Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Wêneyek Ji Evîna Rojên Kevin

 


 Konê Reþ

  Her ku rûpelek dinivîsndin, gotinên bavê wî dihatin bîrê.. Çendî hewil dida xwe ji bavê xwe rizgar bike, pêre dernediket.. Her ku li kalemêrekî guhdarî dikir, gotinên bavê wî dihatin bîrê.. Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; problem û serpêhatî hatibûn serî.. Her ku ji Qamiþlokê an cihên din vedigeriya malê, çîroka çûna xwe ji pîrka xwe Nûra Keye re digot û xwêdan pê diket.. Piþtî ku Nûrê çû rehmetê, ew çîrokên çûna xwe ji diya wî re digot.. Wî jî, di wê zaroktiyê de li bavê xwe gudarî dikir û pê re ma bû.. Ji wê hingê ve wêneyê bavê wî li ber çavên wî ye û gotinên bavê wî di qula guhên wî de bi zingezing in..


  Kesî di wê mala wî de hez Lenîn, Stalîn û Xalid Begdaþ ne dikir.. Hez Mela Mustafa Barzanî û pêþmergeyên wî dikirin.. Hin xortên malê divîbûn bibin Pêþmerge û digotin; ji bedêla ku em li ser vî sînorê di bavbera Serxet û Binxetê de bi gule û mayînên Tirko bêne kuþtin, na bela em di ber Mela Mustafa Barzanî de bêne kuþtin.. Ma Abdulselam Arif çi dozê li Mela Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan misilmantire û dixwaze di malka xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?!

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark