Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxī: Serxwežī ū Sersaxī

 


Bavê Zozanê

Îro 9.12.2017 li komela Hêlîn li Essen ê û bi alîkariya malbata nemir .

Yekîtya Nivîskar û Rojnemevanên Kurd bi erkê sersaxiya helbestvanê hêja nemir Xelil Mihemed Elî Sasûnî rabû.

Li dora katjimêr 13.30 nivîskar Bavê Zozanê dest bi vekirina sersaxiyê kir, pêžê wek xuleyek bê deng rewženbîr û siyasetmedar û hemî beždarar û mêvanên delal li ser giyanê nemir Xelîlê Sasûnî  wisa jî li ser giyanê hemî nemirên Kurdistanê rawestiyan.


Ûwek urf û adetên dinyayê Bavê Zozanê sersaxiya malbatê kir û got ku bere serê malbatê û yê hemî xwedî, nas û mirov wisa jî dost û hevalên wî saxbin, xwedê û pêxember jê xwežbin ,cihê wî bihižta rengînbe.

kurte jiyana parêzer û helbestvan Xelîl ê Sasûnî anî ser ziman ku ew bi xwe ji malbatek xuyanî û navdare,lehengî û welatparêziya wan di dîroka Kurd û Kurdistanê de ežkereye.

Wisa jî Bavê Zozanê li ser jiyana nemir a wêjeyî ,xelat û berhemên wî jî axivî ku ew bêguman stûnekî serekebû di helbesta resende.

pažî dest bi pirogiramê hate kirin û derfet hate vekirin bo beždarbûnê di sersaxiyêde .

- Xužka Mîdya qîza xwedê jêxwež gotina malbatê bi zimanê Erebî xwend, bizelalê ser jiyana bavê xwe got çêbûna wî ,xwendina wî, berhenên wî ,bawerim bi hestekî naz û žêrîn dîrok û jiyanana bavê xwe Xelîl Sasûnî hemî žirovekir.

- Gotina yekîtiya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li Sûrî mamostê hêja parêzer Cemîl Ibrahîm bi zimanê Kurdî xwend. Mamosta bi firehî ser jiyan û kar û dîroka helbestvanê nemir sekinî.

-Mamosta Ebdulsemed Daood wek bîranîn ležkeriyê û bê çilo û çawa nemir naskir bi kurtî bi zimanê Erebî ji mere xwend.

-Helbestvan Tengezarê Marînî ewî jî sersaxiya malbatê di riya helbesteke xwey žêrîn de kir.

-Çîrokvan Fewaz Evdê bîranîn xwey li Batmanê wisa jî têkilên xwey enternêtê bi rehmetî re ji xizm û malbat û guhdaran re bi zimanekî xwež peyivî.

- Siyasetmedar Ebdulbasit Hemo ser helbastvanê me bi gežbînî axivî ku kurd wê timî berdewam bin di tekožînê de û wê dev ji mafê Kurdayetiyê neqerin.

dawî Bavê Zozanê derfet vekirî hižt bo her kesê ku bixwazê ser nemir Xelîl Sasûnî gotinekî yan jî nerîna xwe bibêje.

Wisa sersaxî bi dawî hat dîsa Bavê Zozanê bi navê YNRKS û bi navê malbata helbastvan Xelîl Sasûnî û bi navê komela Hêlîn spasiya hemî kesên hazir û beždaran kir bi hêviya jiyanek xwež bo malbatê wê û  bi hêvî û xwesteka ku gora rehmetî bibe parçek jî Buhižtê.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark