Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Li bende me û Yekîtî ... du helbest

 

 
 Li bende me  


Bavê helbest
Helbestvan-98@hotmail.com
   
Li bende me li bende me
Ez li dendî yara xwe me
Civa daye divê were


Çawa nayê li bende me
Li bende li ser Agirim
Diçim û têm xwe na girim
Hawêr xwe hawêr dinerim
çepka didim bê guh bidim
cav li rê ne li hiþ xweme
civan daye li bende
cav li rê dûr dûr dinerim
li hêviyê bi bask û perim
gelo nayê çima nehat
nikam bê wê ji vir herim
nabe neyê wê niha bê
nake derwa ez bawerim
nizam wê ji kûve hilê
hawêr berê xwe dighurim
buhare li me xweþ deme
civa daye li bende me
xum xuma çem û kaniya
xwiþ xwiþa van darê biya
deþtek rast di alî çiya
þîne têd hezar reng giya
gul buhar qawan û nêrgiz
xak bi xemle nake xwiya
hidik maye li min hilê
heyva çarde li bêriya
jêre saxim jêre heme
civan daye li bende me
bîn dikim bîna surgula
dengê þalûl û bilbila
avdare çi xweþ buhare
hawêr avê darê zila
ker neyê þa nabim ti car
dil wê bibe warê kula
divê bê hiþyare Dîlber
ew nakuje herdû dila
ji can û dil ez pêre me
civan daye li bende me
hat..... hat û hat gava hilat
cav pê ketin ji wêde hat
çok ji kestin hêsrê mi hat
weke Ava çemê ferat
dil rikrikî nekir tebat
xwîn hew gerya ne çû û ne hat
qîrîn ji min  çû bi þewat
vaye hat va dosta mi hat
rastiye yan di xew deme
eva go tê li bende me
ketin hevde ev gul û dar
tev jêre piþt bûm xûz û xwar
gul ji ser þaxa hatin xwar
xwel rê raxistin wa bi xar
Av rawestya hew herikî
Li ber pê rast bûn kaþ û car
Çiya li çiya kir gazî
Emê çikin çiye beryar
Rastiye ne di xew de me
Eva go tê li bende me
Dest fireh ez çûm pêþiyê
Geh bi lez û geh bi bazdan
Gava em herdû gihan hev
Hejya Erd û her heft Ezman
Ro zerbû dîrok li paþ ma
Hawêr me bû mij û dûman
Mem û Zîn ji gorê rabûn
Herdû bi ser hevde giryan
Rastiye ne di xew de me
Ev þêrîne li bende me

................................
........................
...............
.......
...
.

qamiþlo 1991

***********
Yekîtî

Yekîtî serketine
Serbilindî pêþketine
Doz û daxwaza mine
Riya xebata mine
Yekîtî serketine
Neyar zane û zore
Çav vekirî ne kore
Bi leþker û abore
Dostê wî li hawîr dore
Belakirna min xwestine
Yekîtî ser ketine
Bi hevre em di rêde
Gav li pêþin nayên paþ
Yeka yeka ji hev ketî
Yek li pêþe do li paþ
Yeka yeka ketine
Yekîtî serketine
Dijmin yeke
Milet yeke
Welat yeke
Çima ji hev dûr ketine
Riya rastî me di
Em milet
Emin jêre xwedî
Ev milet
Doza me yekîtî
Em milet
Yeka yeka ketine
Yekîtî ser ketine
 
****************

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarên Têkildar

Helbest

Mixabin, ji bo vê nûçeyê þîrove ne çalak e.