Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Keçên min

 


 Ebdilmecît Þêxo 
 
Dûrî we,
erê dûrî we,
lê pir nêzîkî we jî,
tenê sermiyana min belengazî ye,
tenê sermiyana min  hêvî ye,
tenê sermiyana min dilopên xwînê ne,
û  dilek di singê min de dikele.


Erê zarên min !
çirên dorhêla min vemirîne,
tenê stêrkeke min li ezmana heye,
em bi  hev re mijûl dibin.
Erê zarên min !
tenê çend peyvên min
 ji we re diyarî ne,
ji xwe re  bikin gurzên  gulan
û di  rojên dayikbûnên xwe de,
di dilên xwe de biçînin ,
û bi hestên bavê xwe avdin !
Efrîn,2019

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark