Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tižtek bi Žingalź hatiye?! “Tižtek bi žingalź nehatiye, lź tižtek bi me hatiye.”

 


Idrîs Hiso

Di van rojê dawî de gelekî behsa wê yekê tê kirin ku dewleta terorîstên çekdarên dewleta islamî li Iraq û Žamê(DAIŽ) bidawî hat û bi tenê çend rojin wê ev nûçe bê ragihandin, cîhan çavê wê li nûçeyek wisaye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî çekdarên DAIŽê li gundewarê Dêra Zorê li Sûriyê li gundê Baxoz  dorpêç kirine û kerîdorên mirovî ji bo xelkên sivîl û yên dixwazin ji deverê hilên derkevin vekirine.


Bi hezaran çekdar, jinên daižiyan û zarokên wan dest hildayî jor xwe radestî hêzên navborî dikin û bi barhilgirên guhezitina mer û bizinan ji bo kampan têne veguheztin.
Di encam de rojane nûçe derbarê zarok û jinên kurdên êzidî ku hêžta di destê DAIŽê de dîl mane û jinûve têne rizgar kirin belav dibin.
Di kurte vîdiyoyekê de tê ragihandin ku 11 zarokên Kurdên Êzidî ku li ser destê HSDê hatine rizgarkirin,  dema ku rojnamevan çend pirsan ji wan zarokan dike, yek ji wan dibêje Ma Tižtek Bi Žingalê Hatiye?! Dengê jinekê tê ku ji wan re dibêje: Na tižtek bi Žingalê nehatiye û hemû li hêviya we ne…
Erê kurê min tižtek bi Žingalê nehatiye, lê tižtê bûye bi serê žingaliyan ve hatiye  , Žingal li cihê xwe ye, Žingal wêran e, xanî, mal, gund û gundewarên Žingalê wêran û xabûrin kurê min.
Lê ez ji te re dibêjim Žingal silametî ye, nûavakirina xanî, žeqam û bazaran zor jê re navê, berî niha Duhok, Silêmanî û Hewlêr jî wêran û xabûr bibûn. Di çend mehan de hosteyên Žingalî Karin bajarekî nû avabikin. Xema vê nexwe kurê min.
Lê tižtê bi serê xelkê Žingalê ve hatiye, guherîna di bîr û bawriya Žingaliyan de bûye, kareseta mezin ku 3 hezar jin û zarokên me yên mayî di destê DAIŽê de, û va dewleta terorîstên DAIŽê tê rûxandin jî û hîn çarenivîsa bi hezaran ji wan ne diyare?
Tižtê bûye kurê min ku pižtî rizgarkirina Žingalê ji ber berjewendiyên siyasî û bazara li ser sere Êzidiyan, hîna êzidiyên Žingalê nikarin vegerên ser axa xwe. Tižtê bûyî kurê min ku bežek ji êzidiyan jî bi xwe têde beždarbûn ku pižtî bi hezaran qurbanî û pižtî bi hezaran žehîd û dîl Žingal careke din ji himbêza Kurdistanê hatiye dûrkirin.
Tižtê bûye û gelek mezine kurê min ew e ku hejmarek xelkên êzidî di wê baweriyê de ne ku ew li dervî Kurdsitnê dê karibin xwedî rûmetek bažtir bin, ew dê xwedî azadiyek bažtir bin, tižtê herî xirab jî ku dibe kurê min ew e ku êzidî xwe bi neteweyek din ne kurd hesab dikin.
Erê kurê êzdîxan û kurdistanê, tižtek bi serê Žingalê nehatiye, lê tižtê herî mezin bi serê me û žingaliyan ve hatiye.
Gewîlan 28.02.2016 z – Têbînî: Di rojnameya EVRO de hejmar 2540 hatiye belavkirin.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark