Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin: Biçûkaniya Min û Strêrnasî

 


Konê Reþ
 
  Di biçûkaniya min de li gund, elektirîk nebû, dema ku dibû êvar û tava heyvê neba, reþahî û bêdengiyê konê di ser asoyê gund re vedigirt, gund di nav reþahî û bêdengiyê de dima. Bi tenê stêran bi ronahî û biriqandina xwe li asman dilîstin.. Di nav wê reþahî û bêdengiyê de hin caran dengê reyandina sehan, qurequra beqan ji golên ku av di wan de mayî li dor gund û zirandina keran li ser bênderan, dihat bihîstin..


  Di wan þevan de gelek caran civaka zilamên gund li ser bênderan digeriya û di nav axafitinan de li stêran mêze dikirin, navê stêran ji hev re digotin, nexasim dema ku stêrek dirêjiya.. Hingê li asman mêze dikirin, stêr þanî hev didan û navê wan digotin. Wê hingê ez jî di nav zarokên di nifþê xwe de min li wan zilaman guhdarî dikir û bi wan re li stêran mêze dikir û wiha ez ji wan fêrî naskirina navê van stêran bûme:
Qurix, Gelawij, Kerwankuj, Rêka Kadiz, Komka Sêwya, Darbest (Termê Mexîr), Pêr û Mêzên, Goþiyê Tirî, Dupiþk, Leyla û Mecnûn..
  Di wan kêlîka de eger stêrek di asman de birijiya, wan zilaman ji hev re digot ha wa yek mir.. Eger stêra rijyayî bi tîrêja ronahiya wê dirêj ba digotin; yekî mezin miriye, eger ew tîrêj biçûk ba digotin; yekî biçûk miriye.. Anku her mirovek li erdê stêrek wî li asmana heye û her ku mirovek dimre stêra wî li asman dirije.. Yanî rijandina stêran û mirina mirovan bi hev re girêdayî ye.. Min wilo fam dikir..
  Gelek caran jî, wan zilaman çîrokên nave wan stêran ji hev re digotin. Digotin her stêrek çîrokek wê heye, wek çîroka stêra Kerwankuj. Li dor çîroka Kerwankuj wiha digotin: Carekê kerwanek bi stêra Kerwankuj hatiye xapandin. Ev stêr serê êvarî derdikeve. Ew û stêra serê sibê wek hev bi ronahî û biriqandinin anku nêzîkî hev in, ji Baþkerwan werê stêra serê sibê Gelawêj e. Li ser vê texmînê kerwanê xwe barkiriye û bi rê ketine, çendî meþyan li wan nebûye sibe û berf û bahozek gur bi ser wan de barya ye û di encata kum de tev di nav berfê de, ji ber sermê û seqemê hatine kuþtin. Ji ber vê bûyerê navê wê bûye Stêra Kerwankuj.. Hem jî çîroka stêra Leyla û Mecnûn digotin. Ev herdû stêrên ku di serê payîzê de xuya dikin û þev bi þev nêzîkî hev dibin ta ku digihêjin hev û hev, hev maç dikin û di hev re derbas dibin. Digotin; yê ku van herdû evîndaran bibîne digihêjin hev çi bixwaze, Xwedê meqseda wî/wê bi cî tîne..! Çîroka Darbestê an Termê Mexûr jî hebû a Komka Sêwiya jî hebû û wiha a Rêka Kadiz û Dupiþkê jî hebû, lê nayên bîra min.. Digotin her stêrek çax û demekî wê yê þevê heye ku têde derdike..
  Erê ezbenî! Min zaroktiyek Kurmancî bi tev xisletên Kurmanciya resen ve di Beriya Mêrdînê de derbas kiriye..
Konê Reþ
Qamiþlo, 22/10/2017
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark