Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Vekolînên Keça Kurd.. Di warê zimanî de

 


Cankurd

Roja 19ê Çêriya pêşîn, xanima niştperwer û xebatkar, Keça Kurd, ji min re 2 pirtûk ji berhemên xwe, wekî diyarî hinartin. Yek ji wan di bin vî sernavî de hatiye lêkirin (Vekolînek di naveroka pirtûka mamoste Cemal Nebez de) û yek jî (Ferhenga Êtmolojiya Kurdî). Ji min re evana wekî qefteke gulên beharê, ji gundê min, di dilê min î jar de, şadî pêda kirin. Lew re ez  ji xanima Kurdhez û zimanparêz re dibêjim: Mal ava.


Herdu pirtûkên, di sala 2014ê de hatîne çapkirin, ya li ser ferhenga etimolojiya kurdî, li ba Nûbihar, li Istanbolê, di bin jimareya fermî (ISBN:978-605-5402-87-7) de, û ya dî, ku vekolîneke li ser naveroka pirtûka mamoste Cemal Nebez, ne diyar e li ba kijan çapxaneyê derketiye û bê jimareya fermî ye. Diyare nivîsevana me ya hêja û pilebala bi xwe ew li Almaniya daye çapkirinê. Ji xwe Keça Kurd, di malekê de jiya ye, ku pirtûk tê de ji her tiştekî dî giranbihatir in, ew xanima nivîsevan û lêkolînerê baş naskirî ye, Mele Mihemed Ehmed, ku di jiyana xwe de berhemêd xwe, bi keda xwe ya kesanî çapdikirin, û mixabin bi zûkî ji nav me bar kir (Xwedê dilovaniya lê bike).
Herdu pirtûk jî, gelek ciwan û balkêş hatîne çapkirin û derxistin, ya vekolînê, bi bergên xwe ve ji 100 rûpelan e, bi pîvaneya 21 x 15 ye, û bi tîpên nûjen e, ku mirov bi asanî dikare wê bixwîne. Pirtûka Ferhenga Etîmolojiyê hîn baştir û ciwantir hatiye çapkirin û derxistin, ji xwe Nûbihar bi va xebata xwe ya hêja ciyê rêzgirtinê ye û yek ji weşanxaneyên navdar e di warê berhemên kurdî de. Ev ferhenga delal û kubar ji 352 rûpelan e, û kurtenirxandineke hêja, ya ji aliyê Dr. Phil. Husên Hebeş ve, wekî paşgotinekê bergê wê paşîn dixemilîne, pêwîste lêkolînerê ziman û çanda kurdî wê bixwîne. Dr. Hebeş, ku helbestvanekî navdar e û şaxnasekî ziman û toreya kurdî ye, xwe pir ji zû de bi zanîna Etîmolojî û ferhengiyê ve gêro kiriye. Ew di paşgotinê de dibêje, ku xebat di vî warî de, li nav Kurdan qels û kêm e, û “rewşa me ya ferhengvanî û gelemperî jar e, tevî dewlemendiya zimanê me.”, lew re xebata Keça Kurd di vî zevî de nirxbilind e û pêwîst e ku zanîngehên kurdî piştvaniya wê di lêkirina berheman de bikin. Pêşgotina pirtûkê jî, ku ji sê rûpelan e, ji aliyê Dr. Hebeş ve hatiye lêkirin, ew dibêje ku wî sê carkî pirtûk xandiye, û wekî ez Dr. Hebeş, mîna dostekî kevin, baş nasdikim, ew guh nade her berhemekê, eger ne hêja û ne giranbiha be. Dr. Hebeş li ser mijarê di pêşgotina xwe de vê yekê jî dibêje: “Karê sêyemîn berhema Keça Kurd ya bi navê Ferhenga Etîmolojiya zimanê Kurdî ye, ku ji min xwest ez van çend rêzan binivîsim. Bi şahiyeke mezin min erê kir, ji ber ku ev lêgerîn ya yekemîn e di dîroka ferhengvaniya Kurdî-Kurmancî de, berhemeke weha ji aliyê ferhengvaneke Kurd ve tê belavkirin.” Ev dîtina pisporekî zimanzanîna kurdî ye, ji me re dibe belgeyeke zanyarî li ser va xebata giranbiha ya Keça Kurd.
Bo çî xanima hêja xwe evqas westandiye, da vê berhemê ji Kurdan re û ji lêkolînerên zimanî re binivîse? Bêguman hezkirina wê ji zimanê gelê xwe re ye. Ew di sergotina de bo pirtûkê vê dinivîse: “Bêguman nasnama her miletekî bi zimanê wî ye. Ji her civat û gelekî re, li gora zimanê ku pê diaxive, sînorê welatê wî ji yê dirawsiyên wî hatiye cudakirin. Ziman stûna herî xurt û qayim e di bin banê avahiya welatekî de.”  Ji van peyvan mirov têdigihîne egera lêkirina vê berhemê. Keça Kurd ji xwe re paristin û hajêkirina zimanê kurdî wekî stûneke neteweya xwe dizane, û lew re çi xebat kirî ye û dike jî di warê ferhengvaniya kurdî de ye û xebata wê li ser mijara pirtûka mamosteyê mezin Cemal Nebez jî dîsa dikeve vî warî.
Di Ferhengê de, wekî min hejmartiye, bêtir ji 1000 peyvên kurdî hatîne şirovekirin, rohnîkirin û ji ser hev derxistin û di tenişta gelek peyvan de jî wêne hatîne danîn, bo bêtir nêzîkkirina wateyan. Eve jî karekî dirêj û bi tewat dixwaze.
Mixanin, wekî min dîtiye, Peyvên pirtûka, ku wekî “Ferheng” tê nasîn, ne tim li gor Elfabeyê hatine rêzkirin. Gava yek binêre, wê bibîna ku (Bo nimûne) “Benî berî Bend û Bendek hatiye”, tevî ku tîpa (d) di Elfabeyê de berî tîpa (Î) tê, an jî (çep berî çelp) hatiye û em dizanin, ku tîpa (L) berî (P) tê, an jî (Milxet berî Mil hatiye). Ev diristkirina rêzeyî jî karekî asan e, ne giran e, di va dema nûjen de, ku teknîna ferhengiya êlêktronî pir pêş ve çûye. Nûbihara rengîn jî, ku ez dizanim li ba wê weşanxaneyê mirovin Kurdîhez û zimanzan jî hene, dikarî vê xebatê bi zûkî bikira. Hema dîsa jî nirxa pirtûkê kêmtir nabe.


Keça Kurd di herdu pirtûkan de, wekî di giş nivîsên xwe de, bi Kurmanciyeke zelal û asan dinivîse, û pir hajê kiriye, ku ji aliyê rêzimanî ve, berhemên wê dirist bin. Di pirtûka Vekolînê de, ew gelek pesna Dr. Cemal Nebez dide, ku rast ew ciyê rêzgirtinê ye û jiyana xwe di berdestiya ziman û çand û kêşeya gelê xwe de daye, bê westan xebitiye bo şirovekirina ziman û dîrok û mijarên neteweyî ji gelê Kurd re. Keça Kurd vê xebatê di pirtûka xwe de dinirxîne û li ser wan peyv û makepeyvan radiweste, ku mamoste Cemal Nebez jî ewana dane ber lêkolînê û şirovekirinê, Carina wan dide ber hinek peyvên Kurmancî yên li herêma rojavayê Kurdistanê belav in, carina li ser wan bi firehî radiweste û carina mak û jêderên wan tîne ziman an paşekiyan û dûvçilkan jê re lêdike. Li dawiya pirtûkê jî hinde peyvan dide ber zimanên dî yên ji malbata Îndo-Ewrûpî û kevin, wekî Avêstayî û Pehlewî, Ingilîzî û Almanî. Bi rastî  berhevdana van zimanan dergahê xebateke mezin li ber lêkolînerê Kurdîzan vedike. Wekî ez dizanim gelek peyvên hevpar an di koka xwe de hevpar hene, di navbera Kurdî, Farsî, Ingilîzî û Almanî, ku bi hîviya civandin û şirovekirinê ne.
Li dawiyê ez dixwazim ji Keça Kurd re silavekê ji dil de bişînim, bo va diyariya biha supas bikim û careke dî bibêjim: Mal av.
Cankurd
01.  Çêriya paşîn 2017
    01.10.17   kurdaxi@live.com
https://www.facebook.com/Kurdaxi1               kurdistanicom1@gmail.com 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark