Dr.
Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer
Du boçûnên hevdij: Hevpeymana Osmanî – Kurdî, û rola Mela Idrîs
rastî nakokiya kurdî dibe:
1.Boçûna dijberan: Xewdiyên vê boçûnê weha dibînin, ku Mela Idrîs
destekekî Osmanî bû, bi vê hevpeymanê karmendiya miltê Kurd nekiriye, lê
karmendê dewleta Osmanî û rêbaz ayînî sunne bûye, da ku mal û mewalan û cîgehên
bilind li ba dewleta Osmanî werbigire, di heman demê de erka wî ew bû, ku
mîrnižînên Kurdan bidana ser hev, da li hember xweziyên Sefewiyan û Osmaniyan
rawestîna, û eger ew mîrnižînan xweser bimanan, heye (belkî) di sedsala
nozdemîn de bibana motika dewleta Kurdistan a azad.
2.Boçûna alîgiran: Dîrokzanê Kurd Ela Dîn Secadî (1907 – 1984 z) dibêje:
“Hukumeta Yawuz (Selîmê Yekemîn) dê tevayîya van mîrnižînan daqirtandana, û
navên wan jî nedihêžt”. Dr. Se-idî Herotî jî weha diçe, ku wê hîngê, rista
fewdal li Kurdistanê kend datanîn pêž
yek-kirina mîrnižînên Kurd li hember talanên derveyî, û dibêje: “Destdanîna
desthelata Osmanî ser Kurdistanê bivê nevê bû, vê lomê pejirandina desthetala
Osmanî, li gor hevpeymana navborî, ji dêvla serîdanîna bo desthelata yekser,
çareya herî baž bû”.
Dr. Se-idî Herorî bi ser ve dike,
ku tevî ku di wê hevpeymanê de bendên berjewendiyên Osmaniyan diparêzin hebûn
jî, lê ewê hevpeymanê rewžeke ji serdestiya Sefewiyan bažtir, ji bo Kurdistanê
peyda kir, û rola polîtîka Mela Idrîs “wê demê li gor berjewendiya Kurdan bû”,
ewî li gor boçûnên hin dîrokzanan “bingehên netewa kurdî” durist
kir, lê mîrên Kurdan, bi sedema hevdijayetiyên berdewam, ew destkefî
neparastin.
Rasteqînên dîrokî:
Da ku hevpeymana Osmanî – Kurdî
durist were nirxandin, divê du rasteqînên dîrokî li ber çavan bin:
1.Ҫi
bûyer bûye, bila bibe, divê li gor heyama serdema xwe û nîrên ew pêkhanîne
were gengežekirin; çi ew nîran êkologî bin, û çi çandeyî, polîtîkî,
aborî, civakî, herêmî û navdewletî bin.
2. Polîtîk “huner gengazî”
ye, di her dan û standineke polîtîkî de, sê bijare li pêž kesê diplomat hene:
Yekemîn: Bijareya qezecê / ziyanê. Duwemîn: Bijareya qezenca hindik / qezenca
pir. Sêyemîn: Bijareya ziyana hindik / ziyana pir.
Êdî werin em hevpeymana Osmanî – Kurdî li ber ronahiya van
herdu raseteqînan gengeže bikin:
1.Ji hêla Kurdistanî de: Civaka Kurdî, di serdema yekemîn nîvê sedsala
(16z) de, bi piranî civakeke êlîtî živantî gundîtî bû, hevdijayetiyên êlîtî pir
û tûj bûn, bi ser de jî cudahiyên olî û rêbazên ayînî (sunne, žî-e, eyzîdî,
kakayî, elawî) hebûn, û abora Kurdistanê yekeke živantî û gundîtî lawaz bû, û
her weha rewža çandê jî bi gelemperî wusa bû.
Êkologiya çiyayî ya dijwar jî tev
li wan hêmanan bû, pê re jî cudahî û perçebûnên Kurdan pir girêk bûn, û
nehêžtin penahekî polîtîkî Kurdistanî
diyar bibe, ku karibe yek-kirina Kurdan, an jî bi kêmanî yek-kirina bežê mezin ji Kurdan di çarçewa
hevbendiyeke êlîtî mezin de pêk bîne, wek ku pêžiyên wan Med bi rêvebiriya
pêžewayê zîrek Dehyako (Deyako) di sedsala (8 b.z) pêkhanîbû.
Di dema rêkeftina hevpeymanê de
(1515 z) hin penahên êlîtî kurdî di bin sîbera dewleta Sefewî de bûn, û hinek
jî di bin sîbera dewleta Osmanî de bûn, û bežê sêyemîn jî mîrnižînên xweser
bûn, û gava sultan Silêman Qanûnî sala (1535 z) dest da ser Îraqê, evan
mîrnižînên jêrîn hevgirêdan li gel dewleta Osmanî ragihandin:
1. Mîrnižîna Erdelanî li
Žehrezorê (rojhilatê Silêmaniyê).
2. Mîrnižîna Soran li Rawendizê (
Hewlêra naka).
3. Mîrnižîna Baban li Silêmaniyê.
4. Mîrnižîna Behdînan li Amîdê.
Li bakurê Kurdistanê hukumdar û
Begên Bazokî, Dunbilî, Bedlîs, û Mehmûdî, bi ser dewleta Sefewî de bûn, û li
rojhilat û bažûrê Kurdistanê jî hukumdarên Sinindecê û Mukrê û Gelhurê û
Loristana biçûk û Biradost û Zengene û Mîrên Mensûrî bi ser wê dewletê de bûn.
Hižyariya kurdistanî
netewî/nižtimanî bi gelemperî lawaz bû, û mêldariya êlîtî serdest bû, ev
mêldarî jî li gel ya olî û rêbaza ayînî girêdayî bû, û entilcênsiya kurdî bo damezirandin û pêžvebirina pirojeya
Kurdistanî netewî/nižtimanî ne amade bû. Yekemîn armanca mîran û serok-ežîran
ew bû, ku desthilat û destkeftiyên xwe biparêzin, û bi hêzeke herêmî mezin ve
bêne girêdan, da bi alîkariya wê hêzê li ber hevdu rabin.
2.Ji hêla herêmî û navdewletî
de: Kurdistan dikeve navbera
sê deryayên, ku ji hêla ciyopolîtîkî de giring in (Deryaya Rež, Kendav û
deryaya Spî), û dikeve navbera pênc deverên, ku ji hêla cioypolîtîkî de giring
in ( Welatê Farisan, Qefqas, Anadol, Sûriyeyê û Îraqê), û ji dema diyarbûna
Sahnižînan de (beriya 25 sedsalan b.z) cîgehê ciyopolîtîkî yê Kurdistanê li
serê Kurdan bûye û dibe, belaya mezin, û
wê hîn jî wusan bibe.
Her hêzeke herêmî, ku li yekê ji van pênc
deveran derdiket meydanê, hewl dida ku dest bide ser Kurdistanê, û tê re derbas
çar herêmên din bibe, û gava peymana sala (1515z) bi rê ket, herdu dewletên
Sefewî û Osmanî, li Rojavayê Asiyayê du hêzên herî destdirêj bûn, û ji bo
dagîrkirina Kurdistanê hevçavsor bûn.
Wê hîngê hêzên dagîrker, ên Ewropayê negîhabûn
Rojavayê Asiyayê. Dagîrkerên Pirtuxalî, li derdora sala (1500z) delavên bažûr ên Cezîra Areban dagîr kiribûn,
û ber bi Bažûr-rojilatê Asiyayê de çûbûn, û pažê derdora sala (1600z) Holendî
bi ber pozê wan de derketin, û derdora sala (1700z) jî Îngilîz bi ber pozê Holendiyan
de derketin, û nakokiya dagîrkirin di nav van hêzan de ji Kurdistanê ve dûr bû.
Nirxandina hevpeymanê:
Dem û dewrana Kurdistanê wê hîngê wusa bûn: Ji
hêla hundirê Kurdistanê de (Žerpezebûna erdnîgarî, aborî, êlîtî, olî, rêbazên
ayînî) serdest bû, û ji hêla herêmî de ji (du hêzên mezin hebûn, û herduan jî
çav li dagîrkirina Kurdistanê bûn), digel hindê jî hêzên navdewletî mezin tune
bûn. Eger hebana jî, bi sedema nakokiyên olî navbera Kurdan û cîranên wan ên
xiristiyan, wê xwe ndabana kêleka Kurdan, wek çawa Îgilîstanê helwesta xwe li
hember Kurdan ji sedsala (19z) de diyar kiribû. Lêgervanê Emerîkî Robert Olson
di pirtûka xwe (Emergence Kurdish Nationalism) de gelekî nîžanên wê helwerstê
belgihandine. (me ev pirtûka bi sernavê: Dîroka têkožîna netewî kurdî,
bo zimanê erebî wergerandiye).
Ev dem û dewran û rastiyan me digihênên vê
boçûne:
Em nikarin çavan li ser rola xweziyên
Mela Idrîs, ên kesayetî (bidestxistina cihên berpirsiyariya bilind di dewletê
de, mal û milk) bigirin, û ne jî dikarin li ser rola rêbaza wî ya ayînî sunnî
bigirin, ewa ku di erêkirina mîrên Kurdan de bo rêkeftina hevpeymanê û
tevlêbûna dewleta Osmanî hukardar bû, wek ku Selaheddînê Eyyûbî perwerdbûyê
serdema cengên (Îslamî - Xiristiyanî) bû, Mela Idrîs jî perwerdebûyê serdema
cengên rêbazî ayînî (Sunne - Žîe) bû.
Lê divê em ji bîra nekin jî, ku Mela Idrîs, bi
pîvanên serdema xwe, hem rewženbîrekî berz bû, û hem jî dîplomatek bû, ku herdu
dewletên Sefewî û Osmanî baž dinasî, û di heman demê de rewža gelemper a Kurdistanê
û nakokiyên tûj û pir awa (pir form) jî baž dinasî. Vê lomê, û bi nerîneke
piragmatîk, û li gor rêbaza (bijareya gengaz û bažtir), bi baweriya min
girêdana rêkeftinê li gel sultan Selîmê Yekemîn, wê hîngê ji bo Kurdan,
bijareya ziyankêmtir bû.
Mela Idrîs dizanîbû, ku dewleta Osmanî
hêzdartir e, û wê nakokiyên navbera Kurdan bi kar bîne, û mîrnižînên kurdî dagîr
bike, û wê hukumdariya yekser bi darê zorê bide ser wan, û tevdîrên xerabtir li
ser çand û nirx û civaka Kurdistanî bimežîne. Û di rêbaza dîplomakît a pendiyar
de, žûna pirensîba “yan her tižtî qezenc bikim, yan jî ne tižtek” nîne,
belê pirensîba “Qezenca hindik, ji ziyana hemî tižtan çêtir e“ serdest
e.
Gava ez (di dema nivîsîna van gotarê de)
nakokiyên îro yên kurdpartiyane û nakokiyên êlîtî kurdî yên sala (1515z) didim
hember hev, bê ku cudahiya navbera herdu serdeman, ji hêla pêžveçûna zanînê û hižyariya
netewî li ba Kurdan, ji bîra bikim, ez dibînim, ku wê hîngê bijareya Mela Idrîs
ziyankêmtir bû. Eger em îro nikarin partiyên Kurdan bi pêdiviya girêdana
(Kongira netewî Kurdistanî) qayîl bikin, gelo Mela Idrîs dê çawa karîba, beriya
çar sedsalan, mîr û serokên ѐžîrên Kurdan, bi
yek-kirina refê Kurdan li hember Sefewiyan û Osmaniyan qayîl bikirana?
Belê, ew hevpeyman, ji Kurdan bêtir
berjewendiya dewleta Osmanî bû, lê ji bo Kurdan tekbijare bû, û pižtî rêkeftina
hevpeymanê derdora (15) salan, Osmaniyan destên xwe dan ser mîrnižînên Kurdan
yek li pey a din, û di serdema sultan Mehmûdê Duwem de (1808 – 1839z) de dest
dan ser ên hemiyan, û ya dawî mîrnižîna Bedirxaniyan bû, ku Osmaniyan sala
(1847z) dest dan ser wê jî.
Tevî vê jî, ageha netewî kurdî, di sîbera wan
mîrnižînên nîvxweser de, zindî ma, û di sîbera wan de sê pêžengên hižyariya
netewî li Kurdistanê diyar bûn; Žerefxanê Bedlîsî (1543 – 1599z), û helbestvan
Feqî Teyran (1590 -1660z), û helbestvan Ehmedê Xanî (1650 – 1707z), û di sîbera
wan de jî serokѐžîrekî Kurd sala (1675z) ev ageha netewî bi vî
awayî derbirand:
“Ez im împeretorê vê zemînê, ne sultanê
Osmanî. Heye
ew hêzdartir be, lê ez ji wî comerdtir im”.