Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Min Bêhna Serxwebûna Kurdistanê ji Zankoya Zaxo Kir

 


 Konê Reş
 
  Di roja 13 Nîsana 2019`an de, li ser daxwaza zankoya Zaxo û weşanxaneya Sîtavê, min ji Qamişlo berê xwe da başûrî Kurdistanê, bajarê Zaxo. Di rojên konferansê (Siyaseta Birîtaniya Himber Kêşeya Kurdî) de li zankoya Zaxo amade bûm û min du pirtûkên xwe di rojên konfransê de îmza kirin. Herdû pirtûk yek bi navê (Beriya Mêrdîmê; Romana Heyamên Derbasbûyî) û yek bi navê (Dr. Nûredîn Zaza; Kurdê Nejibîrkirinê) bûn. Ev herdû pirtûkîn min, nû di nav weşanên Sîtavê de li Wan hatine çapkirin..

  Di çûnê de, li herdû rexên sînor (Çemê Dicle/ Ava Mezin), rêzgirtineke mezin ji min re hat girtin. Ji Rojava, bê problem derbasî başûrî Kurdistanê bûm. Li Başûr jî, eynî rêzgirtinê ji min re hat girtin. Di encam de min di dilê xwe de got; madam kurdên me wiha bi qedrê min zanin- ez yê ku min 40 sal ji temenê xwe di ber rewşenbîriya kurdî de xerckiriye wiha qedrê min li herdû rexan heye- dêmek serxwebûna me nêzîk dibe.
  Li Başûr, di ofîsa mamoste Şewket Berbiharî de çav bi jineke pêşmerge bi navê (Xensa Elî Mîranî) ketim; wek generalek artêşa Amrîkî; bi cil û bergên pêşmergeyan pêçayî bû, demaçeya wê bi kêleka wî ve berdayî bû, ala Kurdistanê bi milê wê ve daliqandî bû.. Li gor ku min navê wê ji medya Kurdî bihîstibû, ji 20 salan ve di çeperên şer de karê nûjdariya pêşmergeyan dike; birîndaran derman dike.. Nexasim ku wê di şerê dijî Daişê de li Şingalê mêraniyeke mezin kiriye û nav û dengê wê bi firehî hatiye belavkirin, ta ku serok Barzanî pêşwazî û spasiya wê kiriye.. Vê şêrejinê ez bi otomobîla xwe gîhandim Zaxo, hotêla (Jamal) ya ku ji me re hatibû terxankirin û alîkariya xwe ji min re diyar kir.
  Li hotêla (Jamal), çav bi dost û hevalên ku ew jî wek min hatibûn, ketim; nivîskar Qahir Bateyî xwediyê weşanxaneya Sîtavê, Ferdî Sak û Yusif Başragan, ev herdû Bakurî ne di zankoya Zaxo de mamostetiyê dikin.. Nivîskar Eslîxan Yildirim xwediya weşanxaneya Azad, mamoste Husên di ber weşanxaneya Nubiharê de, Hebîb Kaya di ber weşanxaneya Avesta de, Semra, Eyûb û Mezlûm di ber weşanxaneya Enstîtuya Kurdî de ji Stenbolê hatibûn.
  Di roja pêşî de li Zaxo, mamoste Ibrahîm Hesinî (Bavê Ferzende) hat hotêlê serdana min, ez û wî, pêlekê li Zaxoka kevin geriyan, paşê em li çayxaneyek biçûk rûniştin û ketin dabaşa eşîra Hesinan de.. Wî ji min re got; "Ferzendeyê navdar di serhildana Agirî de ew jî ji eşîra Hesina ye û dibêjin ku General Ihsan Nûrî Paşa jî, ji eynî eşîrê ye.. ew li bajarê Bedîsê hatiye dinyê.." Min jî li dor eşîra Hesinên Rojava û gindê (Girê Qeresiyê) ku li Rojava ye, hin agahî jê re gotin; "dibêjin ku ew bi koka xwe ji Qersê ne û navê bajarê xwe li wî gundi kirine.. Dîrok dibêje; ji heyamê ku Hesenê dirêj birayê xwe Qasim paşa kiriye waliyê Mêrdînê, hingê Mêrdîn ji ber êrîşên Timorlikg û zarokên wî ji welatiyan vala bibû, Qasim paşa dor 80000 hezar mal ji devera Tebrîz û Azerbêcanê anîne wilayeta Mêrdînê, 2000 gund bi wan avakirine. Hatina wan di ser çemê Dicle, gundê (Girbalat) re bû. Cihê komkirina wan girê Qeresiyê bû. Ew ji Girê Qeresiyê di Rojava de belav bûn.. Ji wê hingê ve navê Qeresiyê li wî girî hatiye kirin. Ji ber ku piraniya xelkên ku anîn ji herêma Qersê û eşîra Hesinan bûn û ji wî çaxî ev eşîr li herdû peravên çemê Dicle belav bûye, roja îro ji wê deşta di ber çemê Dicle re dibêjin Deşta Hesinan.." Mamoste Ibrahîm Hesinî evîndarekî eşîra Hesina ye.. Min dirêj kir..
  Di wê rojê de jî mamoste Seîd Rezvan yê ku pirtûkek bedew li dor dîroka Zaxo berhev û çapkiriye hat hotêlê serdana min.. Min jî pirtûkek xwe bi zimanê erebî li dor dîroka Cizîra Rojava û bajarê xwe Qamişlo diyarî wî kir û pêlekê em li dor dîroka Zaxo axifîn.. 


 
 
Bajarê Zaxo: Sebaretî bajarê Zaxo û gotina Zaxoka Bahdînan, ez dibêjim Zaxoka Bota ye, berî ku Zaxoka Bahdînan be. Ji ber ku dema mîrnişîniya Botan hebû, ya Behdînan nebû û Zaxo bi cografiya xwe ve bêtir bi ser Botan ve ye. Li gor dîrokê, gelek ji eşîrên Zaxo di bin desthilatdariya Mîrê Botan de şer dikirin, wek êla Sindiyan ya mezin.. Ta niha di nav me kurdên Rojava de belave, kalemêr dibêjin; Zaxoka Botan.
Zaxoka ku bi geliyê xwe navdar e, ev geliyê ku yekemîn car  nivîskarê Yûnanî (Zînofon) di pirtûka xwe ya bi navê (Anabasîs an Vegera 10000 Leşker) de navê kurdan (Kurdux) aniye ziman, dema ku di sala 401`ê berî zayînê de vedigeriyane welatê xwe û di geliyê Zaxo re derbas bûne. Hingî kurd di Geliyê Zaxo de ketine pêşiya wan de û gelek serêşandin ji wan re çêkirine..
  Zaxo; ev bajarê ku berî serhildana 1991`ê wek gundekî bû, îro wek bajarekî modern û pêşketî li dor Çemê Xabûr,  Pira Delal û çiyayên derdorê de xuya dike. Avaniyên wê ber bi asman ve bilind dibin.. Bi ponijandina di bajarê Zaxo de, bajarê Batmanê li bakurî Kurdistanê hat ber çavên min. Zaxo jî wek bajarê Batmanê gavên mezin ber bi şaristaniyê ve davêje.. Belê di warê parastina zimanê Kurdî û kurdewariyê de Zaxo bi gelekî ji Batmanê pêşketîtire; Xelkên Zaxo tev bi kurdî xeber didin, jiyanek kurmanciya orjînal derbas dikin, lê beşekî mezin ji Batmaniyan bi zimanê tirkî xeber didin.. Tevî ku Batman bajarê Axayên kurda ye, bajarê hozên kurmanc yên dêrîn e, yên ku stran li ser wan hatine gotin û ew stran ketina nav zargotina me de wek: Rema, Sînka, Receba, Reşkota, Pecînara.. Lê mixabin zimanê wan yê danûstandinê û bazarê roja îro, bêtir bûye bi tirkî..!
  Hem jî di wê ponijandinê de ew xelkên Zaxo ji cihû, xiristyan û misilmanan hatin bîra min û pêre jî navê wan malbat û kesayetiyên wê, wek malbata Saadellah û malbata Şemdîn û yên ku min bihîstine hatin bîra min.. digel navdarên wê yên ku xebat û bizav di ber hebûna kurdatiyê de kirine, di ber çavên min re derbas bûn wek: helbestvan û siyasetmedarê şehîd Salih Elyûsifî, nivîskar Selah Saadelleah, siyasetmedar Hemza Abdullah, têkoşer Issa Siwar, Hazim Şemdîn Axa..Hwd.
Zankoya Zaxo: Em vegerin ser nîrê zêrîn Zankoya Zaxo û çima min bêhna serxwebûna jê kiriye? Erê ew serxwebûna ku xewna bav û kalên me bû, mirin û ew serxwebûn nedîtin.. Raste ew serxwebûn ji ber gelek sedemên siyasî û ciyopolotîkî nedîtin, pêre jî bandora eşîtiyê, cehalet û nezaniyê mezin bû, ew kor kiribûn.. Dûrbûna ji xwendin û ilm û zanînê ew paşketî hiştibûn.. Girêdana wan bi rêçikên misilmantiya wek (Qadirî û Neqişbendî..) mejiyê wan sekinandibû.. Jixwe bandora dagîrkeran, welatê me di paşketineke zor mezin de hiştibû, nexasim di warê ilm, zanîn û qedexekirina zimanê me ve.
  Di roja 14`ê Nîsanê de, dema ku min xwe li ber dergehê Zankoya Zaxo dît, sê-çar Alên Kurdistanê li ba dibûn û di hundirê Zankoyê de çav bi lehiyekê ji qutabiyên ji keç û xortan ketim, heyecanekê ez girtim û yekê ez berdam, ji kêfa re hêsir di çavên min de kom bûn.. Ew keç û law temenê wan di navbera 18-25 salî de bûn, di hundirê zankoyê de diçûn û dihatin, tev bi zimanê kurdî xeber didan, ne bi zimanê erebî, ne bi tirkî û ne bi farsî zanîbûn, wan şahiya min dubare dikirin, hêviyên min mezin dikirin û ez ecêbmayî dihiştim..! Hingê min di dilê xwe de digot; Kurdistan li vir e..!
  Di hisiyam ku wê zankoyê û wan qutabiyan hevsarê me kiriye destên me de û xewin û hêviyên Mîr Celadet Bedirxan kirine rastî.. Mîr Celadet Bedirxan ê ku gotiye:
"Bavo li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene tevde bûne dewlet û hikûmat, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em miletê kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, Nezan, belengaz di destê xelkêde lihîstok… Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe li gor kêf û menfîeta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojave dide rojhilê, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê.." Hawarê, hejmar: 27/ 1941.
 Di pêşangeha pirtûkan de wan qutabiyan li pirtûkên ku bi kurdiya latînî di nav weşanên Sîtavê, Avesta, Nûbihar, Azad, Enstîtuya Stenbolê de hatibûn çapkirin û di zankoyê de raxistîbûn ji bo firotinê, mêze dikirin û digotin; em nizanin bi pitên latînî bixwînin..! Vê gotina wan careke din ez li Mîr Celadet Bedirxan vedigerandim û ev gotina wî bi xurtî dihat bîra min:
"Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.." Hawar, hejmar: 10/ 1932
  Tiştê zanim ku, iro alfabeya Latînî di cîhanê de bi hevbeşî tê bikaranîn. Bikaranîna alfebeya Latînî ji bo zimanê me gavek hemdem û girîng e. Ji ber ku zimanê bi alfebeya Latînî be, wek zimanê dinyayê di motorên lêgerînê û ansîklopedîyên vekolînê de bêtir têne bikaranîn..
  Werhasil, çendî em kurd ber bi serxwebûn û dewletbûnê ve herin em ê karibin alfabeya xwe bikin yek.. Di baweriya min de alfabeya latînî ji ya alfabeya Aramî/ Erebî, bêtir li bejin û bala dengên zimanê me tê kirin.. Ez bawerim em ê jî rojekê wek Mustafa Kamal ê ku di sala 1928`an de alfabeya Osmanî ji tîpên erebî kir latînî, em ê karibin a xwe jî di seranserî Kurdistanê de bikin latînî, bi hêvî me ew roj ne dûr be..
  Herwiha di wan rojan de çav bi gelek mamoste û pisporên zankoyê û nivîskaran ji xelkên Zaxo û mêvanên wê ketim wek; Dr. Lazgîn Ebdê, Prof. Hogir, Dr. Saniya Cebar, mamoste Şîlan Yûnis, Dr. Faxir Hesen Gulî, Dr. Şewket Sindî, Dr. Hesen Osman Abdulrehman, Dr. Şêrzad Zekeriya, Dr. Abdulfettah Botanî, Dr. Elî Mîranî, Dr. Ebdê Hacî, Ehmed Kurdî, Musedeq Tovî, Hecî Haris, Kovan Xankî, Şêx Merwan, Ibrahîm Gurbuz, Seîd Veroj û Roşan Lezgîn ji Amedê.. Û gelekan ji wan pirtûkên xwe diyarî min kirin.. Her wiha min gelek ronakbîrên Kurd, Tirk û Ereb yên ku hatibûn konferansê dîtin û me sihbetên xweş digel hev derbas kirin, ji wan Prof. Ismaîl Beşikçî, Dr. Abdulbasit Seyda ku ji Swêdê hatibû û Dr. Mehmûd Zayid ji Misrê hatibû û gelekên din yên mêvan.. Mixabin di vê derheqê de navê tevan nayê bîra..
  Bi rastî yên ku bala min kişandin û bi min xweş e ku ez navê wan dubare bikim ev herdû mamostayên ji Bakurî ne; (Ferdî Sak ji Şernexê û Yusif Başargan ji Hekarî), herdû li zankoyê di beşê ziman û wêjeyê de kar dikin û wek pirekê ne di nav rewşenbîr û nivîskarên Bakur û Başûr de, digel hevalê wan Hebîb Kaya.. Kêfa min gelekî ji wan re hat.
  Ev zankoya ku di di sala 2005`an de bingehê wê hatiye danîn û di sala 2010`an de bi rengekî fermî hatiye damezirandin û dergehên wê li ber qutabiyan hatiye vekirin. Roja îro hejmara qutabiyên wê dor 5-6 hezar qutabiyên ji keç û law heye.. Gelo piştî 10 sal din, wê çiqas kadiroyên pispor di warên ilm û zanînê de li me zêde bibin û çiqas mirovên jîr û zana ji vê zankoyê xwendina xwe xelas bikin.. Xwedê wan bistirîne.. Ev zankoya ku herî dawî li zankoyên Kurdistana Azad zêde bûye û dergehên wê li ber qutabiyan vekiriye.
  Belê cihê daxê ye ku min kurdiya latînî li Kurdistana azad nedît! Sed mixabin min di wan rojan de rojnameyeke bi kurdiya latînî nedît! Ew nivîskar û rewşenbîrên ku ji bakrî Kurdistanê têne Başûr, di wan rojên xwe de wek ker û lalan dimînin! Nizanin bi alfabeya Aramî û tev weşanên Başûr bi alfabeyê erebî ne, vêca di wan rojên Kurdistana azad de heyirî dimînin, nizanin çi heye, çi nîne..! Di baweriya min de, wek rêzgirtin ji kurdên Bakur û Rojava re pêwîste wezareta rewşenbîrî bi kêmayî rojnameyeke rojane an heftnameyekê bi kurdiya latînî biweşîne..
  Di encamê dîtina Zaxo, Zankoya Zaxo û qutabiyên zankoya Zaxo ji keç û lawan û ku zimanê Kurdî, zimanê dersdan û xwendinê ye, min hilm û bêhna serxwebûna Kurdistanê kir.
Konê Reş/ Qamişlo 20/05/2019

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark