Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Dayê

 


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Almaata 1999
 
Koziya hesreta dayê
Ji kezebê qet dernayê
 
Dikim ji bîr bikim, nabe
Hewar ji dest vê sewdayê


 
Dibêm dayê! Dayê nayê
Bela ware vê dinyayê-
 Ji hev destê miyê, berxê
Diqetîne bêwefayê
 
Ji min istand feleka pîr
Meçêtira xweda dayê
 
Bê dayê ez ker û gêj im
Þikand baskêm vê qezayê
 
Bi min þîret dikir her roj
Wê tûtiya þekirxayê
 
Li ber landikê diya min
Bi þev, rojan bê xew mayê
 
Hezarî, yek sipas nabe
Bo dayîka emekdayê
 
Dayê ewqas dilovan bû
Bihiþt ma binê piyayê
 
Hêvîdar im ez ji dayê
Tika bike ji dergayê
 
Nizane sêwîtî çî ye
Yê diya wî dibê hayê
 
Pir bê rewþ e baxê jînê
Bê nebûna gula dayê
 
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark