Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Heftemîn fîlmefestîvala Duhok û çend têbînî

 


Idrîs Hiso

Xweşbextane îsal derfet hebû ku ez ji yekemîn roja Heftemîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê amade bim heta roja dawî.
Mirov bi festîvala Duhokê kêfxweş dibe ku bi şêweyekî rêkûpêk hatiye amadekirin û birêvebirin.
Di maweyê heşt rojan de ji 09.09 heta 16.09.2019 an de min gelek fîlm dîtin, herwiha li gelek ahingên ku ji bo mêhvan û beşdarbûyên festîvalê hatibû gêran amade bûm.


Di holên sînema de ku li Duhok Mol hatibûn terxankirin ji bo nimayişkirina fîlman, min bêhtir bala xwe da fîlmên Kurdî, çi fîlmên sînema yên dirêj, çi belgefîlm û çi jî kurtefîlm.
Sê pêşberkên taybet bi fîlmên Kurdî hebûn, Pêşberka sînema Kurdî, pêşberka belgefîlmên Kurdî û pêşberka kurtefîlmên Kurdî, hejmara fîlman di van her sê pêşberkan de gihşte 24 fîlman, ji wan 6 di pêşberka sînema Kurdî de, 6 di pêşberka belfîlmên Kurdî de û 12 jî di pêşberka kurefîlmên Kurdî de. Ji bilî 16 fîlmên Kurdî ku di panorama sînema Kurdî de hatin nimayişkirin bêyî ku beşdarî di ti pêşberkan de kiribin.
Di festîvalê de 112 fîlm ji 74 welatan beşdarbûn, fîlm li sê cihan dihatin nimayişkirin, li holên Sînema Maks li Duhok Mol, li Zankoya Duhok û li Parka Azadî li nava bajarê Duhokê. Li Zanko rojê sê caran fîlm dihatin nimayişkirin, demjimêr 15, 17û 19, lê li her sê holên Sînema Maks demjimêr 11, 15, 17, 19, 21 di heman demê de li her sê holan dihatin nimayiş kirin, ji bo mirov her carekê derbasî hola sînema bibe, divabû 3000 dînarê Iraqî bide û pilêtekê bidestbixe.
Li parka Azadî jî fîlm bi tenê demjimêr 21 dihat nimayişkirin.
Piştre jî her êvar nanxwarin û ahing ji bo mêhvan û beşdarbûyên festîvalê hebû.
Bê goman şêweyê rêkxistina festîvalê dida diyarkirin ku tîmekî mezin, demek dirêj û berdewam kar kiriye, heta ku festival bi vî şêweyî rêkûpêk derketiye, bi taybet ji aliyê tiştê birtokolî ve. Lê çend tiştên cewherî hebûn festîval di wan de xwedan kêmaniyek mezin bû.
Ji wan jî ez dikarim van têbîniyan bînim ziman:
*Jêrnivîsa hemû fîlman tenê bi zimanê Inglîzî bû, di dema ku fîlm li Kurdistanê û bêhtir ji bo xelkê Kurd dihatin nimayişkirin, lewma û ji ber ku fîlmên di pêşberkên Kurdî bi gelek zimanan hatibûn çêkirin, gelek caran mirov ji sînariyo û çîroka fîlm baş fam nedikir.
Pêwîste dema ku festîval li Kurdistanê be, herî kêm jêrnivîsa hemû fîlman bi Kurdî were danîn, bi çi zaravî dibe bila, lê divê bi Kurdî were nivsandin da rêz li bînerên Kurd were girtin, ji ber vê yekê min bala xwe dayê hejmarek ji xelkê di nîvê fîlm de derdiketin dervî holên nimayişkirinê û digotin em ne Ingilîzî tê dighên û ne jî Tirkî, Farisî û hd.
*Zimanê Kurdî mîna zimanên cîhanî bi zarêvên xwe dewlemend e, tiştekî başe jî ku bi hemû zaravayên zimanê Kurdî fîlm werin çêkirin, lê ji bo sûdwergirtinê, herwiha ji bo jihevnêzîkirina zaravayên Kurdî, divê heta bi jêrnivîsa fîlmên Kurdî ku bi zaravayên cuda têne çêkirin, bi yek ji zaravayên herî belav were nivîsandin.
* Bi giştî, bayex bi zimanê Kurdî nehatibû dan, nimûneyên vê yekê jî zorin, li ser posteran, li ser tabloyên pênasîna festîvalê, li her derê tenê bayex bi zimanê Inglîzî hatibû dan.
*Pirtûka danasîna dadwerên festîvalê û fîlman bi herdu zimanên Inglîzî û Kurdî/Kurmancî hatibûn nivisandin, lê kurdî wek zimanê duyemîn hatibû bikaranîn.
*Bernameya nimayişkirina fîlman, hemû bi Inglîzî hatibû nivisandin, ji xwe bi Kurdî tinebû, heger mirovekî bixwesta dem û cihê nimayişkirina fîlamn bizanibe, tenê bi Zimanê Inglîzî ev yek hebû.
*Holên Sînema Makis biçûk bûn, her holek bi tenê derdora 100 kesî li xwe digirt, hin rojan dema ku bîneran dixwestin li hejmarek kurtefîlmên Kurdî temaşe bikin, pilêt neman û hejmarek ji bîneran ji derve man, her roj ew hejmara mezin nebû lê heger bîner hebana wê hol têra wan nekiriba.
Bê goman van têbîniyan bêhtir bala min kişand, tiştên din jî hebûn lê li cem min ne zêde girîng bûn, ji wan jî meserefa gelekî zêde ku li ahingan dihata dan, li ser xwarin û vexwarinê, bi min di dema ku Kurdistan di doxek xirab re derbas dibe û xwedêgirvî em di qeyranek darayî re derbas dibin, ne pêwîstbû ewqas pare û meseref li van ahingan bihata dan. Pêwîstbû pare li tiştin girîngtir wek bidestxistina stafekî ku jêrnivîsa hemû fîlman wergerîne Kurdî, bihatana xerc kirin.
Ev hin têbinî bûn min xwest wek bînerekî bînim ziman, bi omîda ku di salên bê de ev têbînî berbiçav werin girtin û festîval bi şêweyekî ciwantir û bi sûdetir were encamdan.
Duhok 21.09.2019 Qehwexaneya Baz – Domîz
Kurdsitan24.net

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark