Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Min herdû Şingalname nebirin serî

 


 Qado Şêrîn
 
Min bi eşq dest bi xwendina romana Şingalname ya Brahîm Yûsif kir. Min ji bo xwendina romanê sê dan ji dema xwe terxan kiribû, taku giham rûpela 218an. Ya rast gerek bêjim ku rûpelên dawî ez işkence dikirim, berî ku Daişiyên teres zerî û xatûnên Şingalê işkence bikin, êdî li ba rûpela 218an rawestiyam û min nema dikarîbû xwendina romanê berdewam bikim. Nayê bîra min ku min xwendina romanekê bi dawî neaniye, jixwe rûpelên dawî yên romanan bêtir min bi xwendinê ve girê didin, û bileztir pêve diçim, daku zû bighêm dawî û bûyer, kesayetî, naverok, hevok û şêweyê nivîsandinê wek xwendevan, û wek rexnevanekî bi dawî bînim, bê ka nivîskar bi çi şêweyî hevok û tevna kesayetî û bûyeran hûnandiye, piştî li ba rûpela 218an rawestiyam, û min nema dikarîbû xwendinê berdewam bikim, rabû min li ser dîwarê xwe yê facebookê lêborîn ji Brahîm Yûsif û Êzîdiyên Şingalê wisa xwest:

“”Bibore Brahîm Yûsif, 
Min nikarîbû ji rûpela 218an wêdetir biçim û bixwînim, û bi girî, bêzarî, şikestin, destdirêjî, tazî, birçî, tî, derbiderî û di nav xwînê de romanê bi dawî bînim. 218 caran mirim.
Biborin zeriyên Şengalê, ez reva xwe radighînim, min nikarîbû êş û azarên we, şikestin û bêzariya we, kirîn û firotina we bi giyanê xwe re, parvebikim..Biborin.
Rû bi rû, ezê ji Brahîm li qedera Roka, Demhat, Têlî, Derya, bipirsim.””.

Dema min dixwend, û Daişiyan dest dirêjî zeriyên Şingalê dikirin, ez şil dibûm, min cilê xwe diguvaştin, tiştek ji wan nedihat dawerivandin, min nikarîbû wî hestî veşêrim. Dema zarok li ser rêyên ber bi çiyê ve tî dibûn, xweziya min zuha dibû, zimanê min bostekê ji devê min dikişiya, hêl di min de nedima rabim qurtek av vexwim.
Çi cara dengê guleyên çeteyên Daiş dihat, xwîn bi ser serê min diket, bêhna xwînê li pozê min dixist, min mîna korekî, bê hest destê xwe li cihê birînê dipeland, bi qêrînê re agahdar dibûm ku bi tenê xwendevanê romanê me, ne li ser bênderên Koçe me, daku wek jimarekê ji kokujiyên rojane bêm kuştin. Ji bo ji wê xewnê, na ji bo wê işkenceyê bi dawî bînim, min xwendina romanê bi zimanê erebî rawestand.
Wek mirovê xwe bixapîne, ji orcînala bi erebî, min dest avêt wergera bi kurdî. Cemîl Îbrahîm roman ji erebî wergerandiye kurdî. Min ji xwe re got; de ka ezê xwendina romanê bi kurdî berdewam bikim daku, bizanibim bê çi hat serê kesayetiyên romanê, wek Demhat, Roka, Têlî, Derya û yên din, bê ka çi hat serê zarok û girtiyên li ba segên Daiş. Wê kêlîkê hevok, peyv, şêweyê wergerandinê û avakirina romanê ji nû ve, ne li bala min bûn, ji min re bi tenê qedera kesayetiyên romanê pêwistbû. Ew şaştiya min a mezin bû. Dema min dest bi xwendina kurdî kir, min kesayetiyên romanê nas kirin, wek ku ez û wan bi hezarên caran pêrgî hev hatibin û bi hev re jiyabin, belkû bi hev re li ba çeteyên Daş dîl û girtî û di bin işkenceyê de bin, lê ji min weyê romanek din dixwînim, romanek ku Cemîl Îbrahîm bi xwe nivîsandibe û Brahîm Yûsif wergerandibe erebî.
Eger min bizanîba ku wisa ye, minê wergera kurdî ji destpêkê de bixwenda, daku ji werger fêrî avakirina hevokên kurt û hesan bibim, û çawayîna bi kar anîna gelek gotinên ku min nema bi kar dianîn. Hevokên werger hema hema bihêztirin ji yên nivîskar, eger mirov herdû zimanan kurdî û erebî li beramberî hevûdu deyne, mîna:
-Mane ez di temenê neviya te de me, çawa tu wilo bi min dikî!!??.
Ew li ser xwesteka xwe sûrbû, ji min xwest ko ez bi (organ)ê wî bilîzim heya rep bibe!!, min bi ya wî nekir, bi qamçiyan li min xist, heya niha jî şûna qamçiyên wî li ser pişta min mane û xuyane; wî ((organ)) ê xwe bi memikên min yên biçûk ve firkand, dixwest nêzîkî devê min bike, dilê min lihevdiket, û min dikir ko ez verişim, herdû gunên wî weke du nepoxên zarokan yên ba ji wan çûyî, çilmisîbûn; şevekê hat û ji min re got:
-”Sedema ko heya niha min nikarîbû ez te ji keçkanî bixînim, tu yî!! ”...
Min jê pirsî:
-Çawa!!?? ....
-Tu xwe bi dest min ve bernadî loma!! ....(rûpel 201)
Mirov destê xwe deyne ser wicdanê xwe û dilê xwe bişopîne daku bi tenê rastiyê bibêje, werger Cemîl Brahîm roman baş wergerandiye, baş xwe westandiye, bi zimanekî xweşik û nazik, û bi gotin û hevokên hesan wergerandiye. Ev nayê wê wateyê ku werger ji aliyê rêzimanî û nivîskî ve şaş neçûye, hema ezê ji nimûneya li jor nimûneyan destnîşan bikim, wek; lihevdiket- li hev diket, min nikarîbû ez te-min nikarîbû te, û min dikir ko ez verişim-û min dikir ko verşim.
Li gel ku wergerê ew hest li ba min peyda kir ku, romanek din dixwînim, romanek ku werger ji nû ve, ji ba xwe nivîsandiye, neku hatiye wergerandin, lê mixabin dîsa jî min nikarîbû bixwînim û bighêm dawiya omanê.
Belkû, demek din, sala bê lê vegerim û ji nû ve bixwînim, yan jî ezê li ba bijîşkan li rewşa xwe ya tendurustî bipirsim, wek çilo rizgarkiryên ji destê Daiş, pêwiste li xwe û tendurustiya xwe bipirsin.
04/07/2019


 


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.11
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark