Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Jinên Kurd di bin Barana Bakurê Elmanyayê de bi Hunera Tilî û Tîrokan, Bist* û Xwanikên* xwe Çalakiyek pêk anîn

 


Li Bajarê  Þilêsvîga Elmanyayê komek Jinên Kurdistanî li jêr Navê Deutsch-Kurdische Heimatgruppe ji bo danasîna cureyên Nanê Kurdî çalkiyeke hêja pêk anîne.
Jinên Kurd serê Sibehê rabûn Agir li bin Sêlên xwe vêxistin û  Sewikên Qurad,  Sewikên Gijnîj, Nazkenan, Dorikên Penîrî, Nanê Tîrî, Nanê Sêlê, Nanê Hewremanî, Nanê bikuncî, Nanê Loþ û …h.d  pêjandin.
Li ser Maseyên dirêj ev Nan di Zembîlên darikî de bicih kirin û bi Maseya têrxwarin û vexwarin (Buffet) pêþwaziya Mêhvanan kirin.


Di evê Çalakiyê de hinek alîkariya Diravî ji Girûpê re hat û em ê bi wê alîkariyê Projeya diristkirina Lihf û Codelîkan di Meha Berfenbarê de li Salona Bajarvaniya Bajarê Þilêsvig  lidarxînin û wê ew Lihêf û Codelîk ji bo Zarokên Penaberan bêne dirûtin û bêtin rêkirin.
Bi evê helkeftê ez Jinên Deutsch-Kurdische Heimatgruppe pîroz dikim û herdem serkeftinê ji wan re dixwazim.
Spasiya hemû Hevalên ko alîkarî bi me re kirin û bi xebata wan jî serkeftin pêk hat.

Amanc ji evan çalakiyên me, em Kultur, Huner û Rewiþtên Miletê Kurd bi Miletê Elmanî û Biyaniyan bidine nasikirin.

07.09.17
Þîlan Doskî
...................................................................................................
Bist: Þîþ, Sîx, Xiþt: Hasinekî zirav
Xwanik: Depê pehn û gilovir yê ko Nanî bi Tîrokê li ser tenik û rast ji ser Sêlê re amade dikin.






















 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark