Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beriya Mêrdînê û Çêkirina Lazimiyên Malê

 


Konê Reş
 
  Ji firax, lazimî û alavên malê yên ku xelkê gundên Beriya Mêrdînê bikar tanîn, bêyî wan nikarîbûn jiyana xwe ya rojane derbas bikin û ez gîham ser gelekan ji wan wek: Meşk, Heban, Hîzê rûn, Kunê avê, Den, Kûz, Cer, Şerbik, Kewar, tenûr, Tifik.. Xweş tê bîra min dema ku gundiyan ev firax û lazimiyên malê di mala xwe de çêdikirin.
  Heçî Meşka dewkilanê, Heban, Hîzê rûn, Kunê avê an Cewdikê avê bûn ji postê (Eyarê) sewalan çêdikirin.


   Meşka dewkilanê: Divîbû ku ji postê Bizina be. Piştî gurandina Bizinê postê wê pif didan, mûyên post kur dikirin û bi cifta ku ji qalikên berûyan, hinaran û xwê pêk dihat debix dikirin. Piştî debixdanê bi çend rojan amade dibû ji dewkilanê re.
Hîzê rûn: Ji bo parastina rûn bû. Divîbû ku ji postê Miha be. Piştî gurandina Mihê postê wê pif didan û tev hiriya post di peritandin, hundirê post bi Dimsa Mewîja debix dikirin..
  Kunê Avê: Ji bo ava malê bû. Divîbû ku ji postê Nêriyan be. Piştî gurandina Nêrî postê wî pif didan, mûyên post kur dikirin û bi pelûla ji ariya qirşûqalan, bêtir ariya darên kesaxên mêwan û xwê debix dikirin..
  Heban: Ji bo parastina lezimiyên malê yên sivik bû, wek xwarinan û cil û bergan. Divîbû Heban ji postê Miha û Berxa be. Piştî gurandinê ew post pif didan, tev hirî diperpitandin, baş baş difirkandin û çend rojekî di nav avê de dihiştin, piştî ku ziwa dibû, nerim dima.. Hingî lazimiyên malê yên xwarinê wek savar, Mewîj, nok têde diparastin.
  Sebaretî çêkirina Denê avê an cewdikê avê, Kûz, Cer, Şerbik, Kewarên malê, Kewarên Mêşên Hingiv, Tenûr, Tifik ji axa sor çêdikirin. Ew axa xam ya ku hêj pê nehatibû listin. Ew ax di nav xaka derdorî gundan de peyda dibû û nav lê dikirin (Axsorkê an Axkolkê). Hem jî bi wê axê firaxên xwe ji devê sehan helal dikirin.. Û ji bil borayê ve dixistin nav lingên zarokên xwe yên di pêçekê de..
  Ew axa sor tanîn, ji zixuran dineqandin, baş hûr dikirin, li serad, bêjing û moxilê dixistin, paşê hin xwê, kaya hûr (ûr), mûyên karika li nav dixistin û digel hin av baş baş distiran. Piştî ku ew cebla heriyê ji wê axa sor baş hev digirt û dixemirî ji nû yekê an yekî hoste bi çêkirina tenûrê radibû. Bêtir yên ku tenûr, den, kûz, cer û şerbik çêdikirin jin bûn û bêtir mirovekî hoste biçêkirina kewaran radibû.. Du celebên kewaran hebûn; kewarên ji bo xwedîkirina mêşên Hingiv û kewarên ji bo parastina (Qûtê) malê wek Savar, mewîj, nanê malê… Piştî ku bi dawî dihatin, baş li ber tava rokê ziwa dikirin û paşê di tenûrê de disincirandin ta ku sor dibûn…
  Belê lazimiya kewaran; çi kewarên malê û çi kewarên mêşên hingiv bi sincirandin û sorkirina di tenûrê de nebû.
 
  Heçî tenûr bû, piştî ku li ber rokê ziwa dibû, ew di cihê pêdivî de dihat danîn, dora wê bi kevir, xwelî û kelpîçan serrast dikirin û agirekî xurt di hundirê wê de dadidan ta ku disincirî û sor dibû.. Paş ku sar dibû, tenûr ji ariyê pak û paqij dikirin û ji nû amade dibû ji nanpêvedanê re..
Digel ku jinên Beriya Mêrdînê ji hiriya mihan û mûyê bizinan Ber, Tejik, Merş, Ferd, Xurcik, Kon, Werîs, Tûr, Gore, Lepik, Qutikên lixwekirinê çêdikirin..
Not: Wêne, ez û dayika xwe ne.
 
Konê Reş, Qamişlo, 25/02/2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark