Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bejnê! Were Em Govenda Serxwebûnê Bigerînin

 


Konê Reþ
 
  Bejnê! Gelo xak bi kê dimîne?! Tê bibêje; bi akinciyan.. Kî darên Berû û Çinarê di pala çiyayên Kurdistanê de diçîne?! Tê bibêje; welatiyên hezxak.. Wê kî ala serxwebûna Kurdistanê di roja 25ê ilona 2017an de bilind bike, tê bibêje; welatiyên kurdperwer, rûmrtdar, dilsoz û wefadar.. Belê, rast e û bela xêrnexwazên welatê min bibin rewrewk..


  Bejnê! Her roj ez ji çayxaneya di orta bajarê Qamiþlo de, li hat û çûyên çardiryanan temaþe dikim û pêre jî di dîroka bajar ya kevin û nû de diponijim.. Gelek caran bi tirs li rojên ayinde mêze dikim.. Ev tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te û bajarê xwe Qamiþlo binivîsim û his û hestê xwe ji bo we bînim ziman..

  Bejnê! Min tev sikak û kolanên Qamiþlo pîvane..! Kevirek di wan de nîne ku min nas nake..! Di ger û geþta xwe de, pêrgî gelek dêman hatime.. Lê dêmekî tenê jî ez nehjandime, wek ku dêmê te ez hejandime.. Tu zanî min çi divê? Min divê ku ez sênc bim ji gulistana te re, þax bin ji gulên te re, wênekêþ bin ji wêneyê te re.. Erêbim ji serxwebûna Kurdistana xwe û te re..

  Bejnê! Ez ê ji bo te gelek tiþtan binivîsînim; ew tiþtên ku hêj nehatine nivîsandin.. Ez ê gelek çîrok û serpêhatiyan ji bo te û Kurdistana xwe bibêjim da ku penaberiya te sivik bibe.. Qey qedera min e ku ez di vî temenî de karibim van gotinên evîndariyê ji bo te, bajarê xwe Qamiþlo û Kurdistana xwe birêsim, bihunim, bêjim, bibilînim, bidar vekim û wek kiras û xeftanekî bi ser bejin û bala te de berdim.. Tu jî ji min re þal û þapekî Botanî birêse da ku ez di roja referanduma Kurdistanê de bi ser bejin û bala xwe berdim..
 
  Erê Bejnê! Di navbera me de, dem û xem e.. Ne dem bêhna xwe vedike û ne xem bi dawî dibin.. Çiya jî, ji çûn û hatina pezkoviyan nawestin.. û ne peravên deryayê ji qûma derdora xwe aciz dibin.. Êþ her ew êþ e, li vir be û li wir be.. Û welat wek hina li ser destê bûkê ye.. De hela rabe sînga xwe ji pêlên nû re veke.. Bayê azadiyê nêzîk dibe, were em di roja 25ê ilonê de govend û dîlana serxwebûnê bigerînin.. Erê serxwebûnê.
 
Qamiþlo 04/08/2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark