Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Źzīdī... ū Derewa Perestvanīya Žeytźn!?

 


Dr. Mihdî Kakeyî
Wergêr: Mihemed Hesko (birasoz)

Ji destpêka afirandetîyê de mirov, Žeytan bi çend navan peydakirî ye, ji ber ku ji diyardeyên xwezayî di tirsî ya ku gefê li jiyana wî bike, wek tarîtî, erdehej, volqan, lehî, bilêc, birûskan û dijwarîya zivistanê, herwiha giyanewerên kûvî yên dirinde û nexwežî, birçîbûn û mirin,hîžt ku xwedawendê wan hebin, qurbanîyan jêre pêžkêž bikin, daku lê werin dilovaniyê û diltenek bin, ew jî bi dûrxistina xirabî û metirsiyên wan e. Herwiha mirov ji xwe re xwedawendên xêrxwaz afirand, nûneratiya diyardeyên erênî dikin, wek ronahî, tarîtî, bihar, çandinî,av û çinîna berhemên çandinîyê û hin tižtên din ku jê sûdmendbûn, û ew xwedawend pîrozdikir û jêre cejn û festival jî li dardixist, wek ji hatina wan re bixêrhatinê bike.


Bi dirêjahî ya demê re, mirov her bi xwedayê xêr û žer re pêbend ma, ji ber ku Zeredežt navê Ahoramezda li xwedayê xêrê(xêrxwaz) kir û navê Ehrêmin jî li xwedayê žer(xirabîxwaz) kir, û Cihoyan(yahodîyan) jî bi vê yekê berdewam kir, ku pažê Xiristanîyan û Mislimanan jî, ev yek jê wergirtin. Bawermendên ola Yezdanî jî, ji vê yekê xwe dûr xistin, û bawerî bi xwedayekî tenha kirin, ku bi xwe xêrxwazê herdemî ye, û ew xweda ronî û dildarî û hezkirin e, mirov dildarê wî ye û ew jî, ji mirov hezdik e û dildarê mirov e, û tu gef û gurên xweda bi sotandin û êžkencedanê mirovî jî, tune ne, çawa afirender wê kur û keçên xwe bi sotîn e û êžkenc e bik e!? Mirov jî, bi xwe wê ne nankorê afirendeyê xwe be, ne ku jê ditirse an jê bi saw e, lê belê ji ber ku jê hezdik e, ji ber vê yekê mirovê Yezdanî di jiyana xwe de bixtewer e, ji ber ku bi hizra saw a sotandin û êžkencedan a pižtî mirinê re najî,lê belê hizra mirinê bi xwe li cem wî nîn e, ji ber ku pižtî mirinê canê wî bo mirovekî din tê veguhestin û dibe mirovekî din, û di jiyanê de berdewam dik e, û ev diyarde li ba Êzîdîyan bi (kiras guherîn) tê bi nav kirin, ji ber vê yekê mirin li cem Êzîdîyan wek guhertina kincan e, û ev diyarde li ba Yarsanîyan jî, bi (donawdon) tê bi navkirin, wate veguhestina can pižtî mirinê bo mirovekî dine , ku jidayîk dibe, ji ber vê yekê Yarsanî dibêjin:``mirina mirov wek avjenî an bi seravketina ordekê ye, li vira avjenîyê dik e, û di der han re der tê``.
Ola Êzîdî jî, žaxek e ji ola Yezdanî, ji ber vê yekê, ne tenê Êzîdî ne perestvanên Žeytên in, lê belê hebûna Žeytên di ola wan de nîn e, ji ber ku hiž û lojîka wê romana ku dibêj e, afirandina Žeytên û nankorîya wî ji afirander re ret dikin, ji ber ku eger hebûna Žeytên hebiwa, wê demê ew afirîneyê xweda ye, û wê nikrib e nankoriya afirendeyê xwe bik e, û afirende jî, bûnewerekî žerxwaz na afirîn e û bi ser ademîzade de jî na sepîn e, daku hana ademîzade bide, ku nankoriya afirêner bikin, û karên pîs û xirab encam bidin, ji ber ku afrêner ji afirandeyên xwe hezdike û xirabiyê ji wan re naxwaz e, û wî hiž daye wan daku di bijardeyên xwe yên rojan e de, çi bijardeyên baž bin, û çi bijardeyên xirabin, serbest û azad bin.
Hin olan Žeytan afirandin daku bihužt û dojehê bi afirînin, ew jî, ji bo tirsandina kesên ku nankoriya fermanên afirender dikin û fermanên xweda bi cih nakin, ji ber ku di wê serdemê de, tu hikûmetên bihêz nebûn ku yasayan derbik e, daku sînûrekî ji mirov re destnîžan bike, ku karên xirab encam ned e. Di ola Êzîdî de, afirêner xêrxwazê bê dawî ye, û hiž daye mirov daku wek bixwaz e bijî, ji ber vê yekê di ola Êzîdî de, Žeytan ew kese ye ku, rêya nexêrxwaziyê û xirabiyê hilbijartiye û tawanan dik e…ew Žeytan e!?
Derbarê dîroka gunehbarkirina bawermendên ola Êzîdî (Êzîdî, Yarsanî û Helawî žaxên serekeyên ola Yezdanî ne) bi perestvanîkirina Ehrêmin- Žeytên, vedigere bo serdema Zeredežtiyan û di serdema Sasanî de, ku ola Zerdežtî wek ola fermîya dewleta Sasanî hat pejirandin. Bawermendên ola Yezdanî jî, di heyama desthilata Sasanîyan de, tûžî komkujiyê bûn û gunehbarkirina wan bi perestvanîkirina Žeytên bi hîztir berdewam kir. Ev derew ji Sasanîyan bo gelên dinên herêmê hat belavkirin, lewira ji aliyê Xiristîyanan û Misilmanan ve jî , Êzîdî bi vê yekê dihatin gunehbarkirin.  
Di dîroka nûjen de jî, di navîna çileyên sedsala bîstan de, keže Enistans El-kermilî bi pêvekirina guhenbarîya perestvanîkirina Žeytên bi Êzîdîyan ve, xwedî roleke mezin bû, pažê dîroknivîsê Îraqî Ebdulrezaq El-husnî wî jî, ev gunehbarî bi Êzîdîyan ve kir, û ji wê demê ve, ev derew bêhtir belav bûye!
Derbarê navê Tawos de jî, ew bi xwe, ji navê xwedawendê Somerî yê kevnar Dimûzî hatiye, ji ber ku tîpa (m)ya di vî navî de bo tîpa (w) hatiye veguhestin û tîpa(d) bo tîpa (t) hatiye veguhestin, ev yak jî ligorî rêzika zimanê Kurdî ye, lewira  bû (tûz). Li vir, em dibînin ku, ev nav tu pêwendîya wî bi balindê Tawos re nîn e, lê belê ew nav yê xwedawendê Somerî ye. Eger em çîroka afirnadina gerdûnê di olên Êzîdî, Yarsanî û Helawî de berwar bikin, ew yek wê derkeve holê, ku her wekî çîroka afirandina gerdûnê ya Somerî ne. Wiha diyar dibe ku, baweriyên žaxên pêžînîyên Kurdên Xorî yên ku berîya 3000 sal berîya zayînê li Kurdistanê jiyane, û baweriyên wan wek baweriyên Somerîyan e yên ku beriya 5 hezar sal berîya zayînî hebûn.Hêjayî gotinê ye, ku Mîtrayîtî jî, žaxeke ji ola Yezdanî ya ku gelên Arî berîya Xiristiyanîtîyê pê bawer dikirin.   

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark