Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavok: Beyana YNRKS dijî êrîşkirina turkiya li ser xelkên me li Efrînê

 


Em di Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
(YNRKS) de û bi hêrseke mezin êrîşkirina turkiya li ser xelkên me li Efrînê û bombekirina xelkên sivîl, di bin siya sedemin ne rast de, û ji bo siyasetên turkiya ên dîrokî li dijî kurd û Kurdistan şermezardikin.
Herwiha em helwesta navdewletî û cîhanê jî şermezar dikin, ku li pêşiya vê dijminaya mezin bê deng mane, û bi taybetî dewletên mîna Rûsiya û Emrîka, ku serborên wan ligel kurdan di warê xedrê de hene.


Bi vê helkefta xemgîn, em di YNRKS de dozê li hemî nivîskarên xwe dikin, ku vê êrîşa bê îman şermezar bikin û helwestên xwe bi tundî lidij binivîsînin.
Herwekî dî jî em dozê li tevgera kurdî dikin ku bi yekbin û ji nakokiyê xwe ve derkevin, ji ber em tev hewcedariya yekîtiyê ne, ku em lidijî pilanên hovanane, ewên ku li himberî vîna gelê kurd li her çar perçên Kurdistanê derdikevin.
Sermedî bo canê şehîdan di Efrîna leheng de. Saxlemî bo hemî birîndaran re.
Piştevanî bo xelkên me ên ku berxwedanê li ber axa xwe û kerameta xwe dikin.
Şermezarî bo dijminên ku li dijî azadiya gelê Kurdistanê ne.
Şermezarî bo helwesta cîhanî a dijî azadiya û hebûna xelkên me ne.

20.01.2018
Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya

Şanik: Yekîtî wê kampaniya bo piştevaniya ligel xelkên me li Efrînê bike!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark