Artêşa Niştimanî ku çekdarên DAIŞ û QAIDA bi xwe ne, şerê qirkirinê bi hemû coreyên çekên pêşketî li dijî me dikin.”
Xada rondikên xwe paqij kirin û got: “Were li rewşa me binere di binê vî konî de, ev e aştiya wan, me koçber bikin bi tometa ku terorîst li Rojava hene, û terorîstan bi navê aştiyê li welatê me bicihbikin,…ka mafên mirovan û zilhêzên cîhanê li ku derê ne, heger ew gerentiyê nedin me metirsî li ser jiyana me heye??!!!.”
Roka ku ev çend salên wê ne ku li Herêma Kurdistanê penaber e dibêje: “Rojane min digot sibe ez dê vegerim Rojava, êdî bese penaberî, ez ji Hesekê me û rewş li Hesekê başbû, lê niha bi rastî heger ez bixwazim vegerim, metirsî li ser jiyana min û zarokên min heye, Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê devera herî aram bû, raste kêşeyên siyasî û dubendî di navbera hêzên siyasî yên Rojava de hebûn, lê kêmzêde dever arambû, û em bi hêvî bûn ku di demek nêzîk de dubendiya siyasî jî çareser biba, lê bi operasyona (KANIYA XWÎNÊ) ku Erdogan da meşandin, ez wek penaber daxwaza gerentiyeke navdewletî dikim ji bo ku ez bi aramî vegerim welatê xwe, û nebim hedef ji bo terorîstên ku Erdogan wan dişîne Sûriyê û Rojava.”
Mihemed dibêje: “Ji berî çend salan ez ji Rojavyê Kurdistanê ji ber nebûna kar û zemetiya jiyanê û bi armanca ku ez ji derve karibim alîkariya malabata xwe bikim penaber bûm, lê di dema dawî de, êdî min hin gav davêtin da ku nêzîk vegerim Rojava, çinku wirde wirde mirov hest bi aramiyê dikir û geşepêdanek  abûrî jî peyda dibû, lê piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojava, êdî mirov nikare ewle vegere welatê xwe.”
Mihemed got jî: “Ji bo em bê tirs vegerin welatê xwe divê gerentiyek navdewletî hebe ku êdî heger em vegerin em dê nebin armanc ji ti aliyekî siyasî an leşgerî re û jiyana me dê parastîbe, bêyî vê yekê veger dê dûrbikeve û zehmet be.”
Bi giştî xelk geşbînbûn ku êdî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê herbiher aramtir dibe û di demek nêzîk de ew dê vegerin, bi taybet dema wan pêwendî li gel kesûkarên xwe yên ku vegeriyabûn dikirin ku, bixweşî behsa deverên xwe dikirin, ev jî ji wan re dibû hander ku vegerin welatê xwe(Em behsa Rojhilarê Ferat dikin, rewşa Efrîn zor xirab e.), lê bi êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û vekişîna hêzên kiwalisyona navdewletî bi serokatiya Amerîka, pêla vegerê westiya, û careke din bi hezaran kes penaberî Herêma Kurdistanê bûn û dibin.
Kurdistan24.net 27.10.2019z
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark