Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Yazehok:

 


Nivîsîn: Tengezar Marînî
 
Derwaze:
Di geryana li nav cîhana toreyê bi giștî û li helbestê bi taybetî de, pêkolê dikim wan nûbûn û hûrgiliyên nû peyda dibin, bixwênim, bidim berhev, șirove bikim û li gor nêrîn û pêzanînên xwe, ya baș derbixim û bînim nav warê guftûgoyê.
Zimanê kurdî û helbesta kurdî ya bi vî zimanê șêrîn tête nivîsîn, para herî mezin ji dema min dibe. Gelek caran em rastî hin nivîsan dibin, ko balê berbi xwe ve dikișînin, bêyî ko em gelekî serê xwe bi navan biêșînin.


Li bîra min e, dema min hinek ji helbestên xanim Gewher Fetah xwendin, hinek lêkdan û hevok û hestan bala min bi ser xwe ve kișandin, lê min xwe ragirt û xwest bizanim, aya eve ji bingehekê têt, an jî tenê behre ye û bêxwendin e?
Ez, di șopîna xwe de, li dor wan helbestên wê xanimê rastî zimanekî petî, hestên dûzankirî, hunerekî bi endaziyarî û wêneyê bi zîrekane vedihûne hatim. Ez ji xwendevanan venașêrim, ko min seyr, matmayîn û hezkirina xwe ji helbestên wê re car caran bi komentan derbirîn. Lê di wan derbirîn û têbîniyan de, tenê min ser șêwazê nivîsîn û hunera bikaranîna helbestê  nivîsiye.
 
Wek min di destpêkê de, amace pêkirî, ko ji dema min helbestên Xanim Gewher xwendin, min taybetmendiyek tê dît, ko di ziman û guherîn û yariyên wê di ziman de, liv, dînamkîyet, nûbûn û cudahiyek ji nivîsên din hene. Vê têbîniyê wisa li min kir, ko ez herdem bi çavên ravekirinên rexneyê berê xwe bidim wan nivîsan û hêdî hêdî, di bin her helbesteke wê de, min têbînî û koment dinivîsîn. Ev tê wê wateyê, ko ez herdem bendewarê nivîsên wê li ser rûpel û blogên Facebookê bûm.
Helbest, li nika Gewher Xan û li nik zorbeyî helbestvanan, derbirîna wê kêlîka mirovane ye, ya dihingive sinorên pîroziyan û wan diherifîne, parçe dike û bi șêweyê xwe dide hev, vedihûne û rêz dike. Di nav vî bûnewerî de, ko jê re helbest tête gotin, ziman alavê sereke ye û ziman li nik Gewher, bi hêsanî tête semayê û qada vê semayê, neherdem zelal e, dibe carcaran tem û mij be û pêdivî bi xwendineke cuda û bi alavên cuda be, ta bête ravekirin. Di helbestên xwe de, xanim rastî û xewnê, realîte û xapandinê bi șêweyên xwe dirêse û gelek caran derveyî dibistanên heyî ne.
„Nivîsin, êrîșa berdewam li dijî ziman e. Helbest, derbirîna kêlîka aloz e. ziman di helbestê de, hilgirê nasnameya wê ye, li ber dergehê dîrokê.“1.
Bo nimûne:
 
Ez,
sîbera sirûda
agirê buhara
sinorekî nenas im.
Li ber dijwariyê
ardûyê kulîlka
sernixwîn im.
 
Zimanê vê helbestê û teknîka avakirina wêneyan e. Ev herdû wêne cîhanekê ji helbestvaniyê li ber çav û xeyalên me radixin. Wêneyê, hișmendî û realîst pêk ve mirov dibe dûr û dihêle ew mirov xwe ji bîr bike. ko vegere.
„Ew agahiyên zimanî nikarin hermeneutîka poetîzmê mîna serederiya di gel axaftinê bêne têgehiștin. Vekolînek ya rewișta  ziman beramber tiștê heyî dike, dibe pêdiviyeke zimannivîsandinê an jî șirovekirina zimantêgehiștinê. Ew li gor Phenomenolojiyê= zanista diyardebûnê- ko ji serpêhatiya xwêner destpê dike û diyardeyan șirove dike“ 2.
 
Di warê poetîzima helbestê, ziman, wêneyên helbestî, ciwaniya helbestê, xwendinên cuda, çêj û ciwaniyên piralî di nav helbesta helbestvana hêja Gewher Fettah de, dikarin bibin mijara pirtûkeke rexneyî û nifșên niha û nû dikarin sûdê jê werbigirin, ji ber serederiya wê, di gel helbestê, di gel ziman û di gel avahiyên helbestê cuda ne û taybetmendiyeke wan heye, ko xwêner nikare wan bi alavên xwendinê yên heyî çavên xwe bidiyê.
Lê tișta ez seyr û matmayî hiștim, bikaranîna “Yazdehokan “ bû.
 
Yazdehok çi ye? Ev nav çima bi xwe ve girtiye? Ji kû hatiye? Di çi metologiyê de hatiye? Ethymologiya wê çi ye?
Dîroka wê di toreya cîhanî de?
Em ê di vê nivîsa xwe ya li dor Yekemcar nivîsîna yazdehokan bi kurdî ji hêla nivîskara me ya kurd Gewher Fetah ve hatiye nivîsîn bibînin.
 
Min nizanîbû Yazdehok hene an jî nînin, lê di serpêhatiya xwendina min de, di warê metolojiya cîhanî de, min di metolojiya rojava (Bakurê Europa), dîtibû û dema min ew 11 peyv yê li ser 5 xêzan de belavbûyî dît, hișê min berbi metolojiyê ve çû û vegeriyam li kolan û xeparê. Evî șêwazî, ez dehef dam ser xwendinê, lêgerînê û lêpirsînê.
Çi girêdana 11hokan bi wê metolojiyê ve heye? Ew Metolojî çi ye? Li kîjan cihî, li nav kîjan miletî rûdaye? çi bi xwe ve hilgirtiye?
 
Jêdera vê têgehê:
 
Ev peyv 11, bi Engilîzî, Eleven, bi elmanî, Elf û ew peyva (Albe, Elben) jî heye, nîșaneke ji bo komeke hemereng ji wan bûnewerên efsanwî di nav metelojiyayê  û toreyê de.
 
Ev Elfen, an jî yazdehok, bûnewerên xwezayî ne, yên pașmayên wan ji metolojiyên bakûr hatine. Navê wan kevinên álfr, an jî alb, bi engilîziya kevin, ælf bi zimanê danîmarkî, bi Kymriș an jî Wals Elve; an jî Ellyll û bi Irlandî jê re dibêjin Ailill. ³.
jêdera vê peyvê hîn zelal nebûye. Wate du formên wê hene, yek ji wan albaz û ya din albiz. Bêguman ev herdû peyv jî bi têgeha wê ve, alb girêdayî ne, an jî tête texmînkirin, ko wisa be.
Eger em li șaxên wan bigerin, bêguman, em ê gelek wateyan bibînin, ko ji hêlekê ji hêlan ve, bi metolojiya Indoeuropî ve girêdayî ye. Di elmaniya kevin ya bakûr de, peyva elbiz, di latînî de peyva albus, wate spî tê. Di indogermanî de, peyva albh, wate çirisîn, wate spî, bi wateya roniyeke geș, an jî mijeke spî.
Dibe ev reng, șêweyek ji laqirdiyên germanan yên kevin bin, lê di sedsala 18an de ev peyv cihekî xwe di derûnasiyê de girt û li șûna xewnên giran, kabûs, șevpestê hate bikaranîn û di Engilîzî de jî ev form rûdan, lê ne di elmanî de û ne di engilîzî de nebûn diyarde.
 
Yazdehok di Mîtelojiya de:
 
Ev 11hok, herdem di dîroka xwedayên sikandînaviya bakur de dihat  û  bi taybetî Snorra-Edda, û dîlana li ber wan ko 11 kes bûn û girêdana vê yekê bi zaynda xwedayê wan Asen re dihate bikaranîn. Ev jî di salên 1220an piștî zayînê de.
Peya Alb, an jî Alfa, ko 11hok li beramber wan tê wisa dihat:
 
 ása ok alfa                                                      Asen û Alb
er hér inni eru,                                     yên hunduru ne,
manngi er þér í orði vinr                                  bi nebașî li ser te dipeyivin
Di Snorra-Edda  navên bihêz, cuda û xwedan helwest di nav yazdehokên ronîdar-û tarî de, derdikevin. 
„Sá er einn staðr þar, er kallaðr er Álfheimr. Þar byggvir fólk þat, er Ljósálfar heita, en Dökkálfar búa niðri í jörðu, ok eru þeir ólíkir þeim sýnum ok miklu ólíkari reyndum. Ljósálfar eru fegri en sól sýnum, en Dökkálfar eru svartari en bik. 4.
„Ev ew cih e, welatê yazdehoka ye. li wir gel bicih dibe, navê wî yazdehoka ronahiyê ye. Yazdehokê xerab, li jêrzemînê dijîn û cudahî di nav wan de heye. Eger em li mîtolojiya Mezopotamiya jî binêrin, em ê bibînin, ko Iștar jî, xwedaya jêrzemînê ye, dema devê xwe vedike û li wir, li dijî Merdox șer û cengekê  vedike.“ 5.
Ev Yazdehokên ronahiyê ji rojê bedewtir in, lê yazdehokên tariyê û bedbextiyê ne.
Wek di metolojiya de, diyar dibe, ko ev yazdehokê hêla wê ya neyênî û ya erênî jî heye. Di helbesta efsaneyî ya elmanî de, ya bi navê Nibelungenlied= Stranên koman, lehengên wê mezin û bihêz diyar dibin. her wisa jî di efsaneyan de, mîna Wîland yê hesinker de, serkêșê komekê tê û bi hêz dibe û desthilatê werdigire, eve jî Newroz û Kawa têne bîra xwendevanî.
Ev șêwebawerî, hîn jî li Island mîna parastineke olî bikar têt û navê wê Huldufólk, an jî Álffablót.
Di deqê wan yên gelerî de, stûnekî bikar tînin, ew jî 5 hevok in. Em ê forma Yazdehokê bibînin, ku 2 stûn heye 1. 11 peyv in . 2. 5 Xêz in. Li vir, 5 xêz, an jî 5 hevok in.
 
Bo nimûne:
 „Dema ew hate hewșê. kebaniya malê li ber derî bû, got, ko nabe tu derbas bibî, niha li vir 11 qurbanî amade ne. 6
Alfheimer= Yazdeh welat, di mîtolojiya bakurên kevnar de, ko nivîskar Snorri Sturluson, vî welatî, welatê yazdehokên ronahiyê binav dike. Ev qesra Freyr ye, ko yek ji qesrên xwedayî yên Asgard, li keleha xwedayan in.
Fantaziyên Yazdehokan li nik Tolkînan (Alfá)
Peyva Alfá, elben, an jî Quendî, peyveke herdemzindî  û nemirî ye li nika qewmên Tolkînan (eger neyête kuștin).
Di Pirtûka ( Sprache und Schriften in Tokiens Welt= Ziman û nivîsîn di cîhana Tokien de), dide diyarkirin, ka bi çi hezkirinê ew milet, dixwazin zimanê wan, bi hemî tîtal û rê û resmên xwe re, bêne veguhestin bo nifșên li dûv wan. Li nik Tolkien e, pișt didin regezên mîtolojî, fîlosofî û lahûta xiristiyanan û yariyên hizrî. Lê li dema nû, ev șêwe yazdehok=Elf, an jî Elves, civakkirina vî têgehî dike, berev eqarê xaniyekî ji gulan, xweșî û herdemzindî ve dibe. Wek peyv tekane, Elb. Elve û piranî Elben an jî Elves .
Eve wisa, li dor hatina vî têgehî û niha em werin û lêbikolin, ka ev șêwe çawa hatiye? Kî bikar aniye? Çawa bi kar hatiye? Helbestvana me ya hêja, çima û çawa derbasî edebiyata kurdî/ helbesta kurdî kiriye? Çi nûbûn tê de kir?
 
 
Yazdehok:
 
Ev șêwaze helbest ji navê xwe diyar e, ko 11 in.  Helbesteke kurt e, mînî formal e.
Lîstikek zimanî ye, ji hêlekê ve, pêdivî bi gelek tîrbûna hizir ve heye û ji hêla din, teknîkek hêsan e. Ev șêwaze, ne asê û aloz e, lê azadiyeke bêhempa dide nivîskarî/ê. Eger nivîserê yazdehokan jîr û șareza be, di warê ziman, hunerê dariștina peyvê, belavkirina wê, huner û șêwekariya wê de, dikare asoyên berfereh û fezayên toreyî ciwan veke.
Yezdeh peyv in, li ser sê xêzan têne belavkirin.
Merc nîne, ko bi rêzbend û terazû bin, lê dikarin jî bi rêzbend û terazû bin.
 
Ev gelekî kêm tête bikaranîn. Bêhtir ji wan yên bikar dianîn, gencên sinêl bûn, ko nameyên kurt yên evînî, ji evîna xwe ya yekem re rêdikirin. Lê ji çarçewa dibistanê jî derneket. Ew dibistanên sernavîn re rahêne li ser dikirin.
Bo nimûne, ko yek xort were ji bo yara xwe binivîse:
Gerimahiya
dilê te
nazikahiya hestên te
noșîna lêvên te sor
gerim
 
Yazdehok, kurtehelbestek e, qalib û durvekî wê destnîșankirî heye. Ji peyvê diyar e, ko 11 peyv in, li ser pênc xêz û xeștan belav dibin û li gorana zîrekiya nivîskarê/î tête xemilandin.
 
Dîroka nivîsîna vê Yazdehokê:
 
Weke helbest, ne dûr û dirêj e. Ew vedigere sala 1980iyan, li bajarê Amsterdamê, li welatê Holanda, ko komek nivîskar, cara yekem, di kovara „ Taaldrukwerkplaats“, weșandin û belavkirin û deng êdî hew hat, ta sala 1988an, li bajarê Aachen ê, li Elmaniya, Workshopek bi navê Nivîsîna dahênane“ kreatives Schreiben“, ji hêla nivîskar Jos Von Hest ve, hate li darxistin. Ev Workshop jî, di zimanê elmanî de, bo beșê perwerdeyê hatibû çêkirin û lidarxistin. Di pey wê re, ev șêwaze, tenê bo nivîsên kurt, yên evînî û bo șagirtên dibistan û xwendegehên sereke hatine erkdarkirin û ravekirin. Lê em, nikarin bibêjin, eve bûye diyardeyek, rêbazek an jî dibistanek, mîna Klasîzim, Impresiyonîzim, expresiyonîzim, zîmbolîzim, Dadaîzim  surrealî û abstraktê. Lê gelo wê helbestvana me ya kurd, vê destpêșkeriyê ji destê rojhilatê derbixe û bike diyarde û dibistan, diviya bû, em hinekî xwe ragerin. Lê dema nivîsînên wê yê vî șêweyî, 40 deq têper kirin, hinga min dizanî, ko vê helbestvana me, bi zanebûn û bi pilan ev kare kiriye û min destê bi vê nivîsê kir û niha:
 
Ŝêweyê avakirin û nivîsîna YAZDEHOKÊ
 
Hindek erk, xislet hene, pêdivî ye, nivîskar pê pêgîr be.
1.    11 peyv ( daçek jî wek peyv hesêb dibe)
2.    5 xêz û xet
3.    xêza 1 yek peyv,
3a. xêza diwem 2 peyv
      3b. xêza sêyem 3 peyv
      3c. xêza çarem 4 Peyv
      3d. xêza pêncem 1 peyv
 
Kîteya yekem:
 
Ew xêza yekem e, dikare, reng, deng (Rengdêr), hest be û dikare tișt, babet be, bo derbasbûna nav kurtehelbeste
 
Kîteya diwem:
 
Xêza diwem, pesinê peyva yekem dikare bike, dikare  tișt, cih. kesayetî, ko têkilî bi babetê re hebe, bibe.
 
Kîteya sêyem:
 
Xêza sêyem, dikare careke din rengdêr, an pesinên kîteya yekem bin.
 
Kîteya çarem:
 
Xêza çarem, ko ya herî direj e di kurtehelbestê de, li dor hizra nivîskarî ye. Ev carnan divet û carnan dikare, hizra nivîskarî be. Hinekî azadî di derbirîna vê kîteyê de heye.
 
Kîteya pêncem:
Xêza pêncem, bidawîhatina wan 11 peyvan e û dikare encam be û dikare wek navnîșan be.
 
Yazdehok, bûnewerekî nazdar û balkêș e, carnan weke efsaneyeke biçûk diyar dibe, mîna pirpirîkekê, dema xwe bo gulê disotîne, wisa dibe xwedan wateyek. Ev newek her helbestekê ye û ne bi rêzbend û terazû ye.
 
Cudabûna Yazdehokan ji Haiku:
 
Eger rasteraste ev pirse bête kirinê: Haiku çi ye?
Haiku șêwazek ji șêwazên helbestê ye, li Japonê diyar bû, ew jî di bin bandora ola bodistan de. Li ser sê xêzan belav dibe û ji ya herî zêde ji hivdeh/17 kîteyan an jî dengdêran pêk tê. Xêza yekem  buyereke ji derdora jiyana yê nivîskarî ya diwem hizir û ramanek e û ji nișkav tê  û ya sêyem wan buyer û hizran tert û belav dike.
Xêza yekem 5 kîte, ya diwem 7 kîte û ya sêyem 5 kîte.
Yê nivîskar buyerekê rasterast berev xwendevan ve dibe, ko ji hêla wî ve bête pejirandin. Zimanekî destnîșankirî konkret bi kar tê
„ șevek zivistan.
stêr xewnê diqurtînin
pênasîn ya min.”
 
Girêdayî vî biwarî, di kurdiya me ya kurmancî, ya kurdên Xurasanê, șêweyek ji nivîsînê heye, jê re dibêjin sêxișt. Ev sêxiște, gelekî wek șêwaz xwe nêzîkî Haiku dikin.
Sê Xiŝtî Istaylek ŝêire ku dîroka vê istayla ŝêirî  dizivire çnd hezar sal û dibêjin ku dîroka wê dizivire dewrana Sasaniyan , lê tenê di nav kurdên Xurasanê li Bakûra Rojhilata Îranê ev cure ŝêira maye û wekî Haykoyên Japonî ne û naveroka van ŝêiran bi curekê ye ku hema li Sê Xiŝtiyek rûdaw, babetek yan dîrokek ŝirove dibe, xolqkariyên naveroka vê cure ŝêirî wisaye ku çaxê Sê Xiŝtiyek tê xwendin, Neqaŝek dikare naveroka vê Sê Xiŝtiyê li ser rûpelekê bikŝîne.
Her çend mudeheke ev Istayla ŝêirî li Yoniskoyê bi navê Kurdên Xurasanê hatiye qeyd kirin, li li rojhilata navîn û bitaybet ŝairên Fars û Ereb yên hevçerx dixebitin vê istaylê wekî istaylekî nû ser navê xwe bidin nasandinê , li ji ber xebata ŝairên kur, hema ev istayla bi navê kurdên Xurasanê tê naskirin. Dibêjin carna Sê Xiŝtî piŝkek ji dêmenekî edebî ye, Carna wekî seredana bayek ji nav zeviyên gênime yan jî carna wekî birûskek li esmanekî tijî baran e
Ez qerîw ê binî waran
Aware me le diyaran
digirîme xwîn û baran
 
Derdê Zalim Derdê Zaal im
Hem digirîm Hem dinalim
Ecel Hatiye, bê mecal im
 
Derdê minî li ser derdan
Girê ketye dest namerdan
Hatme kuŝtin natme berdan
(Nehatime berdan)“ . 7
 
Yazdehok: li ser pênc xêzan belav dibe, ya yekem Peyvek, ya diwem 2 peyv, ya sêyem 3 peyv, ya çarem 4 peyv û ya pêncem1 peyv. Peyv çend kîte be, nexem e.
Ziman nekonkrêt e û dikare buyer be û dikare rewș be û dikare raman be. an jî zimanekî din be. 
„Hêmin,
dilê te
îro sivik lêdide
dibû volkana çavên
welatî“
                                     Gewhar Fetah
 
Gewher Fetah û Yazdehok:
Lê ya bêhtir bala min dikișand ev nûbûnên berdewam û zimanê ko Gewher bi kar dianî bû. Dibe li nik hin xwendevanan kêșe di têgehiștina tekstî de, peyda dibin, lê ya herî rast di baweriya min de, netêgehiștin di ŝêweyê avakirina deqê wê de ye, yên ji qalib û kategoriyên kevin derdikevin û dabirînekê di navbera xwe û tișta heyî de ava dikin û caran di nav xwe, wek deqê doh û deqê îro de ava dike. Ev hemî li aliyekî û bikaranîna van YAZDEHOKAN li aliyê din.
Berhema Yazdehokan de, hinek durv û form yên nû bo me diyar kirin. Form û durvên Yazdehokan diyar in. Min ji xwe dipirsî: aya ev xanime ya ev șêwe heyî, ko nebûye diyarde dê bihêle, an wê biguherîne?! Di bersiva xwe de, li ser pirseke min ji xanimê: Tu fêrî avakirina zimanekî taybet bi te û derbaskirina wêneyên hunerî, di nav helbestê de bûye. Tu dê li vir çi bikî? Xanima G. Fetah: „Ez dê bizavekê bikim, ko vî șêweyî di kurdî de cihgîr bikim û zimanekî din, bigihînim asteyekî din û wêneyên din bikar bînim“.
 
Metodên “Rêbaz“ șirovekirinê:
 
Eger mirov bi rengekî zanistî û di Metodên zanista toreyê de têbigihe û bixwaze berhemekî baș șirove bike, pêdiviye pala xwe bide wan metod û rêbazan, ko dikarin tekst bi giștî ravekin û ji hev belav bikin û dubare li hev bidin. Ew metod û rêbaz, eger tenê navê wan jî be, dixwazim bo xwêneran li jêr binivîsim:
 
1.    Metoda erênî“ Pozîtîvê“: ev ji dema fîlosofê ferensî Auguste Comte (1798-1857), ko damezirand bû rêbazek gelekî giring û ji felsefê derbasî, toreyê, ragehandinê û derûnnasiyê bûye. Di pey re fîlosof û tiyorîzanê nemsawî Ernst Mach (1838-1916) fereh kir û yekîniyên biçûk yên fîzîk û derûnasiye têkilî felsefê kirin û bi șêweyekî ji șêweyan, li ser bingeha dualîzmê, hemî heyok gihandin hev: Derûn û fîzîk, Disiplîn û raman, zanista xwezayî û ya hizrî, jiyan û kar. Mach di felsefa xwe de, behsê Functionality= karkirin diaxive
2.    Metoda dîroka hizrî: li vir du têgeh hene, yek dîrok û ya din hizir, ko bêhtir fîlosofê elman Schlegel pê tête naskirinê, ya dibêje, ji her yekîniyekê re gelek dîrok hene, an jî bikêmasî du, yek ya hizirkirinê û yek ya daxistinê ye. Hinek tiștên sereke hene, 1. yekîne û synthese 2. Gelemper “Tevahî“ û synthese 3.Syntheseya hêsanîbîrbûn. 4. Encamdîtin. 5. wateya babetê 6. Struktûr û șaxên wê
3.    Metoda diyardeyayê „Phenomenolojy“: ev têgeh ji zeviyê kar yê felsefê tê. Serkêșên wê Edmund Hussrel û Heiddiger in. Li gor Heiddiger, ji her helbestekê dengekî „ zelal mîna camê, dengekî nazik, xweragir bixwebawer, her weha cihê yarîkirinê kêm e di șînê û bervedêriyê de. 8
4.    Metoda Heyînê (Existentiell), ji Gabriel Marcel (1899- 1973), ta bavê rastteqîne ji vê felsefê û metodê re, Martin Heidegger (1889-1976)
5.       Metoda Morpholojî: Wate wanedan û avakirin e.
6.    Metoda civakî, ko ev gelekî giring e ji bo civakê, dîroka wê, antolojî û rewiștên civakê. Di Felsefê û civakê de, K. Marx û di edebiyatê de, Lukaṥ nûnertiya vê metodê dikin.
7.    Metodên serhijmêrî: ev karekterên semantîk yên tekst derdixin, ko bi wan metodên heyî nebawer e, lê ew jî ne tiștek ji bilî metoda strukturalîzim û post-strukturalîzimê ye.
 
Ev kurteyek ji metodên zanistî ne, ko mirov di șirovekirinê bikar bîne. 
Di pêvajoya nivîsîna van șêweyan de, hin bi hin diyar dibe, ka ev helbestvana me dixwaze çi bike? Ew dixwaze helbesta kurdî, șan bi șan di gel helbesta cîhanî ber bi asoyekî din ve, asteyekî din ve bibe?.
 
Di van yazdehokan de, yên Gewher, bo xwendevanan rêz kirin, li ser bloga xwe ya taybet, ya Facebookê raxistin, dizane ew çi dike û dizane her peyvek, an jî her rêzek ji peyvan yekîniyekê ava dikin, lewra wê xwest bi șêweyê xwe, vî rengî bîne nav toreya kurdî û dîmenên nû bi me bide naskirin û ez bawer im, ka çawa Haiku ji Japonê tevî toreya cîhanî bû, çarîn, ji farisan, helbestên zîmbolîzmê ji Ferensa û hbd, wê yazdehok ji kurdî jî têkelî edebiyata cîhanî bibe, eger li ser bête xebitandin û berev pêș ve biçe.
Rast e, wek bingeh ji mîtolojiya bakurê europa hatiye, lê zanîn û zaniyarî mulkên cîhanê ne.
 
Di Yazdehoka Gewher Fettah ya yekem de, ya ko bala min kișand ev bû. Helbestvanê, ev di nav helbesteke xwe de, bi zîrekî derbas kir û ji ber ez jî yek ji xwendevanê wê me, ez, berev mîtolojiyê ve diçûm.
Di Mîtolojiya de, hin hijmar hene mîna 6, 7 û 12 pîroz in, lê 11 !
Evê hișt, ez li nav kaxez û defterên xwe yên kevin, li nav bîranîn, sawîrên xwe bigerim û berê min bi bakurê Europa ve çû?
 
Di guhertinên ŝêwe û ŝêwazên nivisînê de, nîŝanên bi kar tên, bi ŝêweyekî cuda têne ŝirovekirin, lewra serederiya di gel vî ŝêweyî de, pêdivî ye, bi amûrên cuda bin. Çima?
„ Em dibînin,  girêdanên parçeyên yekîneyan, di bêjiyê de, mîna cihê destŝuŝtina regezên rewanbêjiyê ne. Em êdî nema girêdayî wateya peyv û hevokan e. ji ber bingeha deq, xwedan hebûnek abstrakt e û li ser gelek asteyan dikare bête ravekirin. 9
 Di her ŝêwazekê de, hin regez hene, dikarin li gor deq, xwe biguncênin, lê sê regez, di guherînên berdewam de ne:
1.    Peyv, guherînên dengane. „Phoném = deng, û Graphéme= xêzên nivîsînê“
2.    guherînên lêkdanan (Syntex)
3.    guherînên Amajebûn „ Semantîk=  المتغيرات الدلالية
 
Eger em berê xwe bidin vê yazdehokê, berê xwe bidin kilîtên, ko bikar hatine:
Tu/ Ez/Awaz/êŝa me/ ŝeva birîndar/Berbang.
Eve bixwe cîhanek ji babet û wêneyan bi xwe ve hildigire.
Her peyvek, dikare bi xwespartinên cuda û li gor xwênerî bête ŝirovekirin.
 
Tu,
ez, dem..
Awaza êŝa me
xwelîdanka çavên ŝeva birîndar
berbang.
 
Li vir helbestvana me, beramberî xwe, xwe û dema tê de, wan nîșanan, destnîŝan dike.
Di malika sêyem de, babetê destnîŝan dike ew jî êŝ e. 
Di malika çaran de, cih destnîŝan dike û ew jî Xwelîdanka çavên ŝevê ye. Cihêkî semiyotîk e, cihekî metafor e, cihekî di hișmendiya xwêner û civakê de heye.
Dubare mijarên bi peyveke cuda dubare dike û ew jî Birîndarî ye û di dawî de.
Êș  û birîndarî, ko girêdana wan ya biyolojî heye, lê her wisa rewŝeke civakî, siyasî û herêmî jî tîne ziman. Dema ev herdû peyv, herdû têgeh pêk ve tên, wate, derd û kovan giran in.
 
Derdê kesayetî, komelayetî û welatî. Wate, li vir em li hemberî,
Tu, Ez/ dem, kirdar/rewș, cih/rewș û dem= hêvî ne.
Di ravekirina van çend peyv û peyvokan de, em pêdivî bi regezên mîna sedema naskirina êŝê, sedema axaftina bi hiŝkî TU û Ez, sedema bikaranîna xwelîdankê, wek himbêzkirina tiŝtên buhurî, yên mirî, û bo çi dubare Berbang, ko destpêka nûbûnekê ye. Bêguman, rawestan li ser van bitenê, dikare bibe pirtûkek. Lê ez dixwazim tenê hindek tiŝtan raxim û ne ŝirove bikim. Ji bo ravekirin, analîzekirina wan têgehan, divêt em berê xwe bidin derveyî deq. Dibe em, pêdivî bi nasîna ŝêweyê jiyana helbestvanê, civak û cihê wê, miletê wê û rewŝa siyasî, derûnî, aborî bibin. Bi vî rengî, em ji ŝêweyê ŝirovekirina edebî derbasî ŝiroveyên din dikin û eve jî nekarê me ye û ne jî daxwaza min û ne jî „ez bawer im“ armanca helbestvanê ye. Helbestvan neŝiroveker e.
Ji ber ŝirovekirina wan, pêdivî bi ravekirineke derûnî heye û ew jî naskirin, axaftin, pirs û bersivdan, pê divêt û ev demeke pir dirêj pêdivî ye. Dubare, çunkî eve yên min rêz kirin, alav û amûrên derve ne, dikarin bikevin bin xizmeta ŝirovekirina deqî de.
Ji ber armanca me, nasîna asteya zimanî û hunerî û ciwanî, ya van deqa ye, lewra tenê destnîŝankirina van simbol, peyv û dengan, diyar dike, ka çiqasî helbestvana me, serdestî ziman û teknîka avakirina tekstên xwe ye.
 
Form:
 
Ji bo destnîșankirina vî têgehî, Form çi ye?
Ew șêweyê nivîs li ser kaxezê belav dibe û qalib xwe çêdike. Lê ev têgeh wek têgehekî di dan û stendinê de, pêdiviye bête nûkirin. Wate netenê șêwe û endaz form in, belê ew guherînên ma,irîfî û pêrabûn jî, dikarin bikevin vê çarçeweye de, çunkî ew yekîneyên hundur yên peyvan û têkiliyên wan di gel hev, șirovekirinê berev eqarên nû ve dibin. Wate, form me ji wan yasa û girêdanên di nav axaftinê de rizgar dike û ji dêvla navendek ji xîtab (Discoure) re hebe, dibin gelek navend û ji ber pêșdebirin û pașderbirina peyvekê, lêkdanekê an jî hevokekê asteyê șirovekirinê bihêztir dike û berfertir dike. Em li vir derbasî felsefa Manuel Kant ya bi navê Gestalt dibin, ko bi xwe beșek ji yê derûnasiyê ye û ta radeyekê dikeve bin kartêkirina yariyên dîtinê de, wate bin tiyoriya Estatîk (Ciwankarî). Ji bilî wisa, avakirina șêweyên nû, pêdivî alavên șirovekirinên nûn e û ji ber bikaranîna peyvan û avakirina wan, nema xwe pal dide ser zimanê rojane, êdî ravekirin, dest davêje alavên epsytmolojîk yên nû. Xala diwan, ji hêla zanistî ve, ko „form me jê azad dike, ew e, ko form nebo ciwankariyê ye.“10.
Belê bo vekirina asoyan li pêșberî tekstî ye.
Peyv
tête hûnan
tîrêjên xeyalên gij
deqê keldûmana dengê biyavên
mûzîkê
 
Ev yazeh peyv, rîtmeke azad radestî çavên me dikin. Eve zîrekiyek e ji hêla helbestvanî ve. Tev di nav bizavê de ne. Ev yên vî șêweyî di cihekî de dideynin û endazek guhêrbar pêșkêșî çavên xwendevanan dikin. Ev șêwe xwêner han dide, ko alavên karkirinê û șirovekirina form nû bike, dako bigihe encamên nû di dîmenziyonên ravekirinê de.
„ Di prespektîvên Diachronik de, diyar dibe aya ev helbest, berdewamiya hin nivîsên berya xwe ne“ 11.
Ev avakirina lêkdanan, dihêle biyavên helbestê fereh bibin, bi kêmtirîn peyv û karekterê ziman bi xwe diguherîne. Wate ziman sinorên têgehiștinê yên heyî dibezîne.
Wêneyên Helbestî:
„Wêneyê hunerî, helbestî, lêkdanên wijdanî, hizrî ne. Ew nêzîkî cîhana wijdanî û bîrmendiyê ye bêhtir ji nêzîkbûna wê cîhana heyî re.“ 12
Du șêweyê wêne bi giștî hene, yek  șênber (5 hest) û yek razber, ko mirov hizir dike. ya yekê derveyî nivîskar e, ya diwem di naxê nivîskarî de ye. Ziman di avakirina wêneyên helbestî de wisa karîger e, ko nekêmtir ji naveroka hizrî û behreyî ye. Wêne, deq ji zimanê rojane derdixe, barê hizir giran dike, lê naveroka tekst rengîn û hemereng dike.
Spî
ye hebûna
te, wisa sar
sinorê xewnê bi ŝevê
serxweŝkir
Nêrîna ko li wêneyî bête nêrîn, an jî lêkolîna li ser bibe, pirsekê tîne û dideyne ber me:
Ev wêne ji kû hat? çi têkiliya nivîskar û deqê wî bi wêne re heye?
Li vir wêne bi reng destpê dike, Spî. Eger em vegerin vê peyvê wek simbol, dê yekser aștî/antî-șer bête hizra me. Wate nivîskar di rewșeke civakî, derûnî, gellerî nearam de ye û ji destpêkê gaziyekê dike, ko ji wê rewșa nearam derkeve. Bi ç șêweyî be dixwaze. Bikeve nav xewn û xeyalan, serxweș bikeve, biçe cihekî sar û șev bi ser de were.
Helbestvan li vir her ji destpêkê ve, berê xwêner dide cîhaneke pêdivî guherînê ye û deqekî vekirî dide me û em li gor têgehiștina xwe ya Epstymolojîk șirove dikin. Spî/Hebûn/Sar/Sinor/Xewn/Ŝev/Serxweșî, ev hemî dunyayekê ji simbolan nîșanî me dikin û me dixin nav tem û mijekê, an jî nav cîheke dagirtî, kêșeyên civakî, niștîmanî, kesayetî derûnî.
Her têgehek ji van dikare bibe mijara lêkolînekê, li gor wan rêbazên me li jor nivîsîn. Xwêner/Rexnegir dikare Significant û Signifikation (   (الدال والمدلولwek du hêlên wêne bibîne û dikare wisa jî di hișmendiya xwe de, wan wêneyan bibe perava asoyên dûr.
„  Di helbestên peypostmoderniteé re, wêne șîfre ya helbestê an jî metafor „  استعارة „ ya absolut, wate mutleq e ko di rastiya civakê de, li ser tête xebitandin“ 13
 
Ziman:
 
Zimanê van helbestan, netenê zimanekî hilbijartî ye, belê zimanekî gelek wate dide, ji ber avakirina wî û raxistina vî zimanî, ji konkrêtiyê derdikeve, biyavên nû bo xwe ava dike, asoyên nû li ber ravekirinê vedike. Ew hêza ko ziman dide naveroka deqî ji çarçoveya ferhengê derdikev. „ Kartêkirina taybet ya helbestê di rêya bikaranîna rengên cuda yê peyvê diyar dibe. “ 14
 
Ez..
ev wate
ez helbestê dijîm
tu xwe tê de
dibînî..?
Ev cînav ez, li vir ji destpêkê hêzekê dide deq û dibe hilgirê Discour/Xîtabek, ji helbestê, ji jiyana bi helbestê mișt û hebûnê ya xwe (Controvers) û ya helbestê dike pirs û radestî xwêner dike, li benda bersivekê jê ye. Û jê pirs dike, eger ew jî di wê kelecanê de ye? Ev du carî EZ û Tu, tekst berbi serrakirinê ve dibe. Li vir EZ dixwaze DU dilxweș bike, an jî bibêje, min ev helbeste bo te nivîsiye û ez dikarim bi te temam bibim, bi te hêviyên xwe  bibînim û eger tu xwe di helbestê de nebînî, wate ev helbest ne ya min û an jî wek ko min armanca xwe pêk neanîbe.
Ev derketina derveyî peyvînê (Xîtabê), hebûneke din û bunewerên nû diafirînin. Tișta balkêș di van Yazdehokan de ew e, ko di gel wan qalibên heyî, lê helbestvana me bi melevanî ziman tîne qada, afirandinê.
Rengîn
ev belge
li xewnên xwe
berçavka min û te
bakur
Li vir, welat, di hundurê belgeyekê de derdixe û xewnên xwe dike beravk bo pareyekî, ji êșa bakurê welêt, an jî ji êșa dest nagihiyê. Ev bi xwe biyavekê dide xwêner, ko êdî li gor zanîn û atmosfêra tê de, ahengekê ji êșa, ji xewnan, ji ziman, wêneyan, cih, dem, naverok, babet û kelecana hestan deqekî xwe yê hișmendî ava bike.
Li dawiyê, mebest ji vê kurtelêkolînê ev e, ko em bibêjin, șêweyekî helbesta nû dikeve nav edebiyata kurdî de. Berê vî șêweyî li kû ye? Wê guhertin bi ser de bihêt? Aya helbestvana me, bi xwe, wek bûye xwedanê vî șêweyî ji nivîsînê, dê bibe xwedan guherînên bingehîn di van șêwazên helbestan/Yazdehokan de? Bila em bendewar bin û bibîn, ka pașeroj çi suprîzan bo me amade dike. Li dawiya dawî dibêjim, bi vê zîrekiyê Gewher hate nav helbestê û di demek kurt de, dikarîbû rêkên nû li ber peyv, lêkdan, hevok, wêne û zimanê taze veke û bișopîne.
Encam:
Armanc ji vê kurte-lêkolînê, ew bû, ko bête diyarkirin, zimanê me, edebiyata me û nivîskarên me, dikarin ji çarçewa zimanê çandiniyê derkevin, ji çarçewa qalibên heyî derkevin, eger xwe bi zanînê dewlemend bikin, agah ji bizava edebiyata cîhanî hebin û ev nimûne, belkî ya herî berbiçav e û bi hêviya ko bibe diyardeyek û handanek bo nivîskarên din û asoyên nû li ber, ziman, tore, rewșenbîriya kurdî vekin. Bi hêvî me, ko ev yazdehok, ko guman tê de nîne, helbestvana jêhatî Gewher Fettah ya yekem e, ev șêwaze aniye nav toreya me kurdan û bi hêviya wê hindê me, ko bi pêș ve biçe.
 
Jêder:
1.     Zanista rexneyî, di navbera Tiyorî û praktîkê de, r. 92, Tenegezar Marînî, 2014, ji weșanên êkîtiya nivîserên kurd-Duhok.
2.        Literatur theorie I, Horst Turk, Wx., VR, Vanden hoeck Reihe. 1421, Studienbibiliothek Germanistik; Bd 2. ISBN- 3-525-33394-3 R 34.
3.        Google.de. Wikipedia Elfchen
4.        Encyklopedia Elfchen. Google.de
5.        Gilgamesch, Wolfgang Rölling, 2009, verlag Philip Reclam uni, 2009 ISBN 978-3-15-018686-2
6.     Heimskringla. Saga Ólafs hins helga Kap. 91, ji Ensklopêdiya efsaneyên bakurê Europa
7.     Kerîm Kirmanc: Poesiefestival Berlin 2017
8.     “ Martin Heiddiger ((1889-1976), Sein und Zeit= Dem û bûnewerî.
9.     بلاغة الخطاب وعلم النص, د. صلاح فضل, منشورات عالم المعرفة, ص.  133 R. 133.
10.   Jedêra bereê Rûpel. 134
11.   “ Einführung in die Gedichtanalyse= Derwaze bo șirovekirina helbestê. Dieter Burgdorf, ç 2, sal 2002, weșanxaneya J.B. Metzler.
12.   الصورة الشعرية في الخطاب البلاغي والنقديز محمد الولي. المركز الثقافي العربي. ص. 166
13.   Wie interpretiere  ich ein Gedicht= Çawa helbestê șirove bikim. ç 5, 2000, Horst Franke, çapxana UTB „Zanko bo zanistê“ r. 80.
14.   “ Einführung in die Gedichtanalyse= Derwaze bo șirovekirina helbestê. Dieter Burgdorf, ç 2, sal 2002, R, 135. weșanxaneya J.B. Metzler.
Hannover, 18.04.2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark