Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina kovarźn berpirsiyar di bīranīna 109 saliya rojnamegeriya Kurdī de

 


   Em,bi navê kovar û rojnameyên Kurdî,yên li Sûriyê têne wežandin  (Aso; Jîn; Hevind; Deng; Gelawêj; Newroz; Perwan; Pirs; Roj; Vîn),bi navê komîta fêrbûna zimanê Kurdî; komîta Celadet û bi navê komîta çalakiyên kurdewarî,wilo jî bi navê hemî pižtgir û heskerên ziman, rojname û rojnamegeriya Kurdî,vê bîranînê li xwe û we pîroz dikin.


   Bi helkeftina vê bîranîna pîroz,bîranîna  109 saliya rojnamegeriya Kurdî ,em dibînin ku kovar û rojnameyên binavkirî pêma û berdewamiya rojnameya Kurdistan in û nivîserên wan pêma û berdewamiya rewženbîriya Kurdî ne, ew in yên çapemeniya Kurdî,di demên serwext de, hembêz kirine û hembêz dikin û hêja ne ku nûnertiya rojnamegeriya Kurdî, li Sûriyê,bikin. Bo vê yekê,em wî mafî didin xwe,didin kovarên xwe,didin nivîser û xwênerên van kovaran,ku ew in xwediyê rasteqîn ji rojnamegeriya Kurdî re,li Sûriyê,û pêždeçûna rojnamegeriyê  ji wan tê xwestin û bi wan nîžan dibe. Loma,em bi hêvî ne,ku bîranîna 109 saliya rojnameya Kurdistan(roja rojnamegeriya Kurdî) bibe zîlana rolnaskirina rewženbîrî û bibe hêzeke xwirt di riya çespandinên resen û petî de. Da em,bi hev re,desthilatê avakirina wežaneke žûngirtî bin,da pirsên rojnamegeriyê di çerxeke ronîda de bigerînin,da xameyên me bibin neynika pirsên civaka xwe û bi erkên rojnamegeriyê rabin,da desthelatê vejîna kevnetoreya xwe bin û karibin civaka xwe ber bi banbilindiyeke mirovane û žaristane de bilivînin.
   Bêgoman,em pileya rewženbîrî û rojnamegeriya Kurdî,li Sûriyê,di astengiyeke berbiçav de dibînin û dipelînin.Loma,gotûbêj û gengežên rojane,bi mebesta çareserkirina vê pirsê,li dar in.Ev guftûgo hewildana pileya bîrgežî,têgihižtin û rolnaskirina rewženbîrî dikin,da faktorên banenizmî,bêkêrî û bižûndemayina civaka xwe dorpêç bikin,da rola berdewamiya van mercên bêkêr ji holê rakin.Ev danûstandin û hewildan,di behweriyên me de,wê bibin gavavêtineke giranbuha ber bi pelandin û çaraserkirina piraniya astengên demane,yên ku xwe li dora zîlana rewženbîriyeke resen radipêçin û nahêlin ku rojnamegeriyeke serbixwe û žûngirtî bimeye û cih bigre.Wilo jî,em dizanin ku gelek mercên derveyî desthilatdariya rewženbîriya Kurdî,li Sûriyê,me di bin bandora xwe de digerînin û dibin sedema sereke ji nežûngirtineke rojnamegerî re.Ji van sedeman: neyîniya pergal û yasayên rêdaneke serfiraz ji çapemenî û rojnamevaniyê re,binçavkirina hemî kiryarên serbixwe ji hêla rejîmê ve,raspêriya hêzên ewlekariya rejîmê di warê raxistina bîr û behweriyên rewženbîrî de,di warê bidestxistina desthelatdariyeke eborî de,di warê mafdariya bidestxistina dezgehên wežan û belavkirineke serfiraz de,di warê hebûna alavên rûdaneke rewženbîriyeke serfiraz û bê kontirol de...û di gelek warên din de.
   Lêbelê,bi ser van kul ,derd, êž û azeriyan de jî,em bi hêvî ne ku wê dem gerž û gemara xwe bi xwe re bimale...û ev bîranîn, li ba kovar,nivîskar,çalakvan û rewženbîriya Kurd bibe gaveke pîroz di hewildana avakirina çapemeniyeke bi rûmet û hêzdar de û wê bibe durv û nîžanên civakeke saxlem.
   Û hersal cejna rojnamegeriya kurdî li we pîroz be!

Komîta Kovarên Berpirsiyar
 
18/04/2007
 

 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark