Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Rexne: Sirûda «Rêwîtî» Ya Helbestvan, Vejîna Kurdî: Nerînek Rexnesazî:

 


Xalis Misewer:
 
Ev navnîþana ha – Rêwîtî- ku bi peyvekê bitenê hatiye bikaranîn di warê normal de rûbendê davê je ser dêmenê wate û wêneyên sirûdê, lê di vir de mîna rexnevanê Ferensî( Roland Barthes) dibêje: Navnîþan nîvê tikistêye. Peyva /rêwîtî/ tikistê bigiþtî dide xuyakirin, ango ev peyv hest û xem ûxeyal û sawêrên mirov bi hêlemêl di nav ewrên çîrokeke bêdawî de tevradike, û  bîranînên kovan mîna ji bîreke kûr û dûr û bê binî dewla tijî kul û hesrtên belawela bi axîn û nalîn dikþîne. Weha helbestvana pinaberan di va rêzên li jêr de, bi awayekî pir bi bandor û bêhnçikyayî dibêje:


 Gurzek hesret..
baxek hêviyên stewr..
rûpelên çîrokeke bêzar..  
destarê xeman
li bêdera sîngê min digerînin
tevlî ku helbestvan rêzên xwe bi navan destpêkiriye, ango ev tiþt lebat û tevgera rêzan kêmdike, lê helbestvan bi rengekî pir dahênan wêneyên helbesta xwe yên manewî di rengê heyberî(madî) de bi zîrekbûneke helbestî bi laþ û gewde dike mîna -  Gurzek hesret.. - hêviyên stewr.. - destarê xeman
ango wêneyên pinaber û rêwyên bê qiram û bê mijal û bê cih û war, mîna gewdeyên heyberî berbiçav dike, ev tiþt dihêlin ku gilokên hêsran ji çavên xwênerên rêzan bêne xwarê,û vêre jî bûyerin civaka kurdî di vê dema bi   zehmetkêþiyeke bêkeys û fesal de bi helbesteke pir balkêþ û xweþ tîne ziman û diyardike, lê nizanim çima peyva – sîng ê ne sîng a hatiye bikaranîn?. 
Ne ev bitenê jî, lê helbestvan me bi wêneyên nûjen û pir bihest û wate, helwêsta rêwiyên xwe yên bêhêvî bi hevokên helbestsazî pir xweþ û nûjen û bi wate û ritim diyardike mîna - baxek hêviyên stewr.. – du pitikan bidûv hevokê de rêzdike, ku karibe xwênerê xwe têxe gastîna bîranîn û fikir û ramanên kûr û bêbinî de.
Birastî xwênerê ku vê helbesta ha bixwîne wê kovanî li ser dêmenên riwê wê/wê peyda bibin, û wê bandora xwe pir li asîmanê derûna wê/wî rêz bike, û bi ahîn û nalîn têkeve nav mijankê deryayên bê dilsoz, melevanya mirina dest jihevbirîn û malikwêran bike. Dîsanê koçberên reben û þaþmayî di nav rûpelên çîrûka jiyaneke di navbera  saxî mirinê de, hêvyên xwe yên merisî û bê pargêl berdewam dikin, bi gavên penaberiyeke ji hevketî çîroka bêzaryê û tijî kul û xem dihûnin- rûpelên çîrokeke bêzar.. li bêdera sîngê min digerin. Li vir bi þêwaza kilîtkirinê û bi vê hevoka helbestî ya pir xweþ û hestiyar kîta helbestî bi dawî dike.
Di hevokin helbestî yên din de jî, helbestvana me rewþa koçberên  belengaz bi wêneyên tiracîdîk bi wate û bi bandor weha dide xuyakirin û dibêje:
Rêwî me…. yan penaber im..
Gavek li pêþ..
             yek li paþ
çentê min
destên min de..
tenê nêrgizeke çelmisî..
mistek  ax..
û hin hêsirên çemê Efrînê
ev cînavkê/me/ nefeseke dirêj distîne û dengê giriyekî bi þewat derdixe, Birastî rêzên bixem û xeyal û peyvên pir bi kul û derdên pinaberan ku, berovajî sindoqa bandoran  ji çenteyên wan hêvî û omîd belawela dibin, tiracîdîk û felaketa bi serê van pinaberên bê mijal de hatiye, di van peyvan de hatine tomarkirin mîna – rêwî – çente – linkek li paþ yek li pêþ – rûndik - tenê nêrgizeke çelmisî..
bi giranî û hêlemêl kul û hesretên mirov tevradikin rûndikên dayik û bav û xuþkan bi ser hinarkên riwê wan de dibarînin, ango helwêsteke di rengê wêneyên tilvizyonî de mejyê xwênerê rêzên helbesta vejînê de têne û diçin. 
bi rondikên sînoran
hawara  çiya û newalan miþt e
birastî disanê dibêjim, ku ev rêzên helbesta nûjen xwedî asteke helbestî pir xweþ û bi lezet û hestyare, ku helbestvanê karîbû hestên xwe û pinaberan û diyardeyên xuristê bi hostayî bihevve bihûne, û sawêr û  bûyerên civakî yên riyalîzm tevlihev bike ke, û wêneyên biwate biafirîne. 
Dibêjim jî, ku ev helbestên weha xwe digihînin asta helbesteke bilind û binirx, lê ku em ji rastiyê bidûrnekevin emê bêjin, yê ku ji welatê bav û kalan bireve dibin çi mehnêdebe bila bibe, û di navbera roj û êvarekê de ji bilî xwere welatê xwe ku þeref û namûsa  wîye, li ser tebekeke zêr ji neyaran re bihêle, wê demê mirov gelekî ji pinber re nabe alîgir, ji  ber ku li welêt þere heye, gereke em di berevanyê de biramin giyanê xwe canfîdayê welat bikin çi lêhebe bila hebe, û ji ber ku ew cihê pinaberên me jê bazdidin, ji hemû wîlayetên Sûrya û  Iraqê jî pinaber lê bicih dibin, gelo ev tê çi wateyê?. Dawî dibêjim helbestvana me gavin pêþketî ji alyê helbesteke nûjen û resen de avêtine, lê hê kesek negihaye dawya helbestê. 
:………………………………………………………….

RÊWÊTÎ

Vejîna Kurd
 
Gurzek hesret..
baxek hêviyên stewr..
rûpelên çîrokeke bêzar..  
destarê xeman
li bêdera sîngê min digerînin
kon û sîtava êþan
bi ser dawa demê ya qulqulî de berdidin.

 Di dilê min de
birîneke þeþsalî daxife
piþta sibehên ku        
helbestên talankirinê dihûnin
û hawaran
li piþta kêlîkan sîwar dikin
xûz dike.
 
Rêwî me…. yan penaber im..
Gavek li pêþ..
             yek li paþ
çentê min
bi rondikên sînoran
hawara  çiya û newalan miþt e
destên min de..
tenê nêrgizeke çelmisî..
mistek  ax..
û hin hêsirên çemê Efrînê .   
 
Li pêlên jînê siwar im,
di deryaya  penaberiyê de
melevaneke hestfiroþ im
û bi tîpên jibîrkirinê
avdasa man û nemanê dikim.
 
Belê.. penaber im!!
Di tenûra  hestên min de
pizotên bêriyê
û sewda xaka ku
di xwînê de digevize
    pife terafa vînê dikin.
Di xewnên min de
zincîra bîranînine biskqusandî
û giriyê dayika min dema xatirxwestinê
giyanê min
    di xaliya jînê de noq dikin.
 
Çi bêjim?!!
Ҫîrok dirêj e.
kolanên ku.. 
    kulamên bêdengiyê distirînin    
gund û bajarên ku..
   li ber kîna bomban hildiweþin 
zarokên ku..
   li termên dê û bavê xwe digerin?!!!    
Ҫîrok dirêj e.
lê ne bêdawî ye.
 
 
Vejîna Kurd
 
11.08.2016
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark