Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di 103 Saliya Komkujiya Ermeniyan de, Nimûneyek ji Pêwemdiyên Ermeniyên Biþêriyê û Eþîra Rema

 


Konê Reþ

Gelekan li dor pewendiyên Kurd û Ermenan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuþtina ermenan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiþtek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewþa Kurdistanê a ciyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor kêþeya gelê Kurd û zimanê Kurdî..
 Anku Kurd ne dewlet bûn, ne desthilat bûn, cehalet û nezaniyê Kurd kor kiribûn, misilmantiya þaþ kurd ji rê biribûn, Kurd di bin emir û fermanên Osmaniyan de diliviyan..


Van yekan hiþt ku Kurd di gelek waran de paþketî bimînin û gunehkar bibin û gelek tiþtên ne baþ di derheqî wan de bêne nivîsandin. Derfet nebû ku Kurd bervedêriyê di ber gelê xwe de bikin, wek ku pêdiviye; li pêmayê bav û bapîrên xwe vegerin, zimanê xwe vejînin, folklorê xwe kom bikin, bi zimanê Kurmancî bigrîn û bikenin.. Erê tevî van yekan Kurdan di gelek deveran de li Ermenî û xaçparêz bixwedî derketine û ew ji kuþtin û qirkirinê parastine.. Belê kêm kesan ev yek (parastina ermenan) ji rex Kurdan ve aniye ziman.. Erê bi min xweþ e ku ez di vê mijarê de hinek ronahî berdim ser pêwendiyên Kurd û Ermenan; Kurd, êla Rema, mala Hecî Ebdellah (Emînê Perîxanê) û Ermen, mala Bêdrosê Ûsiv..
 Di vê pêla dawî de, min bêtir ji berê pewendiyên xwe bi ermeniyên Qamiþlo re girêdan û xweþ kirin, nexasin ewên ku di nav eþîra Rema û deþta Biþêriyê de mezin bûne, ewên ku bi kurdiyek sade û resen xeber didin.. Ji wan Ermeniyan ez çav bi Antranîkê Bêdros /1925 û birayê wî Gerabêtê Bêdros /1935 ketim. Ev herdû kurên Bêdrosê Ûsiv in, bi koka xwe ji Ermeniyên Wanê, gundê Caksa ne.
 Di fermana Ermenan a sala 1915 an de bavê wan Bêdrosê Ûsiv xwe li Êla Rema, Mala Hecî Ebdellah girtiye, ji mala Hecî Ebdellah, Emînê Perîxanê ew parastiye û Bêdros bûye wek neferkî ji malbata wî.. Bi van gotinên xwarê Antranîkê Bêdrosê Ûsiv yê ermenî destpêkir û got: Em ti carî qenciya eþîra Rema û Mala Emînê Ehmed (Perîxanê) ji bîr nakin, wan bavê min ji qirkirin û kuþtina fermana sala 1915 an parast û wek neferekî ji malbata xwe xwedî kirin û wiha em û zarokên wan bi hev re mezin bûn ta ku em binxet bûn.. Li binxetê jî dema ku Emîn axa û di pey re kurên wî; Þikrî û Huseyin ji ber tirkan revyan xwe li mala Hizniyê Xelîlê Osman, gundê Tilbirêc û gundê Qetraniyê girtin, careke din em û wan di xêr û þerê hev debûn.. Nexasim ku Huseyinê Emîn ta bi mirinê jî her ew dostê wefadar bû bi me re.. Ti carî em wan jibîr nakin.. Niha kî ji mala Emînê Perîxanê li Qamiþlo bibin mêvan, mala me ji wan re hotêl û aþxane ye..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark