Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka kurdî /kes û helwest.. Xelek 39

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Dorpêçkirina Bedlîsê û amadekariyên mîr Evdal Xan
 
Berê jî derbas bû, ku şalyarê osmanî qeral Ehmed Paşa, hîna li Wanê bû, dest pêkir, ku sedemên hêrişkirina Bedlîsê bafirîne, û hinek Axa û Begên Kurd tev wî bûn, Şêxên misilman ên Kurd jî fetweyek derxistin, ku Evdal Xan bê sinc û Xwedanenas e, û malbata wî dijminê dewleta Osmanî ye, û li gorî şerîetê divê were kuştin. Emê li jêr hinek bûyerên dorpêçkirina Bedlîsê, ji ber gerokê osmanî Ewliya Ҫelebî werbigirin.


(Şopên keleha Bedlîsê)

Artêşa şalyarê Osmanî:
Şeş hezar şervanên Kurdên Mehmûdî bi rêvebiriya Şerf Beg tev li Paşayê osmanî bûn, bi ser de jî wî ji Beg û Axayê Kurd ên wan deveran xwast, ku her kesê dikare çekê hilgire, bo wî bişînin, û hêzên artêşê li pêşiya Keleha Wanê civiyan, û Paşa ferman da, ku pêncî û şeş topavêj jî bînin, û bîst geştiyên cebilxaneyê hilgirin, werin amadekirin.
Di yekemîn roja meha Remezanê de, Paşa bi artêşa xwe ve ber bi Bedlîsê de çû, û Axayên Kurd bi rê de tiveng diyarî wî dikirin, û Mihemed Beg Melazkurd, ku girantirîn dijminê Evdal Xan bû, bi deh hezar çalaktirîn şervanên xwe ve tev li artêşa Paşa bû.
Heftê şervan ji artêşa Evdal Xan, di xefkekê de, ku Begên Kurdên Erzerûmê amade kiribû, hatin kuştin, û bîst Kurdên Eyzîdî jî hatin dîlkirin, serên kuştiyan danîn pêş Paşa, wî jî ewana perûkirin (xelatkirin) û serên kuştiyan jî avêtin pêş konê xwe, û di riya dîlekî, ku navê wî (Ibin El-Bustanî) bû, hemî hêz û tevdîrên Evdal Xan naskir, ku deh hezar şervanên tivenghilgêr û du hezar şervanên siwar di çeperên berevaniyê de ne, û pêncî hezar şervan, bi awayê pênc an jî şeş xelekan, di nav çiyan de, her çar hêlên bajarê Bedlîsê, girtine, û sê hezar şervanên tivenghilgêr kelehê dipên, û Evdal Xan, bi sê hezar çalaktirînên şervanan ve li nav baxçeyên xwe ye.
Paşa ew dîl (Ibin El-Bustanî) bi sed lîreyê zêrîn perû kir, û serbest berda, û ferman da, ku nozdeh dîlên din bînin ba wî. Hêza Evdal Xan ji wan pirs kir, lê hemiyan yek bersiv dan, ku ew tiştekî jî nizanin. Paşa gelekî enirî „û ferman da, ku serên wan qutkin, û leşker wek gogê pê bilîzin“.
Paşa bi (12) hezar çalaktirînên şervanan ve di navenda artêşê de bû, û heftê betalyon, bi amûrên topavêjan ve li pey wî dimeşîn, û Şeref Begê Mehmûdî  serkêşê hêza hêla  çepê bû, û Mihemed Beg Melazkurd serkêşê hêza hêla rastê bû, û leşkerên Wanê li milê rastê bûn, û Begên din ên Kurd li milê çepê bûn, û Begê Bayezîd û Begê Bagirî li pey artêşê bûn, bi ser de jî Begine Kurd ên din bi hêzên xwe ve tev li artêşê bûn. Ewliya Ҫelebî dibêje: 
Mihemed Beg Melazkurd sê seriyên jêkirî bi sê dîlan re bo Paşa şandin, Paşa hewlda, ku hin zanyarî û bersivan ji wan dîlan werbigirê, lê ewana zimandirêj bûn, û qedra Paşa negirtin, vê lomê jî seriyên wan hatin qutkirin, û avêjtin ber deriyê Paşayî”.
Tê xuyan,ku piraniya hêzên şervan, ên Paşa Kurd bûn, û rêvebirên wan jî Begên Kurd bûn, û hinek pêşewayên Kurd li Gel Evdal Xan bûn, û di nav wan de şervanên Kurdên Eyzîdî jî hebûn, û kesên mêldarên Evdal Xan, gava dihatin dîlkirin, ji Ibin El-Bustanî derbas be, gelekî dilsojê wî bûn, razên artêşê û çeperên wî nedidan dijmin.
Amadekariyên dorpêçkirina Bedlîsê:
Tevî ku Ewliya Ҫelebî hatiye naskirin, ku kesekî Tirk e jî, lê xuyaye hestên wî mêldarên Evdal Xan in. Gava bo  Ibin El-Bustanî yê dîl dibêje ew kesekî (birebir û geveze) bû; ango pir dipeyivî, tê xuyan, ku hestên wî li gel Evdal in. Va ye bi vî awayê jêrîn jî cefayên Evdal Xan bo berevaniya Bedlîsê direngdirîne:
Gewrebûn bo Xweda ye, Evdalê pîr, ê ku hîna jî xusleta fedakariya bavpîran li ba wî maye,  çeper li ser çiyayê Bedlîsê çêkiribûn, ku ji benda Îskender hêztir bûn…Kurtdên ѐşîra Rojkê mîna mûriyan kar dikirin, xendek dikolan, heft çeper; yek li pey a din ava kirin, û li ser her çeperekê jî ala ya wê çeperê hatibû hildan, û ji bo pirbûna senceq û alayan, çiyayê (Dedêwan) wek gulstanekê dihate xuyan“.
Ewliya Ҫelebî bi Paşa re hilkişiya tepela çiyayê (Teqlîban), ê ku bi ser Bedlîsê ve ye, û ji bo vê yekê dibêje: „Gewrebûn bo Xweda ye, bajar bi her çar hêlên xwe ve, bi çekdaran hatibû dagirtin, wek pêlên deryayê diçin û tên, leşkerên ku di birc û sûreyên Bedlîsê de bûn, nedihatin jimartin, û topavêj jî tê de bi cih bûbûn, û birc bi alayên rengîn hatibûn xemilandin“.
Paşa hemî hêlên Bedlîsê nerî, û paşê jî rêvebirên Kurd civandin, û gote wan: „Bi destûra Xweda, roja hêrişê tu yê ji vir da, û tu yê ji wir de hêriş bikî. Bi vî awayî cihê heyştdehan nîşan kir, û tembî li wan kirin, ku di dema nîşankirî de her yek li cihê xwe amade be, û gote wan: Em dê ji jêr de bi artêşa Wanê û ya Hekarê digel (12) hezar leşker hêriş bikin, eger me bang kir (Xweda! Xweda!), û me guleyên topavêjan avêtin, divê hûn ji wan cihan de hêriş bikin, û şervanên xwe hişyar bikin, bila bi dizînê mijûl nebin… û divê berî pêşî Xan dîl bigirin, û bustanên wî dagîr bikin, û kelehê dorpêç bikin. Hemiyan jî erê kirin, û sûnd xwarin, û sûreyî El-Fatîhe hate xwendin“.
Paşa got: „Ev Xanê rezîl, ê ku ez bûm mêvanê wî, û min ew nas kir, xwe da xuyakirin, ku tenê lîstikên pehlewniyê û xapandinê dizane, lê xuyaye ew zanayê cengê ye jî, û çênabe mirov hesaban jê re neke, û xuyaye wî di gelek cihan de xefk jî danîne“.
Ewliya Ҫelebî mîr Evdal Xan dipesine û dibêje: „ Tirsa me ew bû, ku Xanê Bedlîsê, yê zîrek û  pir wêrek, bi şev bide ser me, lê Xweda zane, ku ev Xanê qedirbilind û tawanbar ne şerxwaz bû“. Ewliya Ҫilebî weha diçe, ku kesine durû û şerxwaz Paşa bi ser Xan de sor dikirin, û dibêje: „Ҫareyeke din di destên Xan de nema, ew neçar bû, ku xusleta fedakariya bavpîrên xwe bigire, û derdora sî hezar, ta çel hezar şervan li dora xwe civandin“.
Ewliya Ҫelebî tîne zimên, ku leşkerek ji artêşa Evdal Xan dîl girtin, û hanîn ba Paşa, ewî leşkerê dîl, gote Paşa, ku bîst hezar çekdarên tivenghilgir, û çel hezar baştirînên siwaran li gel Evdal Xan hene, û ewana ji ѐşîrên Kurdan in, wek ( Bapîrî, Bizinî, bizîkî, Ҫekwanî, Ҫilubî, Xaltî, Qînaxî û Eyzîdî), û gava wî hêz û wêrekiya Evdal Xan pesend kir (pesinî), Paşa ferman da celladê xwe, ku seriyê wî jê qut bike, û tavilê jî seriyê wî firiya û ket ser cila hundirê kon.
Wêrekiya canfîdayên Kurd:
Ewliya Ҫelebî wêrekiya hinek canfîdayên leşkerên Evdal Xan li qelem dide, û dibêje: „Piştî ku Paşa çû bin konê Mihemed Beg (Melazkurd), ez li ba hinek xizmetkaran mam, û ez bi şikandina fistiqan û behyîvan, bo fitara rojiyê mijûl dibûm, ji nişka ve min dît, ku va ye siwarekî resen, ku mertaleke çînî û çermê pilingan di destekî de, û şûrek jî di destê din de ye, ku bi riya xwe de kêndirên konan pê qut dike, û gava gîha pêşiya min, bi hêrs got: Kanî qeral Ehmed Paşa? Min dêna (bala) xwe dayê, ku va ye mirovekî Kurd î wek dêwên pêriyan e, min gotê: Ҫima tu Paşa dixwazî? Bi zimanê kurdî got: Da ez vê rimê bixim zikê wî. Gelek leşkerên Paşa li dora wî civiyan, û ew jî bi şûrê xwe kete nav wan û lê da, ta ku wan birîneke xedar li wî peyda kirin. Şayisteyî (hêjayî) gotinê ye, ku hinek cil û bergên Medan ji çermê pilingan hatibûn çêkirin.

(Kesine Medên heyştemîn sedsala b.z)
 
Ewliya Ҫelebî bi ser ve dike, û dibêje: „Wê hîngê bîst kesên, ku hevalên vî Kurdî bûn, xwe li dora konê Paşa veşartibûn, û rizgarkirina hevalê xwe dipan, ewana, rim di destan de, ber bi pêş ve hatin, û sedên leşkeran li pêşiya konê Paşa civiyan, û xelekek li dora wan Kurdan girtin, û piştî şerekî dijwar û xwûnrêj, leşkeran ew bîst şervanên Kurd kuştin, û seriyên wan, li pêşiya konê Paşa bi dar ve xistin“.
Ewliya Ҫelebî boçûna xwe diyar dike, û dibêje: „Xweda dizane, ku di tevayê gerên xwe li dinyayê, ku min gelek wêrekên hêzdar dîtin, lê min kesek bi qasî canfîda û wêrekiya van Kurdan nedît. Hate gotin, ku ewana gurûpekî parêzerên Xanê Bedlîsê bû, biryara wan ew bû, ku Xan bi canên xwe biparêzin, û Paşa bikujin. Gava Paşa ev yeka bihîst, nema li nava konan digeriya, û mertala xwe jî ji xwe nedikir“.
Jêder: Ewliya Ҫelebî siyahetnamesî / Gera Ewliya Ҫelebî, wergera erebî, rû 261-287.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark