Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Trabizon heta Semawa …dagîrker ji simbola azadiya Kurdistanê bêzarin

 


Idrîs Hiso

Ala Kurdistanê li Iraq û li gorî destûr fermî ye û ew Ala fermî ya Herêma Kurdistanê ye, rêpêdan heye ku Ala Kurdsitanê li seranserî Iraqê rêz lê were girtin wek çawa Ala Iraqa Erebî li ser dezgehên fermî li Kurdistanê tê hildan û bi fermî rêz lê tê girtin.
Di vîdoyekê de ku roja 30.07.2019 hatiye belavkirin, efserekî Iraqî Ereb bi pileya mulazim daxwaza ji kesûkarên qurbaniyên Enfalan dixwaze ku ew ala Kurdistanê ku bi histiwê xwe vekirîne rakin û piştre rufatê qurbaniyên xwe wergirin û sivkayetiyê jî bi ala Kurdistanê dike.


Leşker, polîs, karmendên ewlekarî û emnahiyê di hindirê dezgehên rêkxistî têne perwerde kirin, fermande û efser nabin fermande û efser heta ku di çend xuleyên rewşenbîrî û leşkerî neyên perwerde kirin, polîs, leşker û endamê dezgehên ewlekariyê riwê her welatekî ne û di perwerdeya xwe de dişibihin hev.
Rifatarê efser, fermandeyên leşkerî û polîs karvedaneke ji perwerdeya wî, bi vê wateyê divê em nebêjin ev riftarê  kesekî ye û take riftare, ev reftar divê bi kûrayî were li ser westandin û Kurd wê bi hêsanî û maçîkirina simbêlan derbas nekin çinku ev delîlê wê yekê ye ku ev efser bi vî şêweyî hatiye perwerde kirin û ev yek gelekî metirsîdare, bitaybet ku ev riftar di demekê de tê ara ku malbatên Kurd hatine ku rufatê nemirên xwe yên ku li ser destê rêjîm û zihniyeta Bass û bazê Ereban Sedam Husên hatibûn kuştin bi şêweyekî hovane wek karîsetên ku DAIŞê bi serê pêkhateyên Kurdistan û Iraqê ve anîn.
Li Tirabizona Tirkiyê jî êrîş li ser Ala Kurdsitanê hat kirin, dema ku hin geştiyarên Kurd xwestibûn ligel Ala welatê xwe wêneyan bikşînin, ev yek jî encamê îdiyoljî û perwerdeya dweleta Tirkiyê ye ku Kurdan ne wek mirov dibîne û kuştin, talankirin û qirkirina Kurdan wek erkê dewleta Tirk ê neteweyî û olî dide diyarkirin.
Hişmendiya dagîrkeriyê mirovdostanî, hevbeşî di welatekî de nizane, rifatarê efserê Ereb ê Îraqî ku îro ligel kesûkarên qurbaniyên Enfalan (cînosayda Kurdan) hat kirin, wê yekê dide diyar kirin ku rêjîma Iraqê heta niha bi hişmendiya dagîrkeran pêwendiyê û mamelê ligel gelê Kurd û Kurdistanê dike.
Hişmendiya dagîrkeriyê li Iraqê serdeste ne destûr û yasayên Iraqê ku danpêdanê bi Kurdistan wek herêmek fedral û bi Ala wê ya rengîn dike serdeste. Bi taybet dema em dibînin ku rawêjkarên serokê Iraqê li wî efserî guhdardikin, serokê ku bi xwe jî Kurd e.
Di mejiyê wî efsrî de û hişmendî û serê rêberê dezgeha ku ew têde kar dike û perwerde dibe, ew yek digere ku ew dagîrkerên Kurdistanê ne û nabe ku ti simbol û sîmayên serxwebûn û serfiraziya Kurdistana dagîrkirî li welatê wî werin dîtin, û ji ber ku Ala Kurdistanê simbola azadiya Kurdistanê û gelê Kurd û Kurdistanî ye dagîrker ji Tirabzonê heta bi Semawa ji dîtina wê bêzarin.
Gereke ev bûyer ne wek take riftareke were hesabkirin, û lêkolîn li gel wê efserê û berpirsên wî û dezgeha ku ew têde kar dike û perwerde dibe were kirin û cezaya wî were ragihandin.
Bi daxwaza lêborînê ji aliyê parêzgehê Musena û nizanim kî, gereke em neyên xapandin, tevî ku daxwaza lêborînê ji gelê Kurdsitanê pêngavek di rêya durust de ye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark