Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Eger ez jina te bû ma

 


Wiyam Xedas

Eger ez jina te bû ma
Minê biavêta ser pûrê te
Li ser qabên pirtûkên te yên nuh
Bi bejan te ya bilind
Bi çavên te yên zelal
Bi lêvên te yên xweş
Ji dêvla ez serkeftina te pîroz bikim


Min bala xwe ne dida ewên pêwîst hevalên te
Li ser Feyspokê
Û minê di ronîkirinekê de ji te re bigota:
Ez xwe amade dikim  bo hatina te
Û qemîsê razana min yê şîntarî  li nig te
Ez nabînim
Te dîtiye?
Ezê gengeşiyên te yên çandeyî pêwîst bibirim
Ji payeberziya wêjeyê di civakên sêyem de
Bi agahiyekê biçûk
Ezê bînim bîra ku tu vê şevê bi xwe dereng nemîne

An dereng bimîne
Lê ji bîr neke tu gellekî vexwe
Berî hatinê
Çiku tu dizanî
Ez ramîsana avdayî bi meyê baştir dibînim
Û şêwaza sînemayî afrandî
Ya ku tilyên te pê dilivin li ser laşê min
Di serxweşiyê de,

Eger ez jina te bû ma
Minê ji guhdariyên te ji dilekî zêde bigota
Ser amadebûna te teyî dirust
Di şevên zirç
Yên ku bê wate ne
Yên ku ez nikarim pêkve helbestekê tenê bi dawî bikim
Ez biryarê يidim bi tazîtiyê li ber ayînê
Daku wate bibiriqîne
Derbarî reşikiya teyî dilgerm li pişt min
Û giriyê min yê şewat sapûtka sênga te

Û helbest dizên wek sêlê ji devê min
Tîr in tîr
Tevî qêrînê
Pêkve bi xwêdanê re
Bilind dibin bi tayê re
Lê nenûkên min diçikin
Di goştê milên te
Çi wate ku ji mirovan dixwînim
Ser amedebûna afrandina te û pirtûkên te şêrînê min?

Eger ez jina te bû ma
Minê romanên te ji lehengên ewan valabikirina
Û minê gana te bikira pêş ewan
Daku serfiraziya te bidîtina
Û hejarbûna te te di hebûnê de
Û ji te nefret bûn û dev ji te berdan
Û tu ma  ji min re
Xwedwend in ji bilî min ne afrandine,

Eger ez jina te bû ma
Belkî min biryara pirsek bu te di dîdariyek te de bida
Derbarî têkiliya hezkirinê ku ez pincar dixum
Piştî vî temenê dirêj
Çiku ew xwarina teyî hilbijartî,
Û ez tenha rengê narincî li xwe dikim
Ez  zikdayî bilivim wek berê " Yûsivî "
Û hestê teyî hejar bi şanaziyê
Dema ez bibîdibim ku ew rengê teyî sirûrşkirî.

Eger ez jina te bû ma
Minê êrîşî zankoyê bikira cihê tu sîmînara lê didî
Li ser romana nuh û pêşengeyên ewan di cîhanê de
Minê mîgrefon ji destê yekê revandiba
Û minê bi dengê bilind bigota:
" Șorba kumika ku te bi çêkirina wê ya duh ez nişkeve kirim
Xweştirîn tiştê ku mêrek çêdike şêrînê min ! "

Eger ez jina te bû ma
Min mûm li ser maseya xwarinê nevêdixistin
Minê tilyên xwe vêxistina
Û minê jehr ji te re tev sîniya te bikira
Daku tu bimirî lê ez disotiyam
Ez bi tirafa xwe li ser dîwarên malê binvîsim:
" hezkirina min bê derketine wek vî dîwarî ! "

Eger ez jina te bû ma
Minê weneya guhestina me daîna
Li ser kerta pênasiya tetî netewî
Û pasporta te
Li ser gengeşiyên te rojnemevanî
Yên siyasî û yên herî tund
Û min imzeya te yî kesayetî bihêla
Gotinek ji çar tîpan
Ew navê min.

Eger ez jina te bû ma
Minê neserkeftina te xwedî bikira li ser birhên xwe
Navbera por di laşê min de
Binya zimanê min
Kûrahiya navka min
Hundirê zikê min
Ezê  li têkçûna miqate bû ma
Bi fedekarî tu serkeftinan qir dike
Bê rawestan,
Min te micûl kirî bi zarokên ku ezî ewan bînim
Her roj
Û min ew gerim kirin daky li ser te rabin
Çiku tubavekî hej berhemên xwe dikî bêtir ji ewan,


Eger ez jina te bû ma
Mine çavên xwe derxistana
Pêsîrên xwe bibirîna
Ûrê xwe biavêta
Gurçika bixiniqanda
Roviyêm xwe verşanda
Minê tiştek wisa bikira
Her şev birêk û pêk
Daku tu bi min ve werî bo xestê
Û tu li nameyên dilgirêdayên te venegerîne,


Eger ez jina te bû ma
Minê serkêşiya raperînên piştgiriya dijminên te bikira
Leşkerên mirovên ku çavtengiya ji te dikin
Tu dizanî çendîn ew bi sawe
Emê pêkve bibêjin: bikeve…Bikeve !


Eger ez jina te bû ma
Ez nizanim
Dibe min te daqurtanda

Wiyam Xedas , helbestvaneke Tûnisiyê, mafnase, di rojnameyên erebî de dinivîse,ji berhemên wê:
Ez dimeşim û dikenim weku ez darekim" çîrok "
Bexçeyek bi zûhaymer ketiye " helbest "
Ev helbesta  bi nav bûye vê banga sibehê hatiye weşandin di malpera erebî: Antoljiya, ji ber naveroka ewê ya giran buha min wergerand zimanê kurdî di cih de, hêvîme li gor vê baweriyê be

-----------------

Nameyek bo romannivîsekî mezin- Wiyam Xedas, malpera Antolojiya, 9-6-2018

وئام غداس - رسالة إلى روائيّ عظيم: لو أني زوجتك!.. شعر- موقع انطولوجيا، في 9-6/ 2018

Brahîm Mehmûd
Duhok – 9-6-2018 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.6
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark