Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yilmaz Güney

 


Bavê Zozanê
 
Yilmaz Guney xwedayê13 xelatên giranbiha ji wan jî xelata festîvala Cannê - France di 1982 de wiha dibêje: ((Hevalno, êş û tadayî, zor û belengazî, xwîn û girî ne qedera gelê Kurde. Em vê qederê redikin em vê qederê qebûl nakin, em naxwazin zarokên welatekî bindestbin ku ji çar aliyan ve hatiye dagîrkirin. Em dixwazin bibin zarokên welatekî serbixwe û yekgirtî yê Kurdan ,bibin zarokên Kurdistanê, em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe stranên evîn û azadiyê bêjin.


Em dixwazin cîhana xwe bi destê xwe bistrên û ji nûve avabikin û em dixwazin li ser axa xwe,bin ala xwe serbixwe û azad bijîn. )) Bi rastî Yilmaz Guney em Kurd bi cîhanê tevayî dane naskirin di riya wan filimên xwey naz ku êşa miletê xwe têde dirêse mîna : Rê, Kerî, Dîwar ,Hêvî, Yênbazdayî, Kabûs, Bav, Zilamekî kirêt, Gurên birçî, Seyd Xan, Sibe roja dawîye, Dijmin, Tehlî, Zarokin ji vî welatî, Dema tûtinê, Şahê şahan, Bazê birîndar, Şahê têr, Ez bi fîşekan têknaçim. Ew bixwe wek em zanin nivîskar û ekter û dahênerê filimên xwe bû, dibêje:Min dikarîbû sînaroyên filmê xwe bi kurdî binvîsim,lê hemî lîstikvan wê hatibana girtin. Pir caran hate girtin, tevaya salên cezayê wî gihiştin 155 sal zindan, digot min dikarîbû ji zindanê birevim lê min nedixwest qene ji welatê xwe dernekevim. Hevjîna wî dibêje:16 salan pêre mam deh ji wan Yilmaz di zindanê de bûrandin timî demença wî di bin balîfê de bû . Lawikê wîna jî dibêje:Her heftî seqa çawa be, di bin berfê de di çile de em diçûn serdana bavê xwe li zindanê, dîwêr di navbera mede bû, me ji pişt hasinan ve ew didît, bavo digot hingî ji min ditirsin ewqas direh danîne. Ta sala 1980 Yilmaz bi revê ne dirama lê piştî conta leşkerî destê xwe danî ser hemî karên wî û filimên wî jî qedexe kirin tevlî ku sed sal ceza jî danê , nû bi bazdanê mijûl bû, lê ne qeydan û ne jî paseportan ew aciz nedikir wisa zindan jî kiribû zanîngeh. Xwedayê sînema rastiyê li Edenê sala1.4.1937 çêbû ,û di sala 9.9.1984 canê şêrîn da û li goristana navdaran li France hate veşartin. 
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark