Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bedirxanî, Rojnamegeriya Kurdî û Rojnameya Stêr

 


Konê Reþ
 
Bi helkeftina 119 saliya roja derçûna rojnameya (KURDISTAN) a dayik, ku 22ê nîsanê ye, min di çend rojên derbasbûyî de hin kovar û rojnameyên kurdên Rojava, yên ku di pey HAWARa mîr Celadet Bedirxan re, li Sûriyê hatine weþandin ji we re dane nasîn. Vêca bi min xweþ e ku di van çend rojên hatî de, her roj karibim kovar û rojnameyên ku kur û neviyên mîr BEDIRXAN di sirgûnê de weþandine ji we re raxînim ber çavan.


Rola Bedirxaniyan:
Ez nebawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrniþiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin þert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêþeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewþenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.
Her û her daxwaza wan pêþxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû.. 
Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weþandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.


Rojnameya Stêr: 
Rojnameyeke xurû bi Kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû bû; cihê weþandinê li Beyrûtê bû; 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belavkirin. Hejmara pêþîn (1) di meha çileyê berê de 1943an, hejmara (2)an di meha sibata 1944 an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê çêriya berê de sala 1945an, ango her salekê hejmarek hatîye çap û belavkirin; dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya (Roja Nû) bû. Xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.
Konê Reþ, Qamiþlo, 15.04.2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark