Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ji bo te yarê

 



Þêrzad Zeynelabidîn

Evro bi erebî , me nahêt helbest
Ji bo te yarê , kurdî ye elqest
Da bikem behsê , vê nazenînê
Evê Sitî yê  , Leyla  û Zînê


 Çawa li pawîz ê ,  þeva min geþkir
Çavê neyara ,  wê tijî heþ  kir
Stêra dibînim , pirþeng û geþ tir
Tama jiyanê ,  sed cara xweþ tir
 Þev li min kire roj , pawîz jî bihar
Ew kaniya hiþk  bû y, bo av û cobar
Helal û þlêr , nêrgiz û esmîn
Tevrî û kinêr , xemlandin Metîn
Ew çiyayê min , gevisk lê kirî
Ew lûþa çû y mê , û min nekirî
Evro ez zivrîm , berî wê rojê
Min jê bir kabûs , yê mîna nojê
Çil kanî derbûn , û hatne xarê
Hirmêna avê  , bêhna biharê
Þalûl vegerhan ,  bi coþ dixwînin
Bêrî ji mexela , þîrî di înin
Li gera govendê , awaz dibarin
Þil û mil hatin , tev kofî xarin
Êka li ser çemkî , pir þox û naze
Çiya delale, ku dil dixaze
Berî te bînim , min nebû hedar
Min nebû xoþî ,  û sebr û qerar
Bê ser digerham , hero li þînwara
Axînk min diçandin , li çol û beyara
Rojeka aram ,  li min hizret bû
Jî hemî tehlî , dil jî let let bû
Tu hatî u bihar ,  hate vî milî
Bakê siharê  , sivik li ser dilî
Belkî wez bijîm  , rojek bi þadî
Verevin ewir , her tu miradî
An jî wez bijîm , rojek serferaz
Her tu yî awat ,  hem merem û raz.
22/11/2017


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark