Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: DENGÊ HAWARA TE

 


Xizan Șîlan

dengê hawara te
melûliya rondikên çavên
ziwa ye
keservedana temenekî
bi jan e


kaniya xeyalên bi coþ e
dengvedana þikeftên
tenha ye
têkoþîna li hember zexelên
demê ye
dengê hawara te
guregura reþewrên barana
azadiyê ye
hêrsa pêlên okyanûsa ye
kefenê mirineke zûhatî ye
sebira xwedawendên
bêdeng e
dengê hawara te
nalenala sînorên welatekî
bindest e
reþgirêdana gund û bajarên
hilweþiya ye
hesreta ronahiya berbangên
derengmayî ye
daxwaza lêvên bêmaçmayî ye
xatirxwestina ji rojên tarî ne
dengê hawara te
çûkê baskþikestî ji refên xwe
veqetiyayî ye
êþa li ser dilê evîndara ye
pêjna helbesteke nehatî xwendin e
sir û seqema zivistanên hiþk e
xumxuma herika çemên har e
siwarê hespê li meydana
cengê ye
dengê hawara te
kezebþewata lorîna dengbêjên
serhedê ye
feryad û fîxana bilbilê îsyankar e
tenêtiya
axîna dûmana cixara min e
zingezinga dengê dahola
jiyaneke nû ye
pelvekirina daristanên þîn e
kovanên di malzaroka hezkirinê de
hatinî meyandin e
kutekuta kelecana dilê xeydok e
dengê hawara te
qêrîna agirê berxwedanê ye
bêrîkirina bêhna kulîlkên
biharê ye
xewna çirûskên çira mezlûma ye
naleta dîroka durû ye
raperîna çiya û zinarên berz e
sirûda ala serkeftinê ye
sonda tolhildana þervanên
mêrxas e
û mizgîniya
xemla Kurdîstana serbixwe ye

Xizan Șîlan
2018-12-18
Stockholm


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark