Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka Kurdî / helwest û kesayetî.. Xelek 36

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Mîrnişîna Bedlîsê û pilana tolhildanê
 
Tembiya sultanî:
Bajarê Bedlîsê dikeve navenda devera nakokiyên herdu dewletên Sefewî û Osmanî, û li ser şaxekî (Rêka Hererîr) a bazirganiya navdewletî, ku welatê Ҫînê û deryaya Spî pev re girêdide. Li Bedlîsê sê navdarên Kurdan, ên çandê û polîtîkê û cengê diyar bûn: Mela Îdrîsê Bedlîsî, û Mîr Şeref Xan Bedlîsî, û Mîr Evdal Xan Bedlîsî.


Berê jî derbas bû, ku sala (1515 Z) Mela Îdrîsê Bedlîsî (23) mîrên bakurê Kurdistanê bawerkirin dan,ku ji xweseriya mîrnişînên xwe dagerin,û bi awayê wek federasyonê tev li dewleta Osmanî bibin, û sultan Selîmê Yekem ferman bo vê yekê da bû, wî fermanî hem Kurd xapandin,  û hem jî ji bo destdanîna ser xweseriya wan mîrnişînan, û xistina bin hukumdariya dewleta Osmanî  rê vekir û dûz kir, û dewleta Osmanî dest bi pêkhanîna vê pilana xwe kir.
Dîmenekî Bedlîsa hal û hazir

Xebitandina vê pilanê di dema sultanê Osmanî Mûradê çarem (1613 – 1640)de  berdewam bû, ewî di dema cengên dij dewleta Sefewî de sala (1635) seredana Bedlîsê kir, û bû mêvanê mîrê wê Evdal Xan, û geşbûn û sermiyanên Bedlîsê û zanînên mîr Evdal di warên zanistan û siwariyê û rêvebirinê de bala wî kişand, û wusa çû, ku ev mîr û mîrnişîna wî bo dewleta Osmanî metirsiyê peyda dikin, vê lomê biryara wî ew bû, ku  dest bide ser mîrnişîna Bedlîsê û sermiyanên wê.

Sultan Mûradê Ҫarem

Sala (1638) sultan Mûradê Ҫarem, digel artêşeke mezin hêriş Bexdê kir, û ew ji dest dewleta Sefewî girt. Di riya vegerê bo Istanbulê de gîha Amedê, û mîr Evdal neçû ba, da cenga wî pîroz bike, vê lomê sultan Mûrad pir xeyidî, û gote rêvebirê Osmanî Ehmed Paşa (waliyê Amedê) divê tolê ji mîr Evdal hilde. Paşê jî sultan Mûrad sala (1640) mir, û tembiya wî di stuyê Ehmed Paşa de ma.
Şalyarê mêvan:
Sala (1655) Ehmed Paşa digel artêşekê,ji Istanbûlê çû deverên bakurê Kurdistanê, wê hîngê ew hem zava û hem jî şalyarê sultan Mûradê Ҫarem bû, û biryar girtibû, ku tembiya sultan Mûrad bi cih bîne, û tola wî ji mîr Evdal Xan hilde. Ewî serdana hinek bajarên bakurê Kurdistanê kir, û dawî jî gîha Bedlîsê, wusa tevgeriya, ku rastirîn dostê mîr Evdal e, û digote wî (birayê min), lê rastî ew bû, ku dixwast taybetiyên mîrnişînê ji hêlên erdnîgarî de, û karînên wê yên abûrî û çandî û leşkerî, û rengdêrên kesayetiya mîr Evdal binase, pêre jî (10) rojan, digel kesên, ku pêre bûn, û artêşa xwe, wek mêvan li Bedlîsê ma.
Tevî ku Evdal Xan zîrek û xwedî zanînên fireh bû jî, lê bala wî neçû ser pilana, ku Ehmed Paşa amade kiribû. Ev yeka jî li ba gelek rêvebirên Kurdan, xala lawaziyê ye, ku paqijiya dil bi hêsanî wan dixe ber dava dijminên Kurdan.
Evdal Xan bi awayê giranbuha pêşwaziya Ehmed Paşa û rêvebir û artêşa, ku pêre bûn, kir, û camêriya bilind bo wan da xuyakirin, û gelek diyariyên nirxdar dane wan. Paşê jî Ehmed Paşa û artêşa xwe çûn mîrnişîna (Wan)ê, ku li kêlek mîrnişîna Bedlîsê ye, û ji wur de dest pê kir, mîr Evdal hurhutand, û bi alîkariya hêzên hinek mîrên Kurdan, cenga dij mîr Evdal ragihand.
Gerokê turk Ewliya Ҫelebî (1611 – 1682), di dema seredana Bedlîsê  de li gel şalyar Ehmed Paşa bû, ewî piraniya tiştên, ku di (10) rojên serdanê de, û dema cenga Ehmed Paşa dij Belîsê de,  dîtibûn û bihîstibûn, û rêveçûna cengên Ehmed Paşa û Evdal Xan bi hûrbînî li qelema dabûn, û kesayetî û behreyên Evdal Xan bala wî kişandibûn. Nerîn û boçûn E. Ҫelebî didine xuyakirin, ku ew yekek ji anadoliyên resen, ên  hatine turk-kirin e. Ji vê pêve emê, bi kurtahî li ba  rengdêriya Bedlîsê, ku wî li qelem daye,  rawestin.
Bedlîs ji hundir ve:
Ewliya Ҫelebî dibêje, ku Iskenderê Mekdûnî sala (332 an jî 331 b.z) da ser dewleta Farisî, wê hîngê ew di devera, ku bajarê Bedlîsê lê dikeve re derbas bû, û giringiya cihê wê ji warê leşkerî de bala wî kişand,  pêre jî ferman da serleşkerekî, ku navê wî (Bedlîs)bû, da kelehekê li wî cihî ava bike, û ew keleh bi navê wî serleşkerî bi nav kir. Lê em bawer in, ku ev vebêje gumanbar e, û çi belgeheke dîrokî wê diçespîne, nîne. Her weha E. Ҫelebî dibêje jî, keleha Bedlîsê gelek parastî ye, û her kevirekî wê bi giraniya fîlekî ye, û newalên ku gelekî kûr in ji her çar hêlan de wê dipêçin.
 

Dîmenekî keleha Bedlîsê

Ewliya Ҫelebî hêza mîrnişîna Bedlîsê bi vî awayê jêrîn li qelem dide:
Heftê êl û ѐşîr li pey mîr Evdal in….di her dema ku mîr dixwaze de dikare heftê hezar çekdar ji wan bide ser hev. Di hundir bajarê Bedlîsê de çel hezar çekdarên ѐşîra Rojkî hen in, lê evana ne bi wêrekî û şevaniya Kurdên din in, ew nazdar in, û riha wan hinnekirî ye, û çavên xwe kil didin, ew  paqij û gotinxwaş in. û li gor Jimarnivîsên Xan (43) hezar nişteciyên xiristî li Bedlîsên hen in”.
Ewliya Ҫelebî van zanyariyên jêrîn jî li qelem dide:
* Li Bedlîsê (120) mizgeft û (70) dibistan hen in, mamoste di wan dibistanan de waneyên gelemper didin, xelkên Bedlîsê têgihêştî û  zîrek in, zanistên hedîsê (gotinên pêximber) û şiroveyên Qur-anê di wan dibistanan de  dixwûnin, û (70) kaniyên avê li bajêr hen in.
* Gelek pîremêrên navsal li vir hen in, mirov texmîn dike, ku ew nikarin bipeyivin, lê ew dikarin li hespan siwar bin, û lêdana bi şûran jî dikarin, her weha dikarin biçin deverên dûr û bazirganiyê û nîçirê jî.
* Temenê wan ê normal di navbera (60 û 70)salî de ye, lê temenê navsalên wan digihêne (100) salan jî, rûyên wan ter û sor û sipî nin, û tendurista wan baş e, û ji ber ku Kurd miletekî bi por e, rih û simbêlên kurikên wan di deh saliyê de der tên, û dibine mêr.
* Jinên wan ciwan û xwediyên sincên bilind in, serî bi desmal in, Xwedatirs in, cil û bergên sipî li xwe dikin, serên xwe dipeçinin, û kofiyên zêrî û zîvî didin serên xwe, cil û bergên wan ji herîr hatine çêkirin. 
* Ji ber ku vir Kurdistan e, alozî û pevçûn pir in, loma jî nişterciyên baş li ba wan hen in.
* Li Bedlîsê (10) hezar gulistan (baxçe) hen in, nişteciyên Bedilîsê; mezin û biçûk, dewlemend û belengaz (8) mehan ji berhemên baxçeyan debara xwe dikin, û di her baxçeyekî de golek û ava herikîn û xaniyekî ciwan hen in.
Evên derbas bûne, hinek tiştên, ku E. Ҫelebî li ser Bedlîsê gotine ne. Lê gelo kesayetiya mîr Evdal çawa bû? Bila ev jî para rûpelên, ku wê bêne, be.
Jêder:
1.Ewliya Ҫelebî: Rîhletu Ewliya Ҫelebî  fî Kurdistan, rû 113 – 130.
2. Se-idî Osman Herotî: Kurdistan wel-împetoriyyetul Osmaniyye, rû 260 -261.
3. Mihemed Emîn Zekî: Xulasetu tarîxîl-Kurd we Kurdistan, rû 174 -175.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark