Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bone Kurdî ye, lê pîrozbahî Erebî ye

 


Idrîs Hiso
 
Bi boneya bîranîna damezirandina yekemîn partiya siyasî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hejmarek partiyên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî û beyaname belavkirin bi mebesta bîranîna vê roja girîng û saxkirna wê.
Bê gûman damezrênerên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê berî 62 salan hest bi wê yekê kirin ku hebûna Kurdan li rojavayê welêt, ango binxetê di metirsiyê de piþtî ku dewleta Sûriyê ti danpêdan bi hebûna beþek ji Kurdistanê û hebûna gelê Kurd li Sûriyê neda û bi ser de jî hewldanên qirkirina Kurdan û derbedirkirina wan bi hemû þêweyî dan, û bi hemû kiryarên hovane xwestin Kurdan li Sûriyê û Rojavyê Kurdistanê tinebikin.

Zevî desteserkirin û li Ereban belavkirin, nasname ji Kurdan kiþandin û ew bê tomar di dîkometên dewletê de hiþtin, zindanî, asîmilasyon bi hemû rengî ji bo erd, mirov û ezmanê Kurdistanê dest pêkir, ta bi ziman jî qedexe kirin, û mirov ji ber guhdariya goraniyek Kurdî zindanî û îþkence dibû.
Lewma damezrênerên yekemîn partiya Kurdî li Rojavayê Kurdsitanê û Sûriyê û li ser serê wan rewþenbîrê mezin Dr. Nûredîn Zaza û têkoþer Osman Sebrî û herwiha damezrênerên din. Parastina zimanê kurdî wek pêngava sereke û herî girîng ji bo parastina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dîtin.
Lewma berdewam wan gelê Kurd han dida ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û herwiha ew bi xwe ji bo gel bibûn nimûne ji bo parastina zimanê Kurdî, -wek nimûne Dr Nûredîn Zaza bernameya wê partiyê bi Kurdî nivisandibû-, beyanname, daxuyanî û ragihandina partiyê bi Kurdî bû, heger bi zimanekî din jî heba, lê ya serekî bi kurdî bû.
Lewa em dibînin ku Nûredîn Zaza wisa dibêje: “Gelî Kurdan heger hûn naxwazin ji hev tarûmar bibin û winda bibin, berî her tiþtî zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin, lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û bidin naskirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêþve herin û bi rûmet û serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin ” herwiha Zaza didît ku xwendin û nivisandina bi Kurdî rêya rêzgarî û serbestiyê ye.
Apê Osman Sebrî ligel xebata Siyasî xebatek bê hempa ji bo ziamnê kurdî dikir, li her deverekê ku Apê Osman lê ba yek ji karên wî ew bû ku xelkên dora xwe fêrî zimanê Kurdî dikir û dibêje: “Kîjan Kurdê têkeve qada welêt û li gel zimanê xwe bendewar nebe, ew ne gelparêz e û ne dûre ku gelfiroþ be jî…”
Heger em bala xwe bidin daxuyaniyên partiyên Kurdî li Rojavayê welêt, mirov dê dil sarbibe, çinku yek partiyê jî bi zimanê Kurdî daxuyanî  belav nekiriye – li gorî zaniyariyên min-, hemiyan bi Erebî pîrozbahiya vê rojê kiriye, bi taybet ew partiyên ku dibêjin em hilgirê doza neteweyî ne?!
Heger hûn hilgrê doza neteweyî ne û peyrewê rêka Zaza û Sebrî ne û guhdana we bi ziman yekcarî nîne naxwe çi lome li partiyên din dibe?!
Þermek mezine di vê dema ku hemû derfetên fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî li ber destin, herwiha di serdema nêt û þoreþa tiknlojya de partiyên Kurdî nikaribin rêya damezrênerên partiyên xwe bigrin, tevî ku damezrêneran hemû belgeyên xwe bi Kurdî belavdikirn di dema ku ji bo goranîk an peyvek Kurdî eger hebû ku mirov jiyana xwe ji dest bide.
Behane û hincet ji wê yekê re nîne yek car, ji bilî ku mirov bîr li wê yekê bike: “An ew bi mebest wê yekê dikin û dizanin bê çi dikin, an jî ji nezanî û netêgihþtina girîngiya vê hokarê di xurtkirna doza neteweyî Kurdî de vî krê kirêt dikin.”  
Di herdu doxan de jî rewþ xirabe û diltezîn e û guneh û berpirsiyaretiya van partiyan girantir û hestiyartir dike û dihêle ku mirov bi kûrayî di gotinên Apê Osman Sebrî de mijûl bibe.
14.06.2019
Malpera Kurdistan24.net 15.06.2019z

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark