Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: BÊJE ERÊ

 

Ereb Horê
 
Dema tu
bêjî erê
Wê der bên
ji giyanê min,
nependî
Wê bivêvirin
Þan û hêz.
Gabar û 
Zagirosê min...
Wê hembêz bikin, 
Perîkên tavê


Dema tu
bêjî erê
ez ê bibim
aveke zelal,
di nav tiliyên
te yên þimayî re,
birijim û bibim
gomek av...
da li hawîr
biçezirin binefþ û
lal da,
gulfiroþ li
kêleka rêyan
bidin destê
evîndaran
 
Dema tu
bêjî erê
ez ê çemê Dicle
ji ber bi jêr
ber bi jor bikim û
ji nav rakim,
niþîv û gerînekan
Ez ê çemê Aras
derbas bikim
hezar carî û
di dilê xwe de
ava bikim, sed
Hewlêran.
 
Dema tu
bêjî erê
ez ê rondikên te
vexwim berî
ji kaniya..
çav bêne der,
Ez ê te balîsim,
da kelêbûna xwe
kêm bikim bi
þoriya xwêdana
te ya sala û
li berqranê
warê te
agir vêxim
 
Dema tu
bêjî erê
wê Ehmedê Xanî,
min û te bipejirîne
û navê Beko
ji Mem û Zîn
hilkiþîne û
li ser malperan
helbestê evînê,
ji min û te re
bike diyarî.
 
Dema tu
bêjî erê
biqasî mûyê
pora te
ez û Krjalê,
simînarên helbesta
li darbixin.
Ez ê peykerê
Mukiryanî vedim
li panavê dilan û
bi þûrê
Eyobî careke din
vegerînim Qudsê.
 
Hema bêje
erê...
Min bavêje
teqla careke din,
da tu rastiya
Soz û peymanan
Bibînî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark