Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Leyla qasim: dîrokek serbixweye!!

 


  Narîn omer

Leyla qasim hesen,keçek kurde,xwest ropelên nû derbasî dîroka jinan bi tevayî bike,û ya jina kurd bi taybet,
Bi tiliyên hestên xwe yên miþtî coþ û hoþ.lewra ew ropel gelekî ronîgeþ hatin,û ta îro gelî kurd ne gehiþtne  raza vê ronahiya pîroz.
Leyla!!hemî gotinokên di mafê jinêde di hatin gotin herifandin,yên digotin:


Ma çi sudeya keçan di jînêde heye?û hemî qîrînên dijwar bê deng kirin:jin kêm ol û kêm hiþe.
Ez nizanim  çend pêrtûk an çend pêrtûkxane wê têra gotinên liser te tên gotin bikin??!
Leyla qasim di sala 1953 de jidayikaxwe cudabiye, ligundê/banmîl/ hirêma/xaniqîn/,xwendina xwe di dibistanê xaniqîn de bidomahî kiriye,û sala/1972/de, xwendinaxwe di zankowa bexda de berdewam kirye,sala 1970/de, bûye endamek yê partî dîmuqratî kurdistanî,ji zaroktiyaxweve hestê netewî di nav damarên wêda digera,û di xurtaniya xwede bidest çalakiyên xwe yên giring kir,bitaybet demê hevpeyvînên wê biçend xortên lehing re xurtbîn mîna (cewadê hemawendî, nerîman fuad,hesen heme reþîd,azad qasim ).lewra tirsa ricêma bexda ji wan zêdebê û ataxiya wan kirin ta ew girtin.û bigirtina wê dîrokek nû ji jina kurdre avabû,çimkî wê nêrînên cîhanê ji jinakud û hemî jinan guhertin,çimko wê xwest jinekî serfiraz bi afirîne,û mirovek serbest,ew bivî karê pîroz rabî.
Demê dayika wê û xuþka wê çûn serdaniya wê di zindanêde,ji wan xwest meqesek û kiras û xiftatê kurdî,û diserdniya duwemîn de,rahêþte meqesê û çend biskên xwe kurkirin û diyarî xweþka xwe kirin,û gava pirsa kiras jê kir gote xweþka xwe:
(Xukê: ezê bibim bûka kurdistanê piþtî çend rojên dî,û xaka kurdistanê wê pêþwaziyamin bike,lewra ez dixwazim xaka kurdistanê min himbêzî xwe bike û ez bi hemî xeml xêla xweve,evîniyamin ji kurdistanêre bê sînore).
û gote dayîka xwe( ez bûka kurdistanê me,min divê hûn bangbikin min bûka kurdistanê,û demê  laþê min bikihê we liser min negrîn, lêbelê bi dengê bilind bakin:bijî berzanê..bijî partî) .
çaxê hidan liser masa dadgihê serê xwe hilda û sirûda (eyreqîb) got û zordar hiþte di mendehoþiyek mezin de demî sekinê liser masî û li zordarê xwe nerî û kenî.
   Di 13/5/1974/leyla bî bûka kirdistanê.
Hezar silav ji canê te û hevalên te yên pakrewanre re leyla.


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark