Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qedrî Can û Mîrîtiya wî ji Helbesta Kurdî a Nûjen re

 


Konê Reþ
 
Îro, (09.08.2017), 45 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweþ e ku ez helbestvaniya wî ji hunandina helebesta kurdî a nûjen re diyar bikim. Di sala 1936an de Qedrî Can helbesta xwe (Reya Taze) nivîsiye. Ev helbest (Reya Taze), helbesta pêþiye di dîroka helbesta kurdî a nûjen de. Ev helbest û sala ku têde hatiye nivîsandin 1936 bûye qonaxek di toreya Kurdî de, bûye pirek di navbera helbesta kurdî a kilasîk û nûjen de, anku di navbera kevin û nû de.. Di pey wî re bi dor 10 salan helbestvana ereb Nazik Elmelaîke û Bedir Þakir Elseyab û hin din ji helbestvanên ereban dest bi hunandina helbesta nûjen kirine...


Di baweriya min de, hêjaye em navê mîrê helbesta kurdî a nûjen di nav kurmancîaxêvan de lê bikin.. Fermo çend perçeyan jê bixwînin: 
Ew perdeya reþ tarî,
Ko ji þevên reþ diyarî,
Min... 
Ji rûyê xwe kiþand..
Li ber çavê xwe çirand..
Û avêt.. 
Avêt paþ sed çiyayî..
Nava hezar deryay..
Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh þûþ;
Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuþt..
* * *
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min.. ..
Bi kêrikê xeritand
Û bi agir þewitand
Û paqijkir... 
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe..
* * *
Êdî... ...
Bi dîtina xwe,
Û bi bihîstina xwe..
Bi vîna xwe û bi mejî
Bi rêve-çûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû, piresteþê olek nû,
Û di bajarê dil de min ava kir holek nû..
Qedrî Can

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark